Çil jimarê ‘Kurmancî’ bi hev re derketin

 

Weþanên Avesta

 

Her çil jimarên Kurmancî, “rojnameya taybetî ya Enstîtuya kurdî ya Parîsê li ser pirsên zaravayê kurmancî” bi hev re tevî ferhengokeke bi kurdî-tirkî-fransizî-îngilîzî hatin çapkirin. “Kurmancî”ya ku wek weþanek herî girîng a ilmî tê qebûlkirin ji 1128 rûpelan pêk tê, di ebatê A4 de ye, 8 rûpelên wê rengîn in, li ser kaxeta spî hatiye çapkirin û bi çermê reþ û bordo hatiye cildkirin.

Kendal Nezan, Serekê Enstîtuya kurdî ya Parîsê di pêþgotinê de pirsên sereke ji bo rewþenbîrên kurd, wiha nîþan dide: dewlemendiyên zimanê kurdî çawa bên parastin û bigihin nifþên nû? Kurd çawa, tevî hebûna devokên cihê jî, bi nivîskî an bi axaftinê ji hevûdu baþtir dikarin fam bikin? Kurdî çawa dikare dewlemend bibe ku pê hest û meremên kurdên nûjen û xwenda yên sedsala XXIan jî îfade bibin? Û xebata “Kurmancî” wekî destpêka bersivdana van pirsan dibîne: berhevkirina devokan, zelalkirina bingehên rastnivîsîna zimên, çêkirina peyvên nû ji bo warên jiyana îroyî.

Kendal Nezan diyar dike xebateke wisa divê ku karê Akademiya Ziman a dewleteke kurdî be: “Lê kes nizane ewê kengê dewleteke kurdî ya neteweyî çê bibe û ta wê demê ewê kurmancî bikeve çi rewþê. Lewra, hin rewþenbîrên kurd ên li dora Enstîtuya kurdî civiyayî biryar dan ku salê du caran, her carê ji bo hefteyekê bicivin û li ser pirsên kurmancî bixebitin, û di vê xebatê ji berhemên berê, nexasim ên Mîr Celadet û Kamiran Bedirxan û yên Kurdistana baþûr jî kelk bigrin. Li gora mecalan me xwast kesên ku bi pirsên zimên mijûl bûne an devoka navçeya xwe baþ dizanin an pisporiyeke wan a taybetî heye vexwînin van civînan û ji hemû navçeyên kurmancîaxêv beþdar hebin. Beþdar ji çend welatên ewropî tên û bi hev re qasî deh zimanên biyanî dinasin.”

Her du civînên pêþî di 1987an de li bajarê Barselona, paytexta Katalonyayê çêbûn. Piþtî çend civînan li Bruksel, Berlîn, Loland (Danîmarka), Dihok û Parîsê, beþdar, ku bi piranî li Swêdê dimînin, çêtir dîtin ku êdî ji þeþ mehan carekê li Swêdê, li girava Biskops Arnöyê, bicivin. Berhemên her civînê di hejmareke taybetî de tên weþandin.

Beþdarên civînan û herêmên ku jê ne ev in:Khosrow ABDULLAHÎ (Selmas), Salih AKIN (Xerzan), Mustefa AYDOGAN (Mêrdîn), Kazim BABA (Dersim), Rûken BAGDU-KESKÎN (Stembol), Lutfî BAKSÎ (Xerzan), Mahmûd BAKSÎ (Xerzan), Rojen BARNAS (Diyarbekir), Muzaffer BEGZADE (Þikakan), José BERTOLINO (Parîs), Abdullah Emîn BÊTASÎ (Behdînan), Husên BINAVÎ (Berwarîbala), Joyce BLAU (Parîs), Salim ÇELIKER (Diyarbekir), Ordixanê CELÎL (Sankt Petersbûrg), Firat CEWERÎ (Nisêbîn), Nûra CEWERÎ (Rewan), Xelîl DIHOKÎ (Dihok), Egîd DIJWAR (Biþêrî), Ehmedê DIRIHÎ (Çewlîg), Mistefa DÜZGÜN (Dêrsim), Emîn EBDO (Þengal), ELÎÞÊR (Wan), Samî ERGOÞÎ (Barzan), Derwêþ FERHO (Mêrdîn), Cewher FETAH SEÎD (Hewlêr), Ebdulsetar FETTAH (Dihok), Rojan HAZIM (Hekarî), Ebdulsetar HEMÎD (Berwarîbala), Fawaz HUSÊN (Amûd), Mihemed Siddîq ÎMAMÎ (Behdînan), D. ÎZOLÎ (Dêrsim), Musa KAVAL (Hekarî), Hemîd KILIÇASLAN (Mêrdîn), Michael L. CHAYET (Washington), Mahmûd LEWENDÎ (Qerejdax), Emîn NAROZÎ (Batman), Letîf NÊRWEY (Nêrwey), Kendal NEZAN (Diyarbekir), Selam NÛMAN (Qamiþlo), Fadil OMER (Dihok), Cemal ONURSAL (Cizîr), Enwer OSMAN (Hewlêr), Ferhad PÎRBAL (Hewlêr), Edîb POLAT ( Diyarbekir), Ali RETABÎ (Silêmanî), S. RÊWING (Sêrt), Huseyin SADO (Hesiçe), Ferhad ÞAKELÎ (Kerkûk), Hiner SALIM (Behdînan), Zinar SORAN (Dêrik), Sahîn B. SOREKLÎ (Koban), Selîm Îsmail ÞEHBAZ (Dihok), Behrûz ÞUCAÎ (Kortol), Newzad ÞUKRÎ (Dihok), Mehmed TANRIKULU (Diyarbekir), Mueyîd TEYÎB (Dihok), Mehmed UZUN (Siwêrek), Zinarê XAMO (Wêranþar), Têmûrê XELÎL (Rewan), Evîn YALÇIN (Diyarbekir), Yücel YEÞÎLGÖZ (Dêrsim), Memo YETKIN (Semsûr), Veysî ZEYDANLÎ (Bedlîs), Zeynelabidîn ZINAR (Batman), Reþo ZÎLAN (Agirî).

Kurmancî berhema xebata van 20 salan e û wek kitêba jimare 320, di nav weþanên Avesta de derket.

 

Kurmancî (Hejmar: 1-40, havîn 1987 – bihar 2007)

Rojnama taybetî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê li ser pirsên zaravayê kurmancî

ISBN: 978-605-5585-15-0

30x21, 1128 rûpel, 8 rûpel rengîn, kaxeta spî, 100 TL

www.avestakitap.com

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org