|
Sala nû û kursa nû Fevzi Ozmen
Sala
nû, bi kurs û þagirtên Kevin û nû bixêr bê. Em
ber bi wan de diçin û ew jî li bendeyî me ne, ne bi çavekî bi çar çavan,
çavnerîna me dikin. Me
bêriya wan kiriye û ew jî bi hesreta me ne. Em wek xebatkarên Instîtûtê
û þagirtên me jî mina evîndarên zimanê dê û bavên xwe, yan jî
zimanê berxwedanê, zimanê kurdî bi xêrhatina sala nû û kursa nû
dikin. Me
got kurs, belê ne kursek du kurs in. Kursiyerên
me jî du kategorî ne: 1.
Kursa destpêkê
ji bo kesên bi temamî nû ne, bi kurdî nizanin, kurdiya wan gelekî
bisînor, qels û jar e. Ev kurs roja yekþemê
di nav seet 11.00- 13.00 de dê bê
dayîn. 2.
Kursa pêþketî
û di asteke berztir de jî wê ji bo wan kesan be ku bi kurdî diaxivin, bi
kurdî têdighin, belê xwendin û nivîsandina wan bi kurdî tune yan jî
heye, belê ne li gora qeyde û qaîdeyên rêziman û rênivîsê ye. Ev
kurs jî dê heman rojê, ango yekþemê
di nav seet 13.00- 15.00 de bête
dayîn. Roja
destpêka herdû kursan jî hem ya destpêk
û hem jî ya pêþketî 03- 01- 2010 e. Kurs
wê 4 mehan bidomîne. Bi dirêjaya kursan li gora rewþa þagirtan,
çûn û hatina wan, baldariya li ser dersê, pêþketin û serwextbûna wan
wê belge û sertifîka bêne
dayin. Mamostê
kursê endamê rêvebiriya Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist,
mamosteyê xwedîezmûn hêja Fevzi
Ozmen e. Navnîþana
kursan jî Înstîtûte Kurdî li Kolnê ye, ango: Vogelsanger
Str.10 50
823 Köln Tel:
0049 221 16 89 62 17 Instîtûta
Kurdî - Beþê ziman û perwerdê
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org