|
Wergera pirtûka Shakespeare û bêcidiyeta wergerê kurd Lokman Polat
Xwendevanê
kurd ên ku wergera Soneyên Shakespeare ya bi wergêra Kawa Nemir bixwîne
dê bimîne þaþ û ecêb. Ji xwe re lê binêrin, Shakespare di berhama
xwe ya edebî de behsa edebiyatvanên kurd, behsa bapîrê edebiyata kurdî
Ehmedê Xanî û berhema wî ya nemir Mem û Zînê kiriye lê haya
xwendevanên kurd jê tunebûye(!) Dîsa
Shakespeare behsa Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran kiriye, navê van nivîskarên
nemir yên kurd li cîhanê belav kiriye û haya kurdan jê tunebûye (!)
Spas ji Kawa Nemir re ku kurdan ji vî tiþtî haydar kir (!) Hinek berhema
nemir a Ehmedê Xanî “Mem û Zîn”ê ji “Romeo û Juliet”a
Shakespeare giranbuhatir dibînin. Gelo nebe ku Shakespeare berhema xwe ya
bi navê “Romeo û Juliet” ji ber berhema Ehmedê Xanî ya nemir “Mem
û Zîn”ê wergire (!) Henek
li cihek, lê tiþtê ku wergêr Kawa Nemir kiriye ji henekê jî wê de tiþteke
gelek xirab e, tahrîfateke bêsewiye û bêcidîyet e. Spas ji malpera
“Diyarname”yê re ku bala xwendevanan kiþandiye ser vê bêcidîyetiya
wergêr Kawa Nemir. Di malpera “Diyarname” de bê þîrovekirin wergêra soneyên Shakespare ku Kawa Nemir wergerandiye pêþkêþê xwendevanan kiriye. Malpera “Diyarname” bi sernavê “Çend mînak ji wergera Kawa Nemir” wiha gotiye: “Helbestvan û werger Kawa Nemir demek berê soneyên William Shakespeare wergerandin kurdî… Di wergera xwe de Kawa Nemir navê Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mem û Zînê, Cegerxwîn bikar aniye.
(Dehaq
dehaqê efsaneya Kawa û Newrozê ye.) “Da
rindiya Mem bo mirovên ku bên bimîne.” Rûpel – 91 – Sone – 19 (Mem jî Memê Alan e anku Memê dastana Mem û Zînê ye.) Di
Soneyên, Sone 21, Sone 32, Sone 35, Sone 125. de jî navên kurdî hatine
bikaranîn. De
ji xwe re li cidîyeta wergêr binêrin! Û þîroveya wê bila xwendevan bi
xwe bikin. Divê
werger li gorî þêwaz, rêziman û rastnivîsîna wî zimanî be. Û her
wiha divê orîjînala wî neyê xirabkirin û wekî ku Kawa Nemir kiriye bi
kêfî gotin û nav û tiþt, miþt lê neyêne zêdekirin. Dema mirov li
gor pîvanên zanîstî yên hunera wergerê li wergerên Kawa Nemir dinêre,
wergerên wî ji tiþtek re nabin, têde tahrîfat hene, lêzêdekirin heye. Wekî
çend gotinên dawî ez vê bibêjim; Ji hemû zimanan bêtir pêwîstiya
zimanê kurdî bi wergerê heye. Divê kurdî bi wergerê bê dewlemendkirin
û pêþbikeve. Divê hemû cure pirtûk li kurdî bêne wergerandin. Ji bo
bi þêweyeke profesyonelî karê wergerê bi rêk û pêk were weþandin pêwistî
bi sazgehên wergerê heye. Ji bo pêþveçûna çand, edebiyat û zimanê
kurdî rola kovarên kurdî û malperên kurdî (weþanên elektronîk yên
bi kurdî) gelek girîng in. Hem ji bo dewlemendiya naveroka kovar û
malperan werger pêwîst in. Hem jî ji bo pêþketina çand, edebiyat û
zimanê kurdî werger pêwîste. Lêbelê divê wergêr bidirustî karê
wergerê pêk bîne. Shakespeare
dibêje: “Tu mîras bi qasê dirustiyê dewlemend nîn e.” Divê
mirov dirust be û cidî be. Kar û xebata xwe bi þêweyeke cidî û bi cidîyet
pêk bîne. Divê
Kawa Nemir dev ji bêcidîyetiya xwe berde û kar û xebateke cidî di hêla
wergerê de bike.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org