|
|
- BO
ZIMANÊ KURDÎ
- C.D'YÊN
BÊ PERE
- K.M.Ç
-
-
- Destpêk:
-
- C.D'ya
«Fêrbûna Zimanê Kurdî» di sala 2007'an de, bi xebateke dûr û dirêj,
bi xebata di hindir xaniyan de berhemek derket, ev berhem jî bû cara
yekemîn ku C.D'yeke zimanê Kurdî di hindir welêt de, û bi taybetî
di hindir baþûrê-rojava de çê dibe.
-
- Tevlî
þert û mercên giran yên li hindir welêt, anku li Rojavayê
Kurdistanê, tevlî ku dewleta Sûriyê fêrbûn û fêrkirina Kurdî
weke tawanekê dihejmêre jî, em xebata zimanê Kurdî ji her tiþtî pîroztir
dibînin û berdêla wê jî çi be em ê bi dilxweþî pêþwazî
bikin.
-
- Me
di xebata sal û nîvekê de karîbû C.D'yek bo fêrbûn û fêrkirina
Zimanê Kurdî amade bikira. Kêmasiyên me gelek in, lê divê em bidin
zanîn jî ku her tiþtê vê C.D'yê di hindirê malan de hatiye
amadekirin. Ji tomarkirina dengan de bigire ra çapkirina berg û
C.D'yan.
-
-
- Sala
2007'an:
-
- Di
sala 2007'an de û bi alîkariya hin aliyên siyasî, me karîbû 1000
C.D belav bikira. Ev C.D guhartoya/verasiyona 1.00 bû.
- Her
qabek tê de:
- -
C.D'yeke «Fêrbûna Zimanê Kurdî».
- -
C.D'yeke Linuxa Kurdî.
- -
Ferhengokek bo zaraweyên Komputerê.
- -
Katalogek bo daxistina Linuxa Kurdî.
- -
Bergeke du-rû û rengîn.
- Buhaya
her qabekê 100 P.S bû /anku 2 dolar/. Lê di rastiyê de, lêçûna
her yekê ji wan bo me hatibû 135 P.S /anku nêzîkî 2.35
dolar/.
-
-
- Sala
2008'an:
-
- Di
sala 2008'an de, me xwe bû projeya 500 C.D «Fêrbûna Zimanê
Kurdî» bê pere amade kir, lê vê carê bi
guhartoya/verasiyona 1.50, anku me hinek guhertin xistinê.
- Ew
C.D di herêmên Kurdan de li her derê belav bû û bi kêfxweþiyeke bêpayan
û bêhember hate pêþwazîkirin. Bi taybetî dilê zarokên Kurdan pê
geþ bû.
-
-
- Sala
2009'an:
-
- Di
NEWROZ'a 2009'an de, me xwe bû projeya 1000 C.D «Fêrbûna
Zimanê Kurdî» bê pere amade kir, dîsa bi
guhartoya/verasiyona 1.50 û bergeke rengîn, anku me xwest ku em beþdarên
NEWROZ'ê bê diyarî û êdîgar bernedin, lê bi qasî derfetên xwe.
Ev 1000 C.D di NEWROZ'ên Qamiþlo, Helebê, Kobanî, û Efrînê de
hatin belavkirin. Di belavkirinê de, hin aliyên siyasî bûn alîkar.
-
-
- Dîsa
Sala 2009'an:
-
- Ji
ber daxwaza gel û Kurdîhezan, me careke din C.D'yên bê pere çê
kirin. Vê carê jî, di meha 5'an de, me 300 C.D bê pere belav
kir. Ew jî dîsa bû cihê kêfxweþiyê.
-
- Kurdino...
zimanê me heyîna me ye, wek her Mîr Celadet digot:
- «Bê
ziman Kurdîtî ji we re ne ti rûmet e»
-
- Em
bamg li her kesî dikin da ku di projeyên geþkirina zimanê Kurdî de
bibin alîkar, bila ti kes, dezgeh, rêxistin û partî li hember
siyaseta DIJ-KURDÎ bêdeng nemîne.
-
-
-
K.M.Ç
- Rojavayê
Welêt
-
|
|
|