|
Em evîndarê berfa welatê xwe ne Fevzi Ozmen
Dema
ku mirov navê zivistanê bilêv dike, hema di kêliyê de berfa spî li ber
çavên mirov tê raxistin. Berf û zivistan wek du xwîþkên cêwî ne.
Pir ji hev hez dikin, yek ji ya din naqete. Welatê ku berf lê nebare,
mirov nikare bibêjê li wî welatî zivistan heye. Nîþaneya zivistanê
serma ye, ya sermayê jî berf e. Berf,
him sar e, him germ e, him dijmin e, him dost e, him xezebe, him rehmet e.
tiþtên li ser xwe dicemidîne, yên li bin xwe germ dike. Dema dibe boran,
dibe tipî, dibe aþît mirovî tune dike, dema rê û dirban digre, wî ji
xiþm û xezeba neyaran diparêze. Dema ku dibare, mirovan dike nava zext û
zehmetiyan, lê axê ji sermayê diparêze û bi biharê re jîn û giyanê
dide wê û wê dikemilîne. Çi dibe bila bibe, çi dike bila bike, lê
mirovê bi berfê re carekê hevaltiyê bike, êdî jê naqete û dibe evîndarê
wê. Her çiqas dujminê min be û bavê min kuþtibe jî, ez dîsa evîndarê
wê me. Niha hûn dibêjîn; ev çi sosretî ye? Mirov çawa ji kujerê bavê
xwe hezdike! Belê, ez jî nizanim, ev çi afat e? Kesek, an jî tiþtek bavê
mirov bikuje, mirov jî rabe bibe evîndarê wî/ê, bibe bengiyê wî/ê! Bi
salan e, ez li vê kambaxa Ewropayê bi hesreta vê dijmina nazik a nazdar
im. Dema ku di ekranên televîzyonê de çavên min li barana wê dikeve,
herdera laþê min, wek mirovê tagirtî tûþî coþ û xiroþiyê dibe û
dilerize. Dilê min bi lez û bez hildavêje û singê min dinepixe. Bêhna
min tê girtin û ji kûrahiya dil dengê axîneke bikeser tê guhên min. Ez
dîsa weke her tim li ber pencerê rûniþtibûm û min li kolanê dinêriya.
Xwezaya dosta demande, carinan di gaziyê de tê û dibe melhema birînên
birîndaran. Wê rojê ew wek bijîjk di hewara min de hatibû û birîna
min derman dikir!.. Li
derve berf dibarî! Min
hema kincên xwe yên zivistanî li xwe kirin, bi dil xwe tev girê da û ez
ketim kolanan. Di bin pilokên berfê de bi qasî çend kilo metroyan
geriyam. Paþê min hew dît ku ez hatime stasyona navendî. Min dil
tunebû ez vegerim malê. Trênek hat, hema ez bêyî ku biramim, min xwe avêt
hundirê trênê. Berê
trênê li Düsseldorfê bû. Di
trênê de ez di nav xewjîn û xewrojkan de xeriqî bûm. Wek mirovê
bengxwarî, serserî û serxoþ bûm. Trên çawa diherikî, li kîjan
rawestgehan radiwestiya, min nedizanî. Li îstgeha navendî ya Düsseldorfê
ez bi xwe hatim û ji trênê beya bûm. Bi
saetan ez li kolanên Düsseldorfê, di bin barana berfê de, wek bilbilê
þeyda yê gula xwe wendakirî meþiyam. Hetanî tariya êvarê ket erdê,
ne tibûn, ne jî birçibûn dihat bîra min. Lambeyên kolanan pêketibûn.
Kesera dilê min piþkekê þikestibû. Min carek din berê xwe da îstgeha
navendî ya Düsseldorfê… Derketim
perona ku trên jê bi rê dikeve. Hêj ji rabûna trêna min re bîst deqîqe
mabûn. Ji
binê banê derketim, çûm cihê servekirî. Barana
berfê didomand. Ez hê jê têr nebûbûm. Pilokên wê li dora stûna lambê
wek çûkên biçûk baskên xwe yên narîn hedî hêdî li ba dikirin û
bi aramî dihatin li ser erdê vediniþtin. Mirov digot qay ew jî ji tariyê
ditirsin û xwe li ronahiya lambê dikiþînin. Di wê heynê de qelûn ket
bîra min. Min qelûna xwe derxist û dagirt. Her çiqas cixare kiþandin li
wir qedexe bû jî, min guh nedayê û qelûna xwe pêxist. Çend gulpên kûr
lexistin û kiþand piþikên xwe. Min
çavê xwe ji pilokên di nav ronahiya lambê de govend digirtin û dihatin
xwarê nediqetand. Ez ketibûm nava xewjînên kûr û dûr. Xewjînan ez ji
vir rakirim birim Serheda Kurdistanê. Ne tenê erdnîgariya min, li gel
erdnîgariyê dema min jî hatibû guhertin. Ev
xewjîn in, bi ya mirov nakin! Kêfa wan çawa bixwaze, mirovan wisa bi rê
ve dibin! Îro ez ji Almanyayê girtibûm, biribûm salên þêstî û li
Erzoromê li Kolana Komarê danîbûm. ´Sibe
zû bû. Di hewayê de pengî hebû. Ba nedihat. Berf dibarî. Bê sako û bê
lepik, pirtûk di bin çengê min de, þewqeyê amediyê(lîsê) li serê
min di kolanê de bi fesal û baldarî dimeþiyam, diçûm dibistanê. Stûriya
berfa nûbarî ya nerm dida gûzekan û ya kevin a di bin de jî cemidî bû.
Meþa di vê rewþê de gelekî dijwar bû. Ji bo biyaniyan dijwartir bû.
Divê mirov hostayê vê rewþê ba. Eger lingê xeþîmekî/ê biþemitiya,
êdî wî/ê nikaribû xwe rabigirta û diket erdê. Lê nîþtecî û yên
wek min ên ku bi salan bû li nava bajêr dijîn û bûbûn hostayên vê
meþa li ser cemed û qeþayê, nediketin. Dema ku lingê wan ê yek biþemitiyaba,
hema lingên din bê viyana wan otomatîk bi erdê ve dizeliqî, ji yê din
re dibû destek û nedihiþt ew kes bikeve erdê´… Di
vê keliyê de dengê dengweþê ez ji vê xewjînê þiyar kirim. Bê hemdî
min axînek kûr ji devê min derket. Min çav avêt demjimêra peronê. Hê
ji rabûna trêna min re deh deqîqe mabûn. Xewjînê di demeke kurt de bi
min çend sal dabû jiyandin. Ez
çend gavên din nêzî stûna lambê bûm. Barana berfê her diçû zêdetir
dibû û pilokên wê jî ji yên berê girtir bûbûn. Govend û reqsa wan
jî ji yên berê þengtir bûbûn. Wek keçên hijdehsalî yên þox ên ku
di dîlana Newrozê de direqisîn, xwe hildavêtin û dihatin xwarê. Ez li
rex vê dimana ku çêjeke demande dida min xeriqî bûm. Xewjînan careke
din ez dîl girtibûm û biribûm… ´Ez
di geliyekî kûr î di navbera du çiyan de asê bûbûm. Min
nizanibû, ez çima hatime vir. Min ew der nas nedikir. Di çavekî
de, geliyê serê gundê me bû, di çavekî din de geliyekî nenas bû. Min
nizanibû ez di kîjan layenê de biçim. Tirseke
bêhempa li min rû da bû. Ricif û lerz li laþê min belabûbû. Ez wek
darekî hiþk î bêhêz û bêgiyan li rastê mabûm. Hêviya min hatibû
birîn. Ji niþka ve dengek bi ser min ket. Hêviyek
li min pêyda bû. Min wek kêvroþkekê xwe qunciland ser hev û hetanî hêza
xwe ya dawî, guhên xwe da deng. Bi qasî demekê min ti qet tiþtek din
nebihîst. Tirsê carekî din ez dorpêç kirimbûm. Hêviyên min dîsa
wenda bûbûn. Min di dilê xwe de digot: Di vî çileyê erbeîn de, li serê
van çiyan û baniyan mirov li çi digerin. Herhal dengê vizina bayê bû,
wek dengê mirovan hat guhên min. An jî dengê ajaleke dirinde bû.
Na na vê zivistanê ajal jî nikarin li serê van çiyan bijîn. Lê
çi karê te li vir heye? Ez jî nizanim! Heman
deng carek din der bû. Bi min nas bû. Lê, gelo dengê kê bû? Êdî
nema min dikaribû deng bi xwe bixista û bersiva deng bida. Stûyê min
nediçerixî, ez li der û dora xwe binêrim. Destên min ranedibûn ez îþaretê
bidim. Zimanê min nedigeriya ez gazî bikim. Ling ji ber min ranedibûn ez
birevim. Ez nizanim çiqas dem derbas bû. Her
tiþt bi min þêlû bû. Min hew dît ku ez weke telpek ewr li ezmanan
difirim. Min nizanibû ez bi ku ve diçim. Li aliyê din ez miribûm, termê
min li ser çar daran, li ser milên du kesan ber bi gorê ve diçûm. Wan
kesan ez danîm ser berfê. Dest û ruyê min mist dan. Ez bi xwe ve hatim.
Min çavên xwe vekirin. Xortek û keçeke ciwan li hember min bûn. Rextên
wan girêdayî bûn. Keleþ di destên wan de bûn. Serê wan bi þaþikên
gewr girêdayî bûn. Qwînê wan vemirî bûn, lê devên wan bi ket bûn.
Çavên wan wek lambe dibirîqîn. Mirov di wan çavan de ronahiya ewleyî
û hêviyê didît. Min
serê xwe rakir. Li derûdorên xwe nêrî. Ez li ku derê bûm min dîsa
nizanibû. Zimanê min piþkekê diliviya. Min
pirsî: „Hûn
kî ne?“ Herduyan
li hevdu nêrîn û keniyan. Yekê got: „Ez
Berfîn im.“ Yêdin: „Ez jî
Berfo me. Lê tu kî yî?“ Min
bersiv neda, dîsa pirsî: „Hûn
li vir li çi digerin?“ Berfîn: „Ev
der warê me ye, em li berfa welatê xwe dipên!“ Min
tiþtek jê fêm nekir û dîsa pirsî: „Hûn
çima li berfê dipên? Kî
bi berfa we çi dike?“ Herduyan
bi dengekî gotin: „Em
evîndarê berfa welatê xwe ne!“ „……?“ „……?“ Û
Berfo rahiþt destê min girt ku min ji erdê rake. Ez dilerizîm!…´ Bi
dengê bangweþê re xewjîna min bela bû. Trên
hatibû peronê. Bi lez ez meþiyam, min heman xwe avêt trênê. Ez
nizanim ji sermayê bû, nizanim ji peroþiyê bû, an jî ji þerman bû;
weke þiva nav avê diricifîm! Çeqeçeqa didanên min bûn. Di
trênê de her tiþt ji hiþê min paqij bûbû, lê ew awirên Berfînê û
yên Berfo ji ber çavên min nediçûn, û dengê wan ê ku „Em evîndarê
berfa welatê xwe ne!“, di guhên min de dicingiya û jê dernediket. Min
ji xwe pirsî: „Gelo ez evîndarê çi me?!..“ Fevzi
Özmen Hagen,
21.12.2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org