NAMEYA DAWÎ

                                                                

 Canê Omer

 

Dîsa wekî her þev

Te ez hêlam di nav bagera bêçaretîyê de

Di nav êþ  û azarên xwe de

Kelogirî dibim

Bi dilekî melûl dilorînim

Li ber kevirê sebrê

Birîn fereh dibin

Þev tarî dibin

Hêvî winda dibin

û ez jî mîna her car xwe winda dikim

di kahniya rondikên xwînê…

ê ber bi Qamiþlo, Dêrikê û terbespîyê ve diherkin..

 

hawar bilind dibin

bi navê te dibakin

tû jî wekî her car

bi wan hestên xwe ê cemidî

sînora bilind dike

qedexeyan pir dikê

û min di nava xapandina xwe digevêzê.

 

Lê bawerke ez westiyam

û êdî nema karim li ber dîwarê dilê te ê derizî rawestim

Û nema pûþê hêlîna te germahiyê dixê hinavê min

Ê ku wekî hestê te cemidî man

 

Here esmer

Nema li hêvîya min bimîne li þevên qedexe

Dilê min hew karê govenda bawerîyê birêve bikê

 

Ew hestên derwîn

Ew kenê xapînok

Ew gotinên mezin

Hew min serxweþ dikin

 

Û ez êdî hew karim li pey dilekî MIRÎ bibezim…

 

Malpera min : http://cane-omar.blogspot.com/

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org