|
Di “Dara Bihîvê” de em li rastî kuþtina jin û qîzan rast tên
û bi mînakên tewl bitewl. Di vê çîrokê de jin û mêr li derekê rûdinin
û planên kuþtina qîza xwe dikin. Lê wekî guftûgoyên ji rêzê dîyalog
rêz dibin. Mekanê vê çîrokê welatê Kurdan giþ e. Bajarek e, lê ew
bajar bi navê hemû bajarên kurdan tê binavkirin. Wekî dibêje; “em li
paþ bajarekî dîrokî rûniþtine, gelo Diyarbekir e, gelo Mêrdîn e,
Riha ye, Xerpût e? Na na, ez dibêm Êlih e yan jî Agirî. Dibe
ku Hewlêr an Duhok be jî, nizanim. Weke navê Mehabad jî tê guhê min,
belkî nav ew be jî.” Ev nîþandayîn kuþtina jinan ku li herderê
welatê kurdan belabûyî derdixe holê”.
Di çîroka “Þemo Þano” de hînbûna þkenceyê ku mirov êdî
demek te þkenceyê bi tiþtekî nahesibîne xuya dike. Herwiha
carinan mirov dibin wekî wahþ û hirçan û bêrehm dimînin di çîroka
“Þahîdî” de. Lehengê çîroka balkêþ “Dîmen xweþ e” bi navê
“Brêz M.” zixtan li pîroziya dayikê dixe û dibêje “ez ji
diya xwe hez nakim”. Herwiha di çîroka “Niqrîskên Gewriyê” de jî
dayik tê rexnekirin.
Di çîroka fînalê “Xewna Dawî” de lehengên çîrokan giþ tên
bibîranîn, vê çîrokê bi xewneke dawî ya pir belkêþ cîhekî xweþ
girtiye di pirtûkê de. “Tenûra mala þêx”, “Em” “Ma ev jî nig
in”, “Kekê mino zava” “Dînamo” çîrokên din yên balkêþ in
di pirtûkê de.
Wekî çîrokên kurdî ku van salên dawiyê derdikevin, di çîrokên
Çiya Mazî de jî pêþketina
wêjeya kurdî xuya dibe û tahmeke xweþ ya ziman bi mirov didin tahmkirin. .
“MÝJARÊN MîQRO” di weþanxaneya “do” yê de hatiye çapkirin. __________________________________________________________ Telefon:
(0212) 2430156 Fax
: (212) 2527048 STENBOL
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org