|
Ebdal Nurî Ebdal
Desteya
kargêrî ya Êketiya nivîskarên kurd/ Tayê Duhok, li roja 5/7 tagîrîya
xwe ji bo lîsta hijmar 54 u ji bo lista berbijêrê serokê herêmê hijmar
12 ragehand, dîwarên avahiyê êketiyê jî bi filîks u perokên wan her
dû lîsteyan xemlandin u heya tuþêrtên ser bi van listeyan ji li ser
karkerên yane ya Eketîya navbirî belavekirin u her ji bo vê meremê li
þeva eynî 9/7 u her li baxçeyên êketîyê ahengeka xêzanî hate
sazkirin. Eve
hemu bê rawergirtina endaman ku jêyatîyên partî yên cuda cuda u kesanên
serbexwe jî têda hene. Ez
wek endamekê vê êketîyê nerazîbûna xwe li hember vê pêngavê
derdibirim u di bînim ev kare radestkirna îradeya nivîskarane jibo lîsteka
diyarkirî u weha jî di xwînim ku guherîna nasnameya êketîyê ye ji
nasnameyeka nîve-hikumî u nîve-serbexwe ber bi nasnameyeka hizbî,u eve jî
ji destdana peyam u gutara rasteqîneya nivîskar u rewþenbîrane, ku pêdivîye
gavan ber bi demukrasîkirin u sivîlkirina civakî
pavêjin u kar ji bo kêmkirina deshelata hizbî di hemû reh u gehên
civakî da were kirin bi rêya endazekirna dezgehan u serjinûve guherîn u
veguhastina nasnameya wan dezgehan u bi vî awayî : yên hizbî ber bi
hikumetyê ve bibin u yên hikumetyê ber bi nîv- hikumetiyê
yan nîv-serbexweyê ve bibin u yên nîv hikumetyê ji ber bi
na-hikumetyê u serbexweyê ve bibin. Lê çi em di bînin ev biryara êketîya
nivîskaran berevajî vê semt u arasteyê ye, ku nasnameya êketiyê ji
bazineyekê nîv-serbexwe paþ u paþ ber bi bazineyekê hizbî vegerand.
Helbet ev jî ji destdana serbexweya nivîskarane u rêxweþkere ji bo pêtir
maytêkirna hizbî di dezgehan da, anku hizbîkirna dezgehane u ev jî
berevajî medenîkirn u demukrasîkirna civakî ye. Li
hember her helwistekî helwîstek din heye, lewma ez jî helwîstê xwe nîþan
didim ku ew jî destlikarkêþana mine ji êketîya navbirî u bi vî awayî
: (ez
" Ebdal Nurî Ebdal " endamê êkem ê yedek yê Êketiya nivîskarên
Kurd/Tayê Duhok, destlikarkêþana xwe ji eketîya navbirî radigehînim
wek helwîst wergirtin li hember bêlayenîya wê di helbijartinan da ). Bijî
Kurd u Kurdistan u tevî þiyan ji bo avakirna civakekê sivîl u
demukratxwaz .
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org