Komîta mehrecanê avabû, beþdar diyar bûn, ma helbestxwendin

   

 

 

Ji sala 1993an de û piþtî koçkirina helbestvanê nemir Cigerxwîn, mehrecana helbesta kurdî li Rojavayî Kurdistanê lidardikeve, her wisa ev çar sal in ko li derveyî welêt, li Elmanya jî lidardikeve. Îsal komîta birêvebir dîsa kar û barê lidarxistina mehrecanê girt ser milê xwe û li Bonnê lidardixe.

Me wek komîta mehrecanê nameyên vexwendinê ji gelek helbestvanan re hinartin, piraniya wan bersiv dan û hinan jî mexabin li gor karînên xwe nikarîbûn beþdar bibin.

Wek ko di daxuyaniya damezirandina komîtê de diyar bibû, ko emê nameyên vexwendinê ji hemû helbestvanan re biþînin, me li gor vê yekê kir û ta 10.10, 2009an dem dabû helbestvanan ên ko bixwazin beþdar bibin. Hebestvanên ko bersiv dan û  dê helbestan bixwînin ev in:

Arþevê Oskan, Azer Osî, Eskerê Boyîk(mêvan), Ebdilrehman Efîf, Can kurd, Gulistan Haco, Dilyar Dêrikî, Dr. Husên Hebeþ, Henîf Yûsiv, Husên Hebeþ, Hoþeng Broka, Kawa Þêxê, Keça Kurd, Lava Derwêþ, Jan Dost, Merwan Osman, Nezîr Palo, Nedîm Yûsiv, Serhan Îsa, Xebat Þakir, Xunav Elî.

Hêjayî gotinê ye ko ev sê sal in li pey hev navenda YASA li Bonnê piþtgiriya li darxistina mehrecanê dike û ji hêla aborî ve fînanse dike û bi alîkariya lidarxistinê radibe.

Di eynî rojê de, li cihê mehrecanê pêþengeha hunermenda þêwekar Cîhan Ibrahîm, li dar dikeve û bi tabloyên xwe dîwaran dixemilîne.

Me wek komîta mehrecanê nameyên vexwendinê ji medya kurdî bi hemû celebên wê re, hinartin, dîsa em vexwendinê nû dikin û wan vexwendî amadebûna mehrecanê dikin, dako bi erkên xwe yên di warê ragihandinê de rabin, her wisa em bang li hemû hezkerên peyva kurdî dikin dako piþtgiriyê bidin helbestvanên xwe û þahiya me bi me re par ve bikin.

Ji bo nameyên pîrozbahiyê, hûn dikarin li ser E-maila jêrîn nameyên xwe biþînin. Her wiha ji bo têkiliyan hûn dikarin li ser van telefonan bi me re têkiliyan deynin:

017661945609.  01748640820.  017626037719

Navnîþan: König Str.: 88 - 53115 Bonn. ( Elmanya )

Roj: Þemî. 24. 10. 2009. Kat: 14.00.

 Komîta Mehrecana Çaremîn a Helbesta Kurdî li derveyî welêt.

12. 10. 2009

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org