Ferhenga Kurdî- Almanî / Kurdisch- Deutsch/ û Almanî-Kurdî/Deutsch-Kurdish

Weþaneke Nûpûnû

 

 

Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist

Abdulkadir Ulumaskan


Feheng ji aliyê Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist hatiye derxistin. Bi kurdî û Almaniya xwe li dora 25.000 peyvan e. Çend peregraf ji pêþgotina ferhengê wiha ne:

„Hewcedarî bihêz e, dehfdar û afrêner e, li kesî nasekine, ji gel, xwedîgotin û birêvebirên erda xwe, kes, kategorî û saziyên pêwendîdar, bersivê, çareseriyê, dermankirina derd, kewandina xwestekan, dagirtina valahiyan dixwaze.

Ji xwe ew tiþtê ku jê re objektivîte û derveîradeyî jî tê gotin, bi aliyekî xwe jî ev e, ne tiþteke din e.

Hewcedariya bi ferhengeke Kurdî-Elmanî û Almanî-Kurdî jî hewcedriyeke ji vî celebî ye.

Bi kêmanî ev du sal in vê hewcedariyê bi pêxêra me girtiye, di kesayetiya bi sedan þagirt û xwendevan de „ ya ferheng û ya ferheng“, devê xwe vedike „ ferheng“ û devê xwe  digre „ferheng“ dibêje.

Hewcedarî bi nisbeta hejmara hewce, bi nisbet û dereceya kategorî û beþên civakî himbêz dike, ewçendî jî xwe ferz dike û ku wiha jî bû saziyeke cidî vê hewcedariyê nikare di ser guhên xwe re bavêje.´

Em hatin cîh û qonaxekê ku hew serifî, hejmara xwendevanan zêde bû, kursan dan pey hev û xwesteka ji bo ferhengekê mestir bû.

Hewcedarî jî mîna xwe namîne, îro bi þiklekî ye û sibe dikeve rengekî din. Dibe ku bersiva îro sibe têr neke, yan jî her ji îro de li diwanzdehan nedabe, ne bîst û çar eyar be.

Dibe ku bersivdayîna hewcedariya bi ferhenga Almanî_Kurdî û Kurdî-Almanî ne ji sedî sed be, ne bêkêmanî û þaþî be.

Belê em dilniya û ji vê xizmetê piþtrast in, ku em bi vê ferhengê, erkekî ji erkên di serê rojevê de û daxwaza bi hezaran þagirtên kurd û herkesê li Almanya dixwaze kurdî fêr bibe, tînin cîh:

25.01.2010

Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org