Generala Dusalî çima hat jibîrakirin?

Fevzi Ozmen

 

 

 

Me Newrozeke xweþ û geþ li paþ xwe hiþt. Newroza 2010´an li her çar parçeyê Kurdistanê û li derveyê welêt tîna agirê xwe wek tîrêjen lazerê da ser laþ û giyanê me û em tedawî kirin. Wek axa biharê jîn da giyanê me û ji nû ve vejand. Helbete Kurd wisa bi hêsanî nehatin vê rojê. Mazlum Doðanan, Zekiye Alkanan, Rahþan Demirelan, Ronahiyan, Berîvanan û bi sedan gernasên din, giyanên xwe kirin gorî û tevî pêtên agirê Newrozê firiyan esmanan û ketin nav refên ferîþtehan. Ew tîn û þewleya wan dilê gelê Kurd germ kir û riya wî ronî kir. Bi hêvî û cesaretê giyanê wî kokand.

Di salên pêncî de ku qirna me diçû dibistana seretayî, dema ku cendermeyek bihata gundekî, eger kesekî bi tirkî dizanibû di wê gavê de li wî gundî tuneba, gundiyan an rûyê xwe sape dikirin û xwe ji cendirman vediþartin, an jî ji malên xwe dernediketin. Û dema cendirme biçûna odeyekê, kesekî tirkî dizanibû li wir tuneba, eger mirovek jî li wir li ser limêjê ba, hetanî cendirme ji odê neçûbana, an jî yekî tirkî dizanibû nehatiba odê, ew kesê li ser limêjê ji tirsan newêribû silav bida û ji nav limêja xwe derketa. Carinan cendirmeyên bêtewat li ser limêjê jî li mirovan didan. Ew bûyerên wiha di dema desthilatdariya qaþo Partiya Demokrat a Tirkan de jî pêk dihatin.

Tirs û xofa ji dewletê, di giyanê Kurdan de hêlîn çekiribû û ti kesekî hêvî û gumana nedikir ku dê rojek bê, ev tirs û xof ji dilê vê cîvakê derbikeve!

Dem borî, Þoreþa Rizgariya Neteweya Kurdistanê dest pêkir. Li Kurdistanê gelek tiþt serobin bûn. Bi hezzaran gund þewitîn û hilweþiyan. Bi dehzaran Kurd bûn goriyê kujerên wan nediyar. Bi mîlyonan Kurd ji cih û warên xwe bûn û ketin kûçe û kolanên metropolan û li dinê bela bûn. Bêcih, bêmal, tî û birçî man. Bi hezaran malbat parçe parçe bûn, her parçeyekî wan pekiya derekî. Bûn koçber, bûn penaber. Her tiþtên xwe wenda kirin. Hesret, keder û keserên wan gir bûn, bûn çiya. Lê….

Lê dilêriya xwe, wêra xwe wenda nekirin, xurt kirin!

Hezarsaleke din (millenium) dewirî

Îro, neviyên wan kesên tirsonek, bi keviran êriþan dibin ser tank û panzeran. Îro, neviyên wan kesên tirsonek, çavên xwe ji panzer, tank, top, balafir û bombeyên kujêran ên kîmyewî nakutin. Îro, neviyên wan kesên tirsonek, eniya xwe kutane eniya hêzên NATO yê. Îro, neviyên wan kesên tirsonek, dibin wek gilokên agir, wek ferîþteyên agirîn diçin ser dijminên xwe. Îro, neviyên wan kesên tirsonek, zîndan ji xwe re kirine medrese, kirine bihuþt…

***

Di Newroza 2002´an de, komek Kurdên li diyaspora Ewropayê dijîn, ji bo ku ji aþtiyê re bibin alîkar, xwestin Newroza xwe ya wê salê li tixûbê Tirkiyeyê û Bulxarîstanê, li ber derê gumrîka Kulê pîroz bikin û peyamên aþtiyê bidin rayedarên Tirk. Lê ev koma aþtiyê ya ji dused kesî zedetir, bi heyþt otobûsan li tixûbê Macarîstanê û Romanyayê hat astenkirin û berpisiyarên Romanyayê rê nedan komê ku kom derbasî Bulgar bibe. Ez jî di nav wê komê de bûm. Em neçar man ku wegerin û Newroza xwe li paytextê Awûsturyayê, li Viyanayê pîroz bikin.

Li komela Kurdan ya Viyanayê, me di Medya TV´yê de li Pîrozbahiyên ku li Kurdistan û Tirkiyê pêk dihatin, temaþe dikir. Newroza Amedê û Wanê coþ û peroþiya me derxistibû asteke bêpîvan. Lê, Mêrsînê em xemgîn kiribûn. Polês û panzerên Tirk wek ejderhayên hov û dirinde êriþî gel dikirin û jariyên xwe di ser girseya gel de dirijandin. Panzeran wek ejdihayên heftserî dioriyan û bê ku zaro, jin kal û piran ji hev derînin, êriþî ser þêniyê dikirin û kef û jariyên xwe yên sor û spî di ser de dirijandin. Þênî ketibû hewla giyanê xwe û bê ku yek li yê din xweyî derbikeve, her kesî dixwest canê xwe ji êriþa hovane bifilitîne û xwe bistirîne.

Panzerek bi xiþm û robe ket kolanekê. Kesek di kolanê de tunebû. Herkes reviyabû ketibû malan. Li ber derê malekê keçîkek du salî rawestiyabû. Panzerê rasterast dajot ser keçikê. Cihê wê piþkekê ji kolanê bilintir bû. Min di dilê xwe de got; ew ê bireve, bikeve malê. Derê malê girtî bû. Lê ew ji þûna xwe neleqiya û li benda panzerê ma. Min got; ew ê bigîre. Lê negiriya. Panzer jî her diçû nêzî wê dibû. Dilê min hatibû ber devê min. Keçikê li der û dora xwe nêrî. Li erdê kevirek dît û rahîþtê kevir ji erdê rakir, xwest ku bi wî milê xwe yê biçûçik di ejdihayê wer de. Hêza wê têr nekir. Kevir di paþ piþta wê de ket erdê. Carek din zivirî ku kevirê xwe ji erdê rake. Lê kamera ji ser þeqîtî û ew wenda bû….

Li hember vê dimenê ez þoke bûbûm. Xwîn di rayên min de cemidîbû. Tiliyên destên min û bêçiyên lingên min tevizîbûn. Bêhn li min çikiyabû. Ez li hember televîzyonê, li ser kursî bûbûm wek darekî hiþk û mabûm. Ji niþka ve çirkiniyek ji dilê min hat. Bû gulpin û kulpina dilê min. gulpiniya dilê min her diçû gurtir dibû. Min digot qey çûkeke serjêkirî di qefsinga min de dipirpite û bi pencên xwe ji hundir ve hinavê min dipencîne. Singê min nepixî, hemû rehên canê min perçifîn. Tîn û tayeke bêeman li laþê min bela bû. Çavên min tarî bûn û dîwar, mase û kusiyên salonê bi hev re li dora min diçûn, dihatin û direqisîn. Ez wek pelekî hiþk î li ser pêlên ava deryayê li ba diketim, di loliçim û diçûm û dihatim. Êdî ne çavên min ekrana televîzyonê didîtin, ne jî guhên min tiþtek dibîhîstin. Ez bûbûm wek miriyekî lipêmayî…

Vê rewþê çiqas domandibû êz pê nizanim. Hêdî hêdî aramî ket deryaya giyanê min. Pêlên þokê rawestiyan. Eþyayên li derdora min reqsa xwe berdan û heryek li cihên xwe bicih bûn. Hiþê min hat serê min. ketim nav ramanên kûr û hûr. Pirsan êriþî mêjûyên min dikirin. Min ji xwe dipirsî: Ev giyanê ewqas mezin ê ketiye vî laþê vê keçika biçûçik, gelo ji ku tê?.. Ev giyanê ku hatiye afirandin, êdî kî dikare pêþiyê lê bigire û wî têk bibe? Ev giyan, dê bi hezaran pêþewa û generalan biafirîne! Divê her Kurdek li ser jêderka vî giyanê pîroz û asîmanî hûr û kur be!

Ji destkevtiyên þoreþa Rizgariya Neteweya Kurd ya girîngtirîn yek jî ev giyanê bêtirs, bê berjewendiya kesane û cangorî ye. Ev giyanê ku hemû dîwar û dergeyên her cure tirsê hilweþandiye û þkandiye! Divê li ser vî giyanê nû were rawestîn! Divê em zanibin ev giyan çawa, bi çi hewl û xebatan hatiye afirandin?

Helbete dê zanyarên pisîkologiyê û yên din li ser vê mijarê rawestin û li bersiva van pirsan bigerin û wan biferisînin. Lê ez dikarim viyan bibêjim; min hêvî dikir ku em ê  vî giyanê mezin ê di laþê vê keçika biçûçik de rû daye, têkin wek Dawer(sembol) û li ser vê berhema bê hempa rawestin. Êm ê wê bidin kêlaka Zîlanan, Berîtanan, Rahþanan, Semayan û bi sedan yên din. Ew niha bûye deh salî. Divê em wê jî bidin gel mamoste Medyayê! Lê mixabin ev cewahîr û berhema zêrîn a þoreþa me û serokatiya wê hetanî îro di nav arþivên me yên xubarî de fetisiye û maye.

Fevzi Özmen

Hagen, 23.03.2010

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org