EZ Û ÞEVÊN BÊ DAWÎ

                                                                

 Canê Omer

 

 

 

Ez û þevên bê dawî

Stêrik û heyv û mahîtab

Bîranînên te hembêz dikin.

Wek avek zelal  xwe di berdê ser bedena min

Bedena min ya þewat…

 

Lêvên ku  ziwa bûne bê ramûsanên te

Gazî te dikin…

Li te digerin li þevên lal  de

Di nav rûpelên demê berê de

ew rûpelên ji avê

ji mij û dûmanê…

dibin remedîlk

belav dibin..

tune dibin...

 

Bi dor min dikevin pêpelûkên mirinê

Ez tune dibim...

tu winda dibî...

 

Dikim hawar

Dîsa Bi dilekî melûl

li te digerim

Di payîza helbestek xeyidî de

Ez dibim mîna

çiloyê payîzê, ji xwe diweþînê

min dibê û tîne

li hêvîya buhara te diþewtim.

 

Were bese

Evînê ne kuje

Ev evîna min bi rondikê payîzê avda

Ne veþêra

min nesipêre vê bêrîkirin û tunebûnê

ne sipêre bê dengîyê!!

evîna me nesipêre qederê

were dîwarê qederê hilweþîne

evînek bê qedexa avake…

li sînora ne pirsa

Evîn bayekî bê sînor e !!!

 

 

 

        Canê Omar

 

 

 Malpera min: http://cane-omar.blogspot.com/

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org