Ji
bo bîranîna 24-mîn sala koçbarî û 71-saliya
li dayikbûnê
Yilmaz Güney
Mirov.. Hunermend .. Helwêst
Nivîsara
Dr. Ibrahîmê Mehmûd
Xeleka
(7)
Xerîbî
Yilmaz Güney di 9ê sermawezê (November) de sala 1981 an bi
alîkariya çend hevalên xwe yên dilsoz, ji zindana “Siparta” û
tirkiyê derket û ber bi dûriya ji welat ve çû! Wî destpêkê xwe li
welatê yûnaniyan girt, yê ku bigermî ew himbêz kiribû; lewra wezîra
çandê (kultur) a wê çaxê, hunermenda navdar Mêlîna Mêrkûrî, gelekî
bigermî pêþwazî lêkiribû û weke hunermendekî mezin û þoreþgêr di
welatê xwe de bixêrhatina wî kiribû.
Piþtî derketina Güney û rizgariya wî ji nav destên faþîstan,
dilê dost, hezkirî û temaþevanên filîmên wî xweþ bû; bi hêviya
jiyana bi azadî wê rê li pêþiya afrandinên nû û mezin veke. Lê li
hemberî wan jî, gelek kesên nejadperest, dilbikîn û faþist hebûn, yên
ku bi rizgariya wî dilxemgîn bûn û matmayî mabûn; gelo çawa û bi çi
þêweyî ev „dujmin“ ji nav lepên wan rizgar bû ye?!!
Di
destpêkê de, wise diyar bû, ku hemû tiþt weke ku dil dixwaze hêsan û
xweþe: ew azadiya ku Yilmaz bi dehê salan jê bêpar bû, li wî vegeriya
ye û êdî ew metirsiya ku li tirkiyê li ser jiyana wî hebû, nemaye! Lê
Güney di bersiva xwe de, li ser pirsa rojnamevanan: ka gelo piþtî dûrketina
ji cendirme û MIT yên tirkiyê, azadî ji bo te çiye? Diyar dike; azadiya
ku ew lê digere, ne tenê azadiya karkirin û hatûçûna li europa ye, wî
got: „ Ez nikarim li ser azadiya bi temamî bi axivim, ez tenê basa
azadiya bi çarçove (nisbî) dikim; ew azadiya ku ez dikarim herim û bêm
û kar bikim…Ez hîna jî di þert û mercên metirsiyê de dijîm û roj
bi roj tehlûketir dibe, lê tevî wê jî ez li hêviya azadiya xwe ya bi
temamî me û herwise jî azadiya miletê xwe yê bindest…“ (56).
Mixabin,
li europa jî, Yilmaz hest bi jiyaneke hêmin û bêserêþ nekiribû;
jiyana wî timî û li her cihê ku diçûyê de, di metirsî û tehlûkê
de bû; lewra ceneralên tirkiyê hemû mêtodên dîplomasî û pêwendiyên
xwe bi welatên hevpeyman (endamên NATO) re bikartanîn, daku ne tenê Güney
ji welatên xwe derbixin, belê herwise jî rê nedin ku berhemên wî werin
nîþandan! Lê gelek ji wan welatan û li gor hebûna azadiya bîr û
bawer, guh nedidane daxwazên ceneralan û filîmên Yilmaz bi dirêjahiya
heftiyan di salonên sînemê europî de dihatine nîþandanê!
Bêgoman jiyana Yilmaz bûbû jiyaneke efsaneyî pir li tehlûke û
metirsiyê; hatûçûna bidizî û xweveþartin bûbû beþek ji jiyana wî
a rojane; ne jiber ku ew tirsonek bû, belko zêdetir ew mêtoda yekem di
destê wî de mabû, daku li hember rêjîma tirkiyê rawestê û zilm û
zordestiya wê ji europiyan re eþkere bike!
Ez
dikarim bêjim, ku ew qonax ( koçberiya ji neçarî di navbera welatên
europî de: Yonanistan, Siwêsra, Ferensa û ê.m.) di jiyan Güney ya siyasî
û hunerî de bû qonaxeke gelekî giring; lewra wî xebata miletê xwe û
armancên tevgera wî ya siyasî ji nêzîk ve naskir; jiblî wê jî û
jiber hebûna azadiya tevgerê li welatên europî, wî danûstandin bi
siyasetmedar û welatparêzên kurd re bêtirs kir! Bi dîtina min wan þert
û mercên nû hest, bîr û ramanên neteweyî li ba Yilmaz Güney bihêztir
kirin û ew êdî bi bawerî kete nav rêza xebata bi aþtî jibo çareseriya
doza gelê xwe û bi dengekî bilind got: „…Ez jibo kurdistaneka
serbixwe, yekbûyî, dêmoqratî û sosyalîst xebatê dikim…“ (57).
Jibo
pêkanîna van bîr û ramanên xwe di warê praktîkê de jî, wî tevî çend
welatparêz û rewþenbîrên kurd Instîtûta kurdî jibo parastina çand
û kultura neteweyî li Parîsê avakirin ( Instîtût bi fermî di 24î
sibata 1983 an de hate vekirinê –I.M.).
Tevî nexweþiyê * ya ku li canê wî peyda bûbû jî,
Yilmaz guh nedida êþ û azarê û xebata xwe ya hunerî berdewam kir û di
navbera 7 mehan de ( Cotmeh 1982 – Nîsan 1983 an ) filîmê xwe „Dîwar“*
bi dawî anî!!
Weke
hercar, armanca Yilmaz ji çêkirina vî filîmî ew bû, ku rêjîmên
tirkiyê reswe bikê û zordariya wan, bi taybetî a li ser miletê kurd bi
þêweyekî vekirî û eþkere nîþan bidê; nexasime ew vê carê li
welatekî azad (ferensa) û dûrî çavdêriya faþistên tirkan, dijî…
„
Dîwar „ bi giþtî li bakurê
Ferensa û bi alîkariya hukumeta ferensî hate çêkirinê; naveroka filîm
li ser jiyana girtiyên di zindanên tirkiyê de ye; jiber wê çêkirên
filîm dêrek (kenîse, kilîse) ya filehan ( jiber þêweyê avakirina wê
li ya zindanan diçû ) helbijartin û têde hemû bûyerên filîm kiþandin…Di
filîm de, jibilî qirêj, nexweþî û jiyana hovîtî ya girtiyan, Yilmaz
herwise jî mêtodên îþkencê û lêxistina bi hovîtî a ku rojane li
girtiyan dibe, nexasime yên piçûk (zarok) nîþan dide. Güney tekez
dikir, ku wî li gor serpêhatiyên xwe di zindanan de, ew tablo û wêne bi
çavên xwe dîtine…Yilmaz di filîm de tabloya îþkencekirina zarokekî
di bîroya berpirsyarê zindanê de û li jêr wêneyekî mezin yê Atatürk
„ Bavê tirkan“ ( Damezirvanê dewleta wan a serdema nû – I.M.) hetanî
bi kuþtinê (mirinê) nîþan dide…
Bêgoman
nîþandana tabloyên wise ji temaþevanên europî re giran û çetin
(zehmet) hatin, tanî pileya ku gelek rexnevanên sînema europî ev filîm
bi þêweyekî neyênî (nêgatîv) û „ ne rêalîst “ helsengandin!!
Bi dîtina min, ew helwêsta europiyan beramberî Güney û filîmê
wî ne durust bû; ma gelo jiyana di bin zordestiya rêjîmên faþîst de,
nexasima di zindanên wan de wê bi çi þêweyî bê?!! Wise diyar bû ku
europiyan dîroka xwe, bi taybetî a di bin siya faþîzmê de, zu jibîr
kiribûn!!
Bi
herhal, Güney di rojên xwe yên dawî de, jiber wê helwêsta europiyan li
hember „Dîwar“, dilxemgîn bûbû, û bi kurtî di derheqa vê
yekê de gotibû: „…Pir zehmete, ku europî
bawerî bi tiþtên ku li tirkiyê rû didin, bikin…Tiþtê ku min nîþan
daye, wêneyeke zindiyî ye ji jiyana îro ya rojane li tirkiyê; ez sedî
sed bawerim wê rojek were, ku europî vê rastiyê qebûl bikin…“ (58).
Pêwiste
bêgotinê, ku çalakî û berhemên Güney li xerîbiyê jî bûne çavkaniya
tirs û serkêjekiya desthelatdarên dewleta tirkan; ew êdî li mêtodên
tolhildanê geriyan bihêviya, ku bandora wî li ser civaka tirkiyê kêmtir
bikin, jiber wê dadgehên ceneralan yên awarte (îstisnaa) fermana destdanîn
û þewitandina hemû berhemên Yilmaz, hetanî bi filîmên ku tenê di wan
de leyist bû jî, derxistin!! Û di rastiyê de jî, dezgeha asayiþê
(ewlekariyê, emniyetî) ya siyasî di roja 19.10. 1983 yan de ew
ferman (biryar) mohir kir û hemû berhmên Güney yên ketin ber destê wan
avêtine nav agir (weke ku çawa faþistên elemaniya hemû pirtûkên pêþverû
avêtibûn nava agir – I.M.).
Bêgoman
ev karê kirêt û nemirovane, li tirkiyê û ji aliyê gelek rewþenbîr,
hunermend û hetanî bi siyasetmedaran ve jî, hate reswe kirinê; tenê
jibo nemune, ezê çend gotinan di derheqa vê yekê de, bi bîr bênim:
„…Mirov
nikare vî karê hovîtî, kirêt û nemirovane bawer bike…Ziman nikare vê
tawanê þirove (wesif) bike…“
Alî Özgüntürk.
„
Tiþtekî ecêbe…Di welatê me de pirtûk û filîm têne þewitandinê…Ev
rewþ naê tehmûlkirinê…Di rewþeke wise de, tucarî dêmoqratî li
welatê me pêknayê…“
Tarik Ekan ( Akterê filîmên Güney yê „Kerî“ û „Rê“
–I.M.).
„…Ev
mêjî û kiryarên wise, dihêlin ku mirov li dijî wan kesan, rahêje çek…Vêgavê
filîmên Güney diþewitênin, lê wê rojek were, ku ew benzînê bi ser
me hemiyan ve dakin û tevî filîman biþewitênin…“
Helîm Yafuz
„…Li
vê ecêbê, ev hunermendê ku li cîhanê navdaye, dixwazin wî li ba me,
li tirkiyê winda bikin…?“
Bîdad Günyol
„…Karekî
wise derbeke mezin li huner dixê…Ev kar pîvana naskirina raman û armancên
rêjîma me ye…“ Fikrî
Saxlar (Sekretêrê giþtî yê CHP, wê çaxê –I.M.). (59).
Piþtî vê yekê, anîna navê Y.Güney û basa wî li tirkiyê
qedexe bû; jibilî wê jî ceneralan nasnama tirkiyê bi fermî jê kiþandin
û ew ji mafê hemwelatiyê derxistin; dadgehên wan bi nehaziriya wî sizayê
girtinê, zêdetir ji sed (100) salî ji wî re xwestin û herwise jî bi
hemû awayî fiþar birin ser dewletên „hevpemanên xwe“ daku li ser
axa xwe, pêþwazî li Güney nekin!*
Kiryar,
fiþar û hêviyên ceneral û hêzên paþverû yên tirkiyê dilê wan hênik
nekiribûn û negihabûn armancên xwe; jiber wê wan bi rê ya nûker û
MIT ê xwe, dest bi mêtodên polîsî û mafiya (Li dûvçûn û kuþtina
bi bêbextî) kirin.
Di
rastiyê de jî çend hewildanên wise hatine kirinê – Li gor gotina
Yilmaz bi xwe – ya herî tehlûke, li welatê Tunis ( Yilmaz demeke kurt
li wir bi cih bû bû – I.M.) rû dabû. Lê bi zîrekî û hiþyarbûna
xwe, wî dikarîbû di kêlîka pêwist de, berî opêrasyonê bi çend deqîqan,
xwe rizgar bike û ji ber çavan winda bibe; bi vê yekê Yilmaz careke din,
tekez kiribû ku ew ji rêjîmên tirkiyê û nûkerên wan zîrektir û mêrtire!!
Di
wê dema ku rêjîmên tirkiyê bi hemû halet û mêtodên xwe, bi hemû
organên ewlekariya xwe û bi fiþar û pêwendiyên xwe yên navneteweyî
ku di cenga xwe de dijî Güney bikar anîbûn daku ew ji bîr û baweriyên
xwe vekiþe û ji doza gelê xwe dûr bibe, bi serneketibûn, mixabin
dijminekî din û ji hundur ve serî lê hildabû; ewjî ew nexweþiya bêçare
a ku bi salan di henavên wî de þên hatibû…Tiþtê herî dilxemgîn
jibo wî ew bû, ku rojên jiyana wî li xerîbiyê ber bi dawî ve diçûn!!
Di derheqa vê yekê de wî wise digot:
-
Xerîbî jibo min, yanî bîranîn
û bêrîkirina kevir, daristan, balinde (teyir, tilûr) û axa welatê
mine…
-
Xerîbî jibo min, yanî
vegera welat û berdewamiya xebatê bi hemû hêz û vîna xwe…
-
Xerîbî jibo min, yanî
xwe bi miletên cîhanê bidin nasîn û herwise jî wan nasbikin…
Bi van gotinên kurt û sade, lê di heman demê de pir bi
wate, Yilmaz piþtî salekê ji mana xwe ya ji neçarî li dûrî welat,
helwêsta xwe li ser xerîbiyê diyarkiribû!
Bi
vî hawî diyar dibû, ku Güneyê bi ruh û canê xwe girêdayê axa welat
bû û xemxwirê doza miletê xwe bû; wî di gelek axavtinên xwe de dida
xwiyan, ku ewê vegerê welat û xebatê jibo doza gelê xwe berdewam bike: Min
- wî digot -
gelekî bêriya welat kiriye…Ez ji wê xebata rojane a ku li wir
dibe, dûrim…ez dixwazim tevî wê xebatê bibim û bibim parçek ji wê…!
Ma
gelo dihate bîra kê ji qîz û xortên miletê wî, yên ku demeke dirêj
li hêviya hunermendekî weha mezin bûn, daku êþ û daxwazên wan bi
zimanekî hunerî bighêne miletên cîhanê, di wê dema ku bêdengiyeke giþtî
li ser bindestiya wan hebû, ku wê di temenekî xortanî de (47 salî) ji
nav wan bar bike û here ser heqiya xwe?!
Sedcar
mixabin destê mirinê gihêþte laþê wî, di wê dema ku wî xwe amade
dikir daku filîmekî li ser dîroka kurdan çêbike!! Serê sibeha 9ê Ilonê
(sêptemberê) sala 1984 an piraniya rojname û kovarên ferensî û europî
bi manþêtên mezin li ser rûpelên yekem, nûçeya mirina Güney di nexweþexaneke
bajarê Parîs de bi sedema nexweþiya – pençeþêra me’îdê –
ragihandin…
Wise
dilê Yilmaz ê mezin rawestiya û pêre jî jiyana wî ya efsaneyî, a pir
li serêþî, çetin û di heman demê de jî serkeftin û berhemdar!
Xatirxwestina dawî
Nûçeya mirina Güney þopeke kur di dilê milyonan de û li
sersanserî cîhanê hiþtibû; ev yek eþkere di rê ya mêdiya navneteweyî
de, a ku zêdetir ji mehekê li ser jiyan, huner û berhemên wî nivîsandibû,
diyar dibû. Mixabin di nivîsareke wise de, pir çetine ku mirov hemû nivîsar
yên ku bi gelek zimanan li ser wî hatibûn nivîsandinê, bênê ser kaxezê,
jiber wê ez dikarim bi kurtî bêjim, ku filîmên Yilmaz bi heftiyan li
ser êkranên TV û sînemê li gelek welatên europî hatine nîþandanê
û bi milyonan miro ew dîtin; tenê jibo nemune, televziyona fermî ya
Yunanistanê hemû filîmên Yilmaz: ji „Hêvî“ û hetanî bi „Dîwar„
nîþanî temaþevanên xwe dabû; ji bilî wê jî helbestvanê yunanî yê
mezin Tiyodorakîs bi van gotinan þêna wî kiþandibû: „…Ez bi nûçeya
mirina vî mirovê mezin gelekî xembar bûm…Bêgoman mirina wî jibo
mirovên pêþvereû û huner di serdema me de, ziyaneke (xesareteke) mezin
bû…Wî bi rê ya hunera xwe, jiyana miletê xwe yê têkoþer jibo azadî,
pêþdeçûn û mavê mirovan, nîþanî me da…Di vê kêlîka çetin
(zehmet) de, ez jî tevî hemû miletê yunanî piþtgiriya xebata hemû gelên
tirkiyê li dijî rêjîma faþîst dikim…“ (60).
Tevî
çavdêriya dijwar a rêjîma faþîst li tirkiyê li ser rojnamegeriyê û
Yilmaz Güney û hewildanên wan daku nûçeya mirina wî belav nebe jî, dîsan
çend rojnameyan ew nûçe belavkirin, bi kurtî li jiyana Yilmaz nivîsandin
û çend berhemên wî jî bi bîranîn! Nivîskarê mezin Yeþar Kemal, yê
ku ew jî bi eslê xwe kurde, li ser mirina wî xembariya xwe eþkere kiribû
û ew weke mirovekî herî zîrek û berhemdar yê ku di jiyana xwe de rastî
wan hatiye, pesend kir û herwise jî wêjeya ( nivîsarên edebî) wî jî
bilind nirxandibû: „…Yilmaz ne tenê derhênerkî
sînemê yê baþbû, belê herwise jî nivîskarekî edebî mezin bû jî…“
(61).
Pêwiste
bê gotinê, ku netenê mirovên hunermend û nivîskar þêna Yilmaz kiþandin
û gotinên layiq di derheqa wî de gotibûn; belê herwise jî siyasetmedar
û birêvebirên dewletan jî jiyan, huner û xebata wî bilind nirxandibûn;
weke nemune, endamê deftera (büro) siyasî ya partiya komunîst a ferenesî,
Maksîm Grêmîts li ser gora wî wise gotibû: „ Güney hemû jiyana
xwe xistibû xizmeta gelê xwe û azadiya wî; û di heman demê de jî
hunera wî tê hejmartin weke hunereke þoreþgerî di xizmeta mirovahiyê
de…“ û li ser hevdîtinên xwe yên þexsî bi Yilmaz re wî wise
gotibû: „ Ew –Y.Güney – mirovekî dilmezin bû û xwedî vîneke
pir bi hêz bû jibo serkeftina doza gelê xwe ya rewa…“ (62).
Bêgoman xwedîlêderketin û guhdana mêdiya cîhanî li Yilmaz Güney
û nivîsandina gotinên layiq di derheqa wî de, dane zanîn bê tanî çi
pileyê rola vî mirovî-hunermed di pêþvebirin û dewlemendkirina çanda
navneteweyî de li ber çavan bû; lê ya ji hemûyî giringtir, rêkxistin
û rêzlêgirtina ku li ser rêveçûna cenazeyê wî hatibû kirinê; bi
hezaran mirov xatirên xwe yê dawî li salona instîtûya kurdî a parîs
(li ser weseyt-nama wî) ji wî xwestibûn û laþê wî jî di goristana
Piyêr Laþêz (goristana þoreþgerên ferensa) hate feþartinê!
Nunerê hukumeta ferensî, wezîrê rewþenbîrî, birêz Cak
Lang di pêþiya xatirxwaz û rêveçûyên cenazê Güney de bû; wî bi
navê hukumeta xwe ev gotin di derheqa Güney de gotin: „…Güney di rêzên
sînema cîhanî yên pêþîn de bû; û ew têkoþerekî mêrxas û parêzvanekî
bihêz bû jibo hemû bindest û hejaran…Wê berhemên wî, yên nemir
hertim li bîra me bin…“ (63).
Cihê
amajepêdanê ye, ku rêveçûna cenazeyê wî çend katjimêran (si’tan)
dirêjkiþandibû û bi hezaran mirov têde beþdar bûbûn; di nav wan de jî
ronakbîr û hunermendên navdar di cîhanê de, nunerên rêxistinên
ferensî û navneteweyî û herwise jî siyasetmedarên mezin li ferensa: (
M. Grêmîts û Joyî Hêrîz, endamên deftera siyasî yê partiya komunîst
a ferensa. Birêz Liyonêl Jospan, sekretêrê yekem yê partiya sosyalîst
a ferensa û nunerê Daniyêla Mêtêran – Xêzana serokê ferensa-. Li
ser navê hukumeta xwe, birêz Andrêyas Papandrêyo, baylozê yunanistanê
li ferensa. hunermendên navdar, Kosta Gafras, Patrîk Jêrao û gelekêd
mayin…). Jibilî wan jî, hejmareke mezin ji rewenda kurd yên ku ji
seranserî europa jibo xatirxwestinê hatibûn.
Roja
13.09.1984 an, katjmêr du û nîvê piþtî nîvro rêveçuna cenaza wî di
nav koma gulan de û li ser piþta makîneke fermî ya dewleta ferensî, ber
bi meydana komarê ve, di nîvê bajarê parîsê de çûbû û li wir jî
bi hezaran ferensî û xelkên biyanî tevê meþa cenaze bûbûn û ber bi
goristana „mezinan“ ve çûbûn; li gor belgenameyan, cenaze bûbû rêvçûneke
(dêmonstrasyon) nerazîbûnê (protêsto) li dijî rêjîma tirkiyê û
siyaseta wê beramberî gelê kurd; jibilî wê jî beþdaran li ser gora wî
azadî, aþtî û biratiya gelan li tirkiyê xwestin û jibo canê pak yê
hunermend û têkoþer Güney, yê ku jiyana xwe kiribû qorbana prensîpên
mirovayetî, beþdaran bi gelek zimanên biyanî sirûda navneteweyî
xwendin û piþtgiriya xwe jibo doza miletê Güny nîþan dabûn.
Piþtî
veþartina laþê Yilmaz, yekser jî wêneyê wî li tenþta wêneyên
navdarên cîhanê, yên nemir, li salona koþka (qesir) „Mezinan“ li
Parîsê bi dîwar ve kirin!
Bêgoman
Yilmaz Güney, bi taybetî li xerîbiyê bi dengekî bilind bang dikir û
digot: „ jiyana min milkê gelê mine, yê bindest û têkoþer jibo
rizgariya xwe“ û „Armanca min di jiyanê de, ne tenê pêþvebirina
hunere, belê herwise jî azadiya gelê mine“. Loma jî, wî hewqas
bayex û qedir û qîmet wergirtibû; jiber wê jî pêwiste tevgera
kurdistanî wî weke þehîdekî xwe bidenasîn û li gor bilindiya berhemên
wî lê xwedî derkeve!
Ez
dikarim bêtirs bêjim, ku çawa Yilmaz Güney (li gor gotinên ku li jorê
di derheqa wî de hatine gotinê) xezna çand û hunera cîhanî dewlemend
kiriyê, wî herwise jî bi berhemên xwe çand û hunera me ya netewyî,
a ku rehên wê dighêje hezarê salan, dewlemend û ferehtir kiriye û ew
bi xebata xwe bûye cihê serbilindiya gelê kurd, yê ku hîn jî jibo
serbestiya xwe têkoþanê dike, daku cihê xwe yê layiq di þaristaniya nûdemê
de jî bigre! Jiber vê yekê bayexdan bi
berhemên Güney, daneheva wan ji windabûnê, parastina wan bi þêweyê
layiq û pênasîna wan li cîhanê, ergekî neteweyî giringe, ku dikeve
ser þanê (milê) hemû kurdperweran!!
Di dawiyê de, pêwiste bi bîr bênim, ku beþdariya Güney di
dewlemendbûna xezna çanda cîhanî de gelekî berbiçav bû; wî di temenê
xwe yê kurt de (47 sal, ji wan 13 sal di zindanan de derbas kiribû) pênc
roman û zêdetir ji sed kurteçîrok û sênaryo nivîsandine, 23 ê filîmên
balkêþ û serketî li ser babetên civakî-siyasî derhênane û herwise jî
di zêdetir ji 120 filîmên sînemê de jî leyistiye?!!
Di
derheqa vê yekê de, rexnevanekî sînemê gotibû: tiþtê ku Y.Güney di
temenê xwe yê kurt de afirandibû, mirovek nikare di sed salî de jî
hewqas berhem bi afirêne!!
Jidêvla kotasiyê ve
Xwendevanê
berêz:
Yilmaz
Güney di cejna gelê kurd a netewyî “Newroz” de li instîtuya kurdî
li parîs ê roja 18 ê avdarê sala 1984 an, gotinek pêþkêþ beþdaran
kiribû; jiber giringiya wê gotinê, a ku bi dîtina min weke
wesyet-nameyekî jibo hemû welatparêzên kurd, nifþê nûhatî û hemû
miletên Rojhelata Navîn tê hejmartin, ez wê bigiþtî, weke ku di kovara
instîtuya kurdî „Hêvî“ hejmara 3 / Sibat 1985 an de hatiye ( bê
guhertin), jidêvla gotina dawî ve pêþkêþî we dikim:
Hevalên
min ên hêja,
hogirên
min,
û
hemû mêvanên hêja,
Hun bi xêr hatine, silav li we…
Wekî hun dizanin, Newroz ji bo gelê kurd nîþana berxwedana dijî
zaliman û zordestiyê, dijî dilsarî û teslîmiyetê, nîþana þerê
azadî û serxwebûnê, nîþana yekîtî û hevgirtinê ye.
Ez dizanim ku dilên hevalên ku îro li vê derê civiyane bi tevayî
bi van hisan (hest-I.M.) lê dixe. Ewê
dilê zarokên me jî ji bo van hisan lê xe. Ji bo azadî û serxwebûnê,
ji bo ku belavbûnê vegerînin yekîtiyê…
Heya îro di ber van amancan de gelek gorî hatin dayîn, wê hê jî
bên dayîn, ji ber ku bê gorî serketin ne mimkin e. Divê ku em xwîn û
hêsran bidin ber çavan. Em dipirsin: gelo kes dikare dengê dilekî tejî
ezm û inyat (vîna berxwedanê-I.M.), tejî bawerî bibire? Em dîsan
dipirsin: gelo mimkin e ku serê gelekî (milet-I.M.) ev qas biqerar, ev qas
mêrxas û fedakar bê tewandin? Tucar…
Gelî hevalan, cefa, stem, belengazî, xwîn û hêsrên çavan
qedera gelê kurd nîne. Em vê
qederê red dikin, em vê qederê nas nakin. Em naxwazin ku zarokên welatekî
ji çar alî de iþxalkirî (dagîrkirî-I.M.), mistemleke (bindest-I.M.)
bimînin, dixwazin bibin zarokên welatekî kurdî serbixwe, yekbûyî û
azad, zarokên Kurdistanê. Em dixwazin li welatê xwe, li ser axa xwe, bi
zimanê xwe stranên evîn û azadiyê bistirên.
Em dixwazin dinya xwe bi destên xwe ava kin, axa xwe bi destên xwe
bi kar bînin, teþeyên nû bidin wan û em dixwazin li ser axa xwe di bin
ala xwe de serbest û serbixwe bijîn. Em dîsa ji bîr nakin ku menfeeta (
berjewendî-I.M.) karker, gundî û xebatkarên kurd, tirk, ereb û ecem di
avakirina dewletên yekbûyî û xurt de ye. Lê yekîtiyek weha bi pêkanîna
hoyên (þertên) yekîtiya bidil mimkine. Heke ev tunebe, ev yekîtî xewn
e, ji vê bûnê li pêþiya me bi tenê rêyek heye: him li nav xwe û him
jî li dervayî xwe têkoþînek piralî…
Gelî hevalan, amanca kesên ku îro li gelek hêlên Kurdistanê, li
serê çiyan, li deþtan, di zindanên faþîzmê de li dijî stem û zulmê
þer dikin, tên kuþtin jî her eve. Emê bîranîna wan ên ku di þer de
hatin kuþtin, ku di vê rêyê de þehîd ketin di dilê xwe de û di têkoþîna
xwe de xwedî bikin û bidin jiyandin.
Xwezî
bi wan ên ku bi berxwedan mirin. Û bûn agirê meþala serxwebûn û
azadiyê. Pir xwezî bi wan! ..
Hevalên hêja, tê bîra we, di cejna ku ji bo vebûna Enstîtuya
kurdî hatibû çêkirin min awa gotibû: Enstîtuya kurdî ne di xizmeta
filan an bêvan grûbê de ye. Enstîtu malbendeke zanistî ye ku di xizmeta
temamiya neteweyê kurd de ye. Xebat û icraeta salekê, ez bawerim, van
gotinên min rast derxistin. Bila herkes baþ zanibe ku ewê Enstîtu
karakterê xwe yê serbixwe û bêalî, avahiya xwe ya demokratîk di ser
her tiþtî de bigre û biparêze. Ewê tucar mekeve dafika polemîk û
xirecirên siyasî yên stewr. Divê ku hun jî Enstîtuyê weke çavê xwe
biparêzin û piþtîvaniya têkoþîna wê bikin.
Hevalên min, Enstîtu þitlek tovê serxwebûnê ye û berhema têkoþîna
ku neteweyê kurd heya îro daye ye, pêþveçûn û xurtbûna wê bi xebat
û hevkariya we ve girêdayî ye. Emê li dora Enstîtuyê bicivin û li
gora karîna xwe alîkariya wezîfên ku wê daniye pêþiya xwe bikin. Emê
zanibin ku þerê serxwebûnê tevahiyek e. Carna nivîsandineke du rêz ku
rastiyê îfade dike, ramanek, carna qîrîna stranek ku di dilê xelkê de
deng dide, carna mizrabek ku li têla tenbûrê dide, pirîcar ji bombeyek
atomî xurtir in. Ji ber vê yekê ye ku divê em di her warên jiyanê de
þerkarên baþ, þerkarên jêhatî bin û divê ku em þerkarên weha bighînin.
Divê ku em baþ, pir baþ li tenbûra xwe xin; divê ku em xweþ,
pir xweþ stranan bistrên. Divê ku em wêneyên baþ, pir baþ çêkin.
Divê ku em çîrokên baþ, helbestên baþ, romanên xurt binivîsînin.
Divê ku em zana, dîplomat û teknîsyenên xurt bighînin. Divê ku destê
me him baþ qelemê, him makînê him
jî çekê (sîlihê) bigre. Divê ku carna tenbûra me bibe çek, carna çekê
me bibe tenbûr. Dîsa em baþ dizanin ku ê ku stranên baþtirîn, gotinên
rastirîn dibêje gulleya ku di ciyê xwe de hatiye bi kar anîn e.
Hevalno! Çiyayên me, deþt û çemên me li hêviya me ne. Em
naxwazin emrê xwe tev li xerîbiyê derbas kin û stranên xerîbiyê bêjin.
Em xelkekî wisan in ku bi mêrxasiya xwe destanan nivîsandiye û ezm,
biqerarî û hoyên me têr dikin ku bi ser dijwariyên pêþiya me kevin.
Þoreþgerên demokratên tirk, ecem û ereb wekî parastgerên
mafê gelê kurd ê bi xwe tayînkirina qedera xwe, perçeyek vî þerî ne
û þerê dijminê miþterek dikin. Biratiya çînî ya çînên bindest yek
ji xurtirîn çekên me ye.
Bila dost û dijmin, herkes zanibe ku emê bi serkevin, miheqeq bi
ser kevin. Wekî þerkarekî azadiyê mirin ji wekî kole jîndinê çêtir
e! ( Mirina bi azadî baþtire ji jiyana bi koletî-I.M.).
Bijî
Kurdistana serbixwe, yekbûyî, demokratîk!
Bijî
bratî û piþtîvaniya gelên tirk, kurd, ecem û ereb!
Û
bijî Enstîtuya kurdî.
Dawî!
--------------------------------------------
Jêder
û têbînî:
(56)
– Rojnama “14 Oktober“,
ya Yemen ê, roja 24/9/1984. (bi zimanê erebî).
(57)
– Kovara “Berbang“, Çavkaniya
berê.
*
Li gorî hin agehdariyan; di zindanê de û jiber cûreyên xwarinê, êþa
penceþêra me’îdê li Yilmaz peyda bûbû!
*
Ev filîm ê yekem bû ku li derveyî welat çêliribû û mixabin yê dawî
bû jî di jiyana wî de!!
(58)
– Kovara heftane “Ber bi 2000 an ve“, 8 ê gulanê (mais) 1988 an (bi
zimanê tirkî).
(59)
– Ev gotin hemû ji çavkaniya jorê (bi zimanê tirkî) rûpel: 18,19 û
20 hatine wergirtinê.
*
Jiber vê fiþarê, dewletên Elemaniya û Berîtaniya,
tevî nerazûbûna miletên xwe jî, pêþwazî li Y.Güney nelirin!!
(60)
– Rojnama “ L’mund “, ya roja 12/09/1984 (bi zimanê ferensî).
(61)
– Rojnama “ L’mund “, ya roja 11/09/1984 (bi zimanê ferensî).
(62)
– Rojnama “L’Humanitê”, roja 10/09/1984. Organa Partiya Komûnîst
a Ferensa.
(63)
– Rojnama “ L’mund “, Çavkaniya berê.
|