|
Ji
deve ketiye, ji hop hopê namîne* Elî
Cefer, eli_cefer@hotmail.de Weke
xeynî xwe, min jî bi saya hin malperan û ragihandina Yekîtî Niþtimanî
Kurdistan YNK bi seredana birêz Hemîd Hec Derwêþ, sekretêrê Partiya
Demoqrata Pêþverû Kurd li Sûriyê bo Îraq û Baþûrê Kurditanê bihîst
û þopand. Helbet seredana Baþûrê welêt ji mafê her hêz, rêxistin,
kesayetiyeke Kurd e, nemaze, gava em bizanibim ku di navbera H. Derwêþ û
mam Celal Talbanî de dostaniyek temendirêj heye. Lê dema seredanê û
hevpeyvîna malpera “ Rizgarî “ bi wî re, ligel hin pispisan, ji hevdîtina
wî û mam Celal derçûne, bala me kiþand û bû palpiþt ku em nirîna
xwe li ser rûpelan raxin. Wekî
em tev dizanin zincîra pilanên nijadperest yên rijîma Sûriyê li dijî
miletê Kurd li Rojavayê welêt berdewam in. Lê, weke hemî rêxistinên
Kurd dibêjin ku qirêjtirîn pilan eva dawî 49 e, ya di 10. 9. 2008 an de
ji lay serokê rijîma Sûriyê hatiye morkirin ne. Armanca vê pilanê bi
kurt-kêseyî tunekirina Kurd li ser xaka Kurdistanê ye, tamarhilkirina wan
ji erdê bav û pîran ne, ji lewre jî, pêwîst bû hemî rêxistin
û partiyên me, bi hemî karînên xwe li hember vê pilanê rawestin û
beravêtî bikin. Nemaze ew partî û kesayetiyên xwe ji giþa bêhtir xwedêgiravî
didin xuyakirin ku berketî û xemxarên kêþa meletê xwe ne, ji wan jî
yek mamoste H. Derwêþ e. Piraniya
rêxistinên me, çi bi tekane, çi bi hevre bi dehan li Cizîr, Kobanî û
Efrînê civîn û seminar girêdan û gel ta radeyekê serwextkirin bo
biryara 49 ê, û bi serda jî biryar
standin ku di 2. 11. 2008 an de, xwepêþandanekê li Þamê li pêþ
perlemanê lidarxin, lê rijîmê wek hercar ew xwepêþandan beravêtî
kir. Rêxistina mamoste H. Derwêþ ji roja roj de xwe tevlî çalakiyên
weha nake, û vê carê jî karîbûn Partiya Yekitiya Demiqrat jî ji rê bêxine,
ewanan jî hinek behaneyên pê nebawer ji xwe re dîtin û li mala xwe
razan. Dêmek di vê dema nazik û hestdar de, birêz H. Derwêþ difire Îraqê
û ji wir jî diçe Baþûr Kurdistanê. Gelo, ma birêz H. Derwêþ nikarî
bû seredana xwe bi çend rojan bi þûn de xista?? Lê sedemine din ji bilî
yên aþkerekirî li paþ vê seredanê ne??.
Em
vegerin hevpeyvîna mamoste H. Derwêþ li gel „ Rizgarî „ û pir li
ser þîretên wî bo serkirdayetiya Baþûr, ku divê hali û weha bikin,
ranewestin, çimkî Kurdên Baþûr ji me baþtir dikarên bervedêriya nerînin
xwe bikin. Belê, em dixwazin li ber
hin xalên dî rawestin, ew jî ev in:
1- Li ser rewþa tevgera rizgarîxwaza Kurd li Rojava, mamoste H.
Derwêþ dibêje, tevger di rewþeke ne baþ de ye, sedemên wê jî, tenê
vedigerîn desttêwredana hêzên ewlekarî yên rijîma Sûriyê. Li vir
divê bête zanîn ku ev ne cara pêþin e ku H. Derwêþ van gotinan dubare
dike, rastî jî ta radeyekê têde heye. Tiþtekî zor normale ku rijîma Sûriyê
hin ajanên xwe di tevgera kurdî de biçîne, yan jî hin berpirsyar, serok
û sekretêrên rêxistinên kurdî bikire, lê belê sedemên perçebûn û
nelihevkirina tevgerê ne tenê encama desttêwerdana rijîma Sûriyê ye.
Gava mirov bixwaze vê babetê têr vekole, nivîsek-du têrê nak in, ji
xwe jî bi dehan gotar û nivîs li ser vê babetê, zorbey zorê wan bi
zimanê erebî hatine weþandin, vêca ev ne babeta nivîsa me ye. Di van çend
salên dawî de, zorbey zorê berpirsyarên tevgera kurdî aþkere bi gotin,
yan bi nivîs dibêjin; yek ji sedemên sereke ji pirbûna rêxistinan ku hêþtiye
tevger me di vî deraqê xerap de be ew e; ku nelihevkirin û nakokiyên
kesayetî yên berpirsan, û nemaze serok û sekretêra ye. Ewên ku
dixwazin ta roja dawiyê bimînin serok û her tiþtê partiyê bi dest xwe
tenê ve bînin, û eger mir jî divê kurê wî þûna wî bigre, wek çawa
hemî rijîmên dîktator û kufikî. Ev
li layekî, li layê din, ma gelo pîvan çiye ku gava perçebûn dikeve hêzekê,
her û her aliyê sekretêr-serok yê rast-durust û bêguneh e û aliyê
din gunehkar, girêdayî dijmin e, û…. . wekî mamoste H. Derwêþ û hinên
dî dibêjin. Vaye rêzdar Zeredeþt Mihemed endamê polîtbûroya Partiya
Yekîtî ya Demoqrat Kurd li Sûriyê berî derdora 3 mehan di koçka „
Rojavayê Kurdistan „ de, ku xudiyê vê nivîsê yek ji guhdaran bû dibêje:„…di
perçebûna partiya me de, divê em tenê Fuad Elîko û Hesen Salih
gunehkar nebînin, eger gunehê wan ji sedî þest e, ji sedî çel jî yê
me ye„. Weha jî, piþtî perçebûna partiya H. Derwêþ bi salekê, ez
li Þamê rastî rêzdar Temir Mustefa, endamê polîtbûroya partiya Hemîd
hatim bi hazirbûna dostekî, min ev pirs ji Temir kir: Kek Temir, vaye ez
derdora 10 mehin we herdu aliyê Pêþverû diþopînim, ez tu cudabûna
ramyarî yan siyasî di navbera we de nabînim, tu dikarî ha vekirî, bê
virde-wêde sedema perçebûna partiya we ji min re bêje?. Ewî bi hêsanî
bersiva min da û got:„ Ji ber ku te ya rast ji min xwest, ezê jî
bêjim;„ Tu nakokiyên siyasî, yan ramyarî di navbera me û aliyê
Ezîz Dawud de nînin, tenê kêfa me wek kesayetî nema ji hev re tê, loma
em bûn du qet „. 2-
H. Derwêþ li pêþ dadgeha rijîma Sûriyê li hevpîþeyê me nivîskarê
kurd Þêrzad Adil Yezîdî û rojnameya erebî ya ku gotara wî weþandiye
„El-Heyat„ gilî kiriye; ku di gotara xwe de Þêrzad gotiye: „… H.
Derwêþ çavê rijîma Sûriyê di tevgera kurdî ye…“. Û Þêrzad wek
ajanê dezgehên ewlekariya rijîma Sûriyê binav dike û dibêje: „ …
ji xwe Þêrzad bi wan re kar dike….nivîsgeha wî nivîsgeha istixbaratên
Sûriyê ye….û tête zanîn ku bi wan re kar dike…„. Vêca
me maf heye, em jê bipirsin; gelo tu belge, yan dikomênt bi dest te
hene ku vê tawanbariya giran bi nivîskar Þêrzad ve dike??. Eger bersiva
wî erê be, bila ji kerema xwe ji raya giþtî ya kurdî re aþkere bike da
em ligel wî þerê çaþîtî û nokertiya Þêrzad bikin, lê eger bêbextiyên
wî bê belge bin, wek çawa bêbextiyan li dij pir berpirs û
serkirdayetiya Kurdên Rojava bê belge dike, hîngê ji mafê me ye em
bizanibim gelo ji roja H. Derwêþ serkêþiya rêxistina xwe dike û ta
roja îro rola wî ya rasteqîn di tevgera rizgarîxwaza Kurd de çiye??.
Evan tawanên erzan mîna yên mamoste H. Derwêþ bi nivîskar Þêrzad
hildipesêre, bûyereke ku bi min re berî bêhtirî 20 salan qewimîbû, tîne
bîra min; gava ez û hevalekî çûn seredana hevalekî dî ku rezekî tirî
ji xwe re demane kiribû. Em hersê ligel hev ketin gengêþiya pirsa kurdî,
piþtî çend xulekan xudiyê hêrê rêz tevlî gengêþiya me bû. Ewî
gote me:„ …hûn dibêjin…. (hevalekî Partî ji gundê me) Partî ye
û mirovekî dilsoz û Kurdperwer e, berî du heftan ez çûm bajarê Efrînê
û min ew li bûroya hêzên ewlekarî ( mît, istixbarat) dît û ajantiyê
li ser we dike û.…“. Hîngê ez neçar mam bi þêweyê axaftina wî li
wî vegerînim û bêjim: „ Baþe, eger ew heval mirovekî noker e, ma karê
te li ba ewlekariya sûrî çiye, te li wir çi dikir? Ez bawer im nokerê
rasteqîn tu yî, û…“. Gava
camêrê me ev bersiv bihîst, nizanîbû çawa dûvê xwe di nav þeqên
xwe ke û baz de. Bila
kesk ji min þaþ tê negîne, ne ku ez dibêjim H. Derwêþ caþ û ajanê
rijîma Sûriyê ye, ji ber ku tawanên weha giran bê belge çanda kirêt
û bêhin genî di nav me de peyda dike, pêdiviya me Kurda bi vê çanda
qirêj, ya ku dagîrkerên Kurdistanê dixwazin di nav me de peyda bikin nîne,
çimkî li dawiya dawî yê ziyanê dibîne pirsa rewa ya gelê me ye. Ji
lewre diha bêhtir ji yekî wek Derwêþê me ku 43 salin serkêþiya rêxistina
xwe dike û 52 salin di nav siyasetê de ye dihat xwestin ku ji 1 ta 10
bihejmêre û paþe peyva xwe bike. Tevî ku gelê me gotinên weha erzen
nema bawer dike û xudiyên wê bê rêz dike. Sed
û yek carî mixabin ku hin ji serok-berpirsên tevgera me yên Rojava nexweþî
û kirên herî qirêj yên rijîmên dîktetor, kufikî, nemaze rijîma
Beis a sûrî dixwazin di nav tevgera kurdî de biçînin, ji ber wê tu dibînî
ku kesek, çi bi deng, çi bi nivîs dengê xwe bilind bike li dijî zêdegavî,
bêbextî û derewên hin serkêþan toþî êrîþeke bi alavên herî
erzan ji lay wan serkêþan tê; filan kes, ajan e, yan çûna ser namûsa
filan kurdî û yan jî diz e, perên partiyê birine. Vêca ji mirûdên
wan jî tê xwestin þûrê xwe tûj bikin û êrîþeke hovane bibin ser wî
û hema li banî darqitînin û safî bû. 3-
Li ser pirsa: Çima bi berdewamî tîr tên avêtin sîngê te, ne yê kesekî
din? H. Derwêþ dibêje: „ Ez çi bikim, bi vî rengî ye!“. Lê dîsa
rojnemevan pirsa xwe dubare dike, û dibêje çima bi vî rengî ye? Derwêþ
bersivê weha dide: „ Dezgeha istixbarata Sûriyê wisa dixwaze. Min heyanî
weko niha li dijî hikûmeta Sûriyê karekî xirab nekiriye… „. Bi rastî
jî, ji roja rojê de têkoþerê me tu kar ku bihêle rijîma Sûriyê jê
tore û bêzar bibe nekiriye, ew her û her van gotinan bi þêweyekî vekirî
dibêje û dinivîse, belkî ev bi xwe rindiyek wî be, ku li xwe mukur tê.
Di sala 1982 an de, ew û Tahir Sevok, ku wê hîngê hevalê partiya wî bû,
çûn li Þamê civînek girêdan, xudiyê vê nivîsê jî yek ji beþadaran
bû. Ji gotinên wî kirine:„..Ez bizanibim ku rijîm wê ji gava min bêþe
ez wê gavê navêjim, ez dixwazim pira di orta xwe û rijîmê de ava
bikim, eger rijîm ji aliyê xwe ve ew pira hilweþîne, ezê ji aliyê xwe
ve ji nû ve ava bikim,…“. Li ser pirsa kesekî beþdar; ku tu têkiliyên
we bi hêzên ewlekariyê re hen? H. Derwêþ weha got:„ Belê, têkiliyên
me bi istixbarata re hene (civat giþ bi dengekî bilind keniya).. „. Dîsa
pirs jê hat kirin: Gelo ji ber çi bi istixbarata ra? Got:„ Ji ber ku em
pirsgirêka Kurda pê çareser bikin..„. Ma gelo kêþeya kurdî li
Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, kêþeyeke ewlekarî ye? Yan kêþeya 3
milyon Kurd ku li ser xaka xwe bi sedê salan dijîn e?? Gelo, kêþeya
netewan bi rijîmên serdest re çareser dibe, yan bi riya istixbaratan??
Di
çarçewa hevpeyvîna xwe de H. Derwêþ dixwaze cudabûnê têxe navbera hêzên
ewlekariyê û rijîmê ve, ew her û her dibêje min tu karê xerab li dij
rijîmê nekiriye, û pileya
siyaseta nijadperest li dij gelê Kurd ji dema Hafiz El-Esd bavê serokê
niha û ta îro ko bûye, yanê sivik bûye. De baþ e, gelî camêran eger
hûn ji seydayê me bawer nakin, vaye li biryara 49ê ya di 10. 9. 2008 an
de bi îmza serokê Sûriyê derçûye,
vegerin; ewa ku têde qirkirina gelê me hatiye, bi gotinên H. Derwêþ
bi xwe, ne bi yên min û tevayî rêxistinên Kurd. Bi ser hemî tiþtan de
jî, ew nizane çima tîr tenê tên sîngê wî!!?. Lê hîn xala mirov
dikenîne ew e ku H. Derwêþ dibêje:„…Ez niha dixebitim istixbarata Sûriyeyê
jî bidim dadgehê. Divêt istixbarata Sûriyeyê helwesta xwe diyar bike û
aþkere bêje ka Hemîd bi wan re ye yan na…„. Dîsa weko hûn dibînin
mamoste Derwêþ dixwaze cudatiyê têxe navbera rijîmê û hêzên
ewlekariyê û bêje; rijîm li layekî ye û istixbarat li layekî dine.
Yanê rijîma Sûriyê ne rêjîmeke ewlekarî ye. 4-
Bi boney hebûna rêxistinên kurdî, H. Derwêþ weha dibêje:“…hindek
partî li cem me hene eger hemû endamên xwe komî ser hev bikin kamyonek
bi wan nayê tijî kirin, lê belê ji xwe re dibêjin em partî ne”. Berî
pêþ gotinên sekretêrê me li hev nayên, wekî çawa di cihekî de dibêje
ku li paþ van perçebûnên partiyên kurd hêzên ewlekariyê hene, û paþê
dibêje werin em bibin yek!!. Ma çêdibe yên girêdayî istixbarata û têkoþerên
mîna Derwêþ bi hev re kar bikin??. Li layekî din, raste hin rêxistin
hevalên wan bi dehan in, belkî kamyonekê tijî nekin, lê ne wek ew
dixwaze bide xuya kirin ku piraniya rêxistinên kurdî weha nin. Çimkî
li cihekî din dibêje: “… Eger li Sûriyeyê pêvajoya demokrasiyê pêþ
bikeve, wê demê dê ji nav van her 14 partiyan, tenha 2-3 partî bimînin.
Yên din wê ji ber xwe ve tune bibin û pêwîst nake kesek ji kesekî re bêje:
Were em hev bigrin. Eger desthilata istixbarataê nemîne ev mesele bi xwe
çareser dibe “. Baþe, ew hinek ji wan rêxistinên ku H. Derwêþ destnîþan
dike ku kamyonekê tijî nakin temenê wan çend salin, lê temenê partiya
wî 52 salin, gelo hevalên wî dê çend kamyonan tijî bikin??. Helbet H.
Derwêþ xwe ji wa 2-3 partiyên (gewre) dibîne, ev jî ji mafê wî ye; lê
ez dixwazim jêre bêjim, ku li welatên demoqratî li pêþ e, wek welatên
Ewropa rêxistinên hevalên xwe pirin nikarîn yên hevalên xwe hindik in
ji hole rakin, hevalên rêxistina mamoste Hemîd li Ewropa jî þahide ne,
li ser van gotinên me. Ez dixwazim tiþtekî din jî bînim bîra mamostê
me: Bi qasî 20-25 salan tevayî rêxistinên me, ji wan rêxistina H. Derwêþ
jî þerê Partiya Sosyalîsta Kurd li Sûriyê dikirin, û digotin, ku çêkirina
vê partiyê bi destê istixbatara Sûriyê ye, lê dîsa jî nikarîbûn ew
çend kesên kamyonekê tijî nakin tune bikirana, ne tenê hew, lê hîn H.
Derwêþ ew rêxistina tev partiya xwe jî kir!!. ( Piþtre bi demekê endamên
Sosyalîst dev ji H. Derwêþ berdan û tevlî Partiya Çepa Kurd bûn ).
Eva
nayê wê wateyê ku em aligirê pirbûna rêxistina ne, na qet na. Pêre
gava em hejmara Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û hejmara tevayî endamên
hemî rêxistinên kurd (ji xeynî aligirên PYD-PKK) ku bi bawerî ji 8000
heþt hezar endam derbas nake, bidin ber hev, hingê emê baþ bizanibin ka
ta çi redeye gelê me, li dor tevgera xwe ye? Ta çi redeye gel, nemaze rewþenbîr
û ronakbîr ji kar û xebata tevgera xwe razîne û hêviyên xwe têde dibîne??
Rêxistina mamote Hemîd jî ne bi hezara ye wek ew dibêje, û ne jî xudî
cemawerekî firehe. Gelo, dema bi boney 50 saliya damezrandina yekemîn partî
li Rojavayê Kurdistanê li Efrînê ahengek li darxist, çend sed kes li
ahenga wî beþdar bûn?? Di dema em bizanibin ku li herêma Efrîn û bajarê
Helebê ne kêmî milyonek Kurd dijîn. Ez bi xwe yek ji xelkê Efrînê me,
ez teqez dikim ku hevalên partiya Hemîd bi dehan tên hejmartin. Rewþa
partiya wî li herêma Kobanî ji ya Efrînê ne çêtir e. Hebûna partiya
Pêþverû li Cizîrê ye. Vêca mamoste H. Derwêþ wek gotineka pêþiyan
dibêje:“ Ji deve ketiye, ji hop hopê namîne “.
5-
Ji bo pêkanîna sîwanekê (lêvegerek) di navbera partî û rêxistinên
kurdî de, H. Derwêþ dibêje ku;” Me niha vê dawiyê projeyek pêþ
xistiye, di wê projeyê de 3-4 partî hene…. “. Li gor ez agahdarim ku
projeya Partiya H. Derwêþ pêþkêþ kirî nehat pejirandin û beravêtî
bû, çimkî bêhnek nexweþ jê dihat, armanca wî ji hevgirtina 3-4
partiyan ew bû ku karibe rê li pêþ kar û xebata partiyên din bigre. Lê
projeya lêvegereke giþtî ya hin partiyên din e. Hevbendiya Demokrata
Kurd jî, ya ji çar partiyan pêk dihat, van çend mehên dawî bûye du
qet, partiya H. Derwêþ û Yekîtiya Demokrat li layekî û Partiya Çep a
Kurd û El-Partî (baskê Nesredîn Îbrahîm) li layekî dine. Ji
bo zanînê û agahdariyê opozisyona sûrî ne yek e. Bêhtirî 4-5
opozisyon hene, lê yên berbiçav û ta radeyekê hêza wan heye “ Eniya
felatê û Ragihandin Þamê ye”. Partiya mamoste H. Derwêþ û hin
partiyên kurdî din endamên di “Ragihandina Þamê„ de, ev ragihadina
nav li xwe kiriye opozisyon, hilweþandina rijîma Sûriyê napejirîne û
li dij vê yekê ye. Û pirsa gelê Kurd, wek neteweyek li ser xaka xwe ne,
dîsa napejirîne, eger em 4-5 kesan jê derînin, yên mayîn, çi partî,
çi kesayetî pirsa kurdan wek pirseke mafê mirovan dibînin. Ew bi tondî
li dijî peyva Gelê Kurd û Kurdistanê ne. Li va dawiyê hin hêzên kurdî
û erebî endametiya xwe ji Ragihana Þamê de sarkirin. 6-
Di dema hevdîtina Birêz Talabanî û H. Derêþ de, nûçeyek belav bû,
ku Hemîd nameyek ji serokekî hêzeke ewlekarî yên Sûriyê ji Talabanî
re biriye, ev çend hevok ên wê ne:“ Em bi awayê payebilind rêza serok
Talabanî digrin, û me têkiliyên birayane û stiratîcîk hene, ne tenê
ew, lê hîn ew di siyasetê de mamosteyê me ye, lê em kirên birêz Mesud
Berzanî yê ku piþtvaniya rêxistinên redîkal yên kurd dike û bizav wî
ku Kurdên Sûriyên di asayiþa kurdî de bi çih bike, me bêzar û tore
dikin. Ji ber wê jî, em ji we birêzan dixwazin ku hûn zext û zorê
bidin ser wî da ku dev ji van kiran berde, ger ne, em dê ji neçarî destên
xwe di Kurdên Îraqê werdin“. Ma
gelo rastiya va nameyê ta çi radeyê ye?? Eger ev name rast be, ti têkilî
di navbera wê û pêþwazînekirina H. Derwês ji layê serok Mesud Berzanî
ve heye? Gelo, sedema seredana
wî tenê ji bo tendirustiya mam Celal bû, yan, wek hin kes dibêjin, ew
hilgirposte bû di navbera hin hêzên ewlekarî yên rijîma Sûriyê û
serkirdayetiya Kurdên Baþûr de? An mam Celal xwestiye hinekî deynê wî
vegerîne, çimkî ew bi dehên salan li Þamê maye, û tê gotin ku wî ji
mamoste Hemîd re digot: Mam Hemîd?? Kî zane divê ev hemî sedem bi hevre
bin!?. Li
dawiyê me ji aliyê xwe de nexwest em têkevin gegêþiyeke weha di vê
dema nazik û hestdar de, lê tawankirina berdewam ya pir berpirsên rêxistinan
û bi serda jî destdirêjahiya wî li ser nivîskar Þêrzad Adil Yezîdî,
hêþt ku em bê deng nemînin. û hûn sax.
*
Ev nivîs berî du heftan bi zimanê erebî di hin malperên kurdî yên
Rojavayê Kurdistanê de hate weþandin, lê ji ber piraniya Kurda nikarin
bi zimanê erebî bixwînin me baþtir dît ku wê bi kurdiya latînî jî
biweþînin ligel hin kêm-zêdebînên biçûk.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org