Bapîrên me zargotina me çawa didîtin?

 

Mihemed ELÎ, efrin2612@hotmail.com 

 

 

Îro her rewþenbîrekî Kurd, ku tova netewî di singê wî de hebe û þax dide. Îro her Kurdekî ku xwîna Medya, Botan, Baban, Soran, Behdînan, Dêrsim, Bedirxan û Þêx Seîd di rehên wî de hebe û diherike, ew ê bi rewþa kambax a netewiya xwe xembar bibe. Kurdayetî wek nexweþê bi merezekî bêderman ketiye pir dinale û jan dide, em giþ jî li hawîr rûniþtîne, yan bala me lê ye yan jî na, yan me hay jê heye yan jî me guhên xwe ji zarîna wê bihemd veguhestine!! 
 
Em dibînin çawa ew roj ji rojê diçilmise, dihele û berve mirinê diçe, em dibînin çawa kurm û qiradan berî laþê wê kiriye û jê çênî û lîmeyan jêdikin. Em bêçar in ku dermanekî jê re bibînin...!
Gelo, mirov dipirse, sedema bêçaretiya me, rastî ku derman nîn in, lê em tiral in, em naxwazin xwe ji bo xatirê çavên vê keçika bedew û dayîka zîz biwestînin û bûka nazenîn ji hêsiran bixeydînin?
 
Aya, em tu caran li xwe vegerîne û em ji xwe pirsîne ew kesên ku kurdayetiya delal, kurdayetiya xwerû û resen radestî bav û bapîrên me kiribûn, ew jî wisa tiral û bêxêr bûn? Gelo ew jî mîna me bûn, lê wan li ber xwe dabû û li çare û dermanan digerîn?! Ev pirsên han li ba mirovê, ku ji ber helîna neteweya xwe dilsoj e, derdikevin, ew pirsên xemxurên jana Kurd û Kurdistanê ne. Her dem û solix tova netewî di sîngê xwediyê pirsan de dilebite, azar û êþa wî dehbare dibe, ew ji xwe dipirse û kûr diponije…
 
Di van rojên dawîn de ez li ser tora internet pêrgî xebatên hin rewþenbîrên kurd, ku xwedî vê tova newetî bûn, hatim. Berî sed salî dilê wan dijosî û xem û qisaweta netewî ew xembar kiribûn, ku bilez li dermanên nalîna netewiya xwe bigerin, bilez êþ û kovanên dayîka zîz, pêsîra germ hêmin bikin. Tevî ku wan dermanên rast û tekûz dîtibûn jî, lê mixabin û hezar mixabin, lawên wan wisa tiral bûn ku birîn û merezên neteweya xwe heya serî tîmar nekirin û ji ber wê yekê jî vaye ta roja îro birîn û merez vekirîne û hê jî nekewîne. Vaye jana Kurdî hê jî hawar e, vaye dayîka me hê jî roj ji rojê dihele, diqîre û gazî dike, lê em li kû ne, em çi dikin û em ê kû ve biçin û çi bikin, em ê bi çi rûyî rûpelên dîroka xwe ji nifþên pêþrojê re dagirin…!?
 
***
 
Di kovara “the international journal of Kurdish studies” de, ku bi zimanê Îngilîzî derdiçe û di hejmara xwe ya 14’an a sala 2000’an de, mijara “Proverbs of Kurdistan” Metelokên Kurdistanê, bûbû mijara sorax û lêkolînê. Min xwest ez mijarê bi zimanê kurdî ligel hin biserxistinên kesane belav bikim, ka belkî em bersiva hin pirsên jor bidin.
 
 ... Piþtî þerê jiyanê yî yekemîn û rûxandina împeretoriya Osmaniyan, gelên ku ev împeretorî ji wan pêk dihat, her yekî bizav dikir ku li kesayetiya xwe ya netewî bigere, lewre giranî didan ser regezên ku vê kesaytiyê diselimîn, ev regez jî mîna mercên sereke ji bo çespandina mafê serxwebûn û rizgariyê hingê dihatin hejmartin. Kurd jî wek gelekî ji netewiyên ku dewleta Osmaniyan ji wan pêk dihat di heman rewþê de bûn. Rewþenbîrên Kurd ev rastî hê jî berî têkçûna Împeretoriya Osmaniyan raxistibûn ber çavan û ji zû ve arezûya dewletên mêtînger a dagirtina Kurdistinê û çewsandina miletê Kurd bi xelkê didan zanîn û xelk hay kamneyên qirêj ên van dewletên mêtînger dikirin. Mîqdad Mîdhat Bedirxan di rojnameya Kurdistan di sala 1898’an de vê rastiyê di gotareke xwe de derpêþ dike û dinivîse:
 
“...Di van heyamên wisan de pevçûn ê bi dilcamêrî û dilawerî nayên çareserkirin. Hêmanine nû li cîhanê peyda bûne, ev hêman ji gule-avêjan û bombeyan pêk tên, bêyî xwendinê mirov ê nikaribin van gule-avêjan hilberînin, nexwe dê nikaribin wan bi kar jî bînin, di encamê de ew mêrên leheng (mebesta wî lehengiya mêrên Kurd e) ê destpûç bimînin... Îro dijminê ol û neteweya me Rûs in, Rûsan pir gelên Musulman veguhestin Xiristiyaniyê û destê xwe daniye ser welatê wan, çavên Rûsan li welatê me ye, çavên wan li Kurdistanê ye, îro heke em xwe bi çekên nûjeniyê amade nekin û li ber welatê xwe nedin, ji min bawer bikin di demeke kurt de Kurdistan jî dê bê pelixandin û jiholêrakirin ….”
 
Li cihekî din Miqdad wisa dinivîse:
 
“...Kurd teqez nezan (mebesta wî nexwende) bûn, divê bê aþartin (em li xwe mikur werin) ku Kurd di radeya herî bilind a nezaniyê de ne, em nabêjin bi sedan, lê bi hezaran! Ka çend ji wan Quranê dixwînin? (hingê Quran hêmaneke xwendin û zanînê bû, mebesta wî ne olperestî ye). Kurd divê têbikoþin ku endamine çalak di civaka Osmaniyan de- ya rast di civaka Îslametiyê- de bimînin. Heke Kurd wisa nekin, ê mîna þêrpençeya ku ji ber nezaniyê derdiveke ji laþeyekî bê avêjtin…
 
Di van her du nivîsarên Mîqdad de, mirov bi teþeyekî penî û aþkere qîrîn û bizava rewþenbîrên Kurd ji bo ku civaka xwe ji bin nîrên nezaniyê derxînin, hîs dike, çimkî serdem serdema zanînê bû, ew civakên ku berê xwe di bin sîpera tenatiyê û hêza Osmaniyan  yan jî çekên kevneþopî de diparastin, ê nema li ber derketina hêz û mercên nû yên cihêreng xwe biparastana, lewre rêya tev girîng ji wan civakan re xwendin û zanîn bû,  wek Mîqdad jî gotibû, dem gule-avêjan dixwaze û gule-avêj jî zanînê dixwazin, ango mêrantî û xedariya ku Kurdan xwe demeke dirêj pê diparastin, nema sûdbar û bi kêr dihatin.
 
Piþtî þerê cîhanê qedî, hêzên hevpeyman û þikestî li konfêransa Parîsê civiyan, piþtî ku Wîlson (serokê Emerîka) çardeh xalên xwe yên ku tê de mafên gelan ji bo biryardana çarenûsa xwe hatibû destnîþankirin, bizaveke teze û çalak di nav rewþenbîrên Kurd de peyda bû ku xwe ji jiyanê re wek neteweyeke serbixwe û hêjayî ku mafê biryardana çarenûsa xwe bigere, pêþkêþ bikin.
 
Ev hewl û bizav di nivîsarên rojnameyên ku Kurdan wê demê derdixistan de diyar û penî ne. Di her du rojnameyên Kurdistan û  jîn de, rewþenbîrên Kurd ximava xwe bêrawestîn li ser mafê Kurdan û hevsaziya rewþa wan bi xalên Wîlson re dirijandin. Di van gotaran de rewþenbîrên Kurd ji hêzên serkeftî yên hevpeyman doza welatekî Kurd li Îran, Tirkiye û Îraqê dikirin, di gotarekê de nivîskarekî Kurd wisa dinivîse “Kurd li herêmên xwe li Îran, Îraq û Tirkiyê, rêjeya herî mezin in, lewre divê mafê wan li gorî xalên Wîlson bê danîn, tenê ku cîhan Kurdan dereveyî bûneweriya mirovantiyê dibîne, hingê divê mafê wan (Kurdan) neyê dayîn…!!”
 
Li rex van bang û tikayên Kurdan ji konfêransa Parîs re û li gorî rewþa ku heyama nû afirandibû, kurdan divyabû li gorî mercên heyî jî bixebitin. Hingê konfêransa Parîsê þande rêdikirin herêma rojhilata navîn û wan þandeyan ê angaþt û behreya gelên ku doza serxwebûnê û biryardana mafê çarenûsa xwe dikirin, seh bikirana. Lewre kurdan divyabû ji hêzên mezin re dûpat bikirina ku xalên Wîlson li ser wan jî dimeþin û ew hevsazên rewþa nû bûn. Siyasetmevanekî wê serdemê der barê van þandeyan de wisa dibêje “... Ev þande mîna ezmûnên giþtî ji bo gelên hejar hatibûn amadekirin, di van ezmûnan de ev gel divê behreya xwe nîþan bidin ku hinek takemafan bi dest bixin…”
 
Lewre hemî rûpelên rojameya jîn a ku hem Kurd û hem jî cîhana derve raçav dikirin, ji xwendevanan doza ku bi serbilindî dîrok, ziman, çand û wêjeya xwe ji cîhanê re destnîþan bikin û li gorî mercên nivar tevle xwendin û zanîna serdemê bibin, dikir.
Bizava hiþmendên Kurd di vê heyamê de ew bû ku doza gelê xwe berve welatê newetî ve bajon, çimkî wan dizanî ku serdem serdema neteweyan e, netewîtî ji aliyê hêzên mezin ve hem tên gurkirin û hem tê pejirandin, belê wan di vir de li neteweyên din jî dihinêrîn û dizanîn ku hêmanên neteweyeke tekûz ku kesayetiya gel diçespînin divyabû bi cih bibûna, ev hêman jî ji dîrok, wêjeya nivîskî û helbet ziman pêk dihatin. Ziman jî pir regezekî girîng bû, ku Kurd hem biselimîn ew neteweyeke cuda ji Osmaniyan bûn, û hem jî destnîþan bikin ku zimanê wan fireh, dewlemend û nerm e, ku dikare li gorî serdema nû xwe bihûne. Li ser vê rastiyê rewþenbîrên Kurd doza welatparêzan dikirin ku bêtir keda xwe bidin ser xwendin, ezgerî (reform) û standerkirina zimanê Kurdî ku bibe zimanê hemî neteweya Kurd û sînorên zaravayan derbas bike. “Komeleya raperînê a Kurdistanê” hê jî berî þerê cîhanê giranî dabû ser vejînkirin û belavkirina xwendina zimanê Kurdî, komeleyê sêwiraneke ji bo xwendina netewî ku ji bîst xalan pêk dihat weþandibû, ji van xalan:
 
- Hemî berhemên ji alî helbestvan, danyar û hiþmendên Kurd ve bi zimanê Kurdî hatine weþandin, ê bi bergekî nû û nivar bên çapkirin û derkevin pêþberî xwedevanan.
- Ferhengekî ku hemî zaravayên Kurdî dicivîne dê bê lêkdan û weþandin.
- Berhem û pirkûkên rêzimanî yên heyî û guncav ê ji nû ve bên çapkirin.
- Kovareke ku metelokên kurdî ji hemî zaravayan dicivîne dê bê derxisitin.
- Agahiyên der barê fêr, kevneþopî, destan, efsane, destekarî, saz û kuilamên Kurdî yên gelêrî dê bên berhevkirin, vekolandin û weþandin.
- Desteyên lêkolîneran ê biçin herêmên ku Kurd lê rûniþtvan û niþtecî ne….
 
Tiþtê tev balkêþ di van xalên jorîn de, ezgeriya ziman û komkirina wejeya devkî ya Kurdan e, ev jî di damezirandina “komeleya pêþxistina zimanê kurdî” de hat bercestekirin. Der barê wêjeya devkî, ne tenê ji bo Kurdan lê li hemî cîhanê di wê demê de wêjeya devkî weyn û rokele sereke bo vejînkirina kesayetiya netewî ya gelan dilîst. Ev wêje ji gelên mîna Kurdan re yên ku gencîneya zimanê wan a nivîskî newaz û lar bû, regezekî bingehîn û resen ji zimanê netewî re dihat dîtin, ji ber ku hemî gel dikare xwe bi asanî bighîne vê gencîneya zimanî û têgihîþtineke netewî li ser xîma ziman bafirîne. Ji aliyekî din ve, ev wêje mîna girovekî reseniya zimanê netewî dihat bercestekirin, çimkî ew pir xavî û resen bû, ku ne bêjeyên biyanî têperî nav bûbûn û ne jî koka binesaziya wî hatibû mezixandin.
 
Tiþtekî din î balkêþ ew bû, ku bêlîkirina dîroka helbest, metelok, efsane û destanên ku bi vî zimanî dihatin vegotin, ê dîroka vî zimanî jî bêlî bikira û di encamê de dê dîroka gel jî bêlî bikira ku çiqas kone û kevinar e! Ev jî takemafek di berjewendiya ziman û axivînerên wî de bû. Li ser vê bingehê pêvajoya komkirina wêjeya devkî pêdivî û mercekî pir girîng û jênerev bû ji bo rewþenbîrên kurd, ku wêjeya nivîskî fireh bikin û ev jî mercek ji mercên netewîbûnê yên wê serdemê bû.
 
Sêwirana navborî bo pêþxistina zimanê kurdî di rojnameya jîn de belav dibû, nemaze banga komkirin û berhevkirina çîrok, salix, rûdan, destan û efsane… Komkirin û weþana metelokên kurdî jî cihekî balkêþ di sêwirana “komeleya pêþxistina zimanê kurdî” de girtibû, der barê vê yekê de yek ji endamên komelyê Xelîl Hayalî armanca komkirina metelokan wisa diderbirîne:
 
“... Komkirina hemî metelokan, ne xem e ew guncav in an jî argo ne…komkirina hemî çîrok, destan û efsane, ne xem e, ew guncav in lê argo ne… komkirin û dahûrandina hemî çeþnên helbest û wêjeya kurdî ku li nav girseyê belav bûne, mijar û naveroka wan ne xem e…”
 
Rewþenbîrên komeleyê hingê xelkê asan û takekes jî sor dikirin ku metelokan kom bikin û soza xelat û yadîgarên diravî jî ji wan re datanîn
 
 “...takekesên ku çîroka reseniya metelokên di tu pirtûkan de nehatine weþandin kom bikin û ragihînin komeleyê, dê xelatên next werbigirin...”
 
Du rewþenbîrên Kurd bi navê Reþîd Law û Hilmî Sivereklî ji zû ve bi pêþnûmeya komkirin û dahûrandina metelokên Kurdî mijûl bûbûn, wan heþt gotar di rojnameya jîn de ji vekolandina metelokên kurdî re terxan kiribûn ( di hejamrên 3,4,5,7,8,14,19 de hatin weþandin).  Ev gotar ji pir hêlan ve balkêþ in, yek) bêtirî 150 metelok ligel wergera Osmanî hatibûn rêzkirin, du) hin metelok bi teþeyekî zanist û matmayîn girêdayî rêbaza sêwirana komeleya ziman a Hayalî hatibûn ravekirin, sê) Destnîþankirina çavkaniyên Ewropî ku bi metelokên Kurdî berê mijûl bûbûn jî girova ku rewþenbîrên Kurd pir baþ ji van berhemên Ewropiyan  agahdar bûn, hêla dawî jî ew e ku, zendên(þîroveyên) ligel deqên ku rewþenbîrên Kurd li ser metelokan danîbûn, dihêle mirov hîs bike ku ew rewþenbîr ji xwe hay bûn ku li ser pêþnûmeyek (projeyeke) netewî dixebitîn (ango ev metelok bi mebesta sorkirina hestên netewî dihatin þîrovekirin).
 
 
Angorî Reþîd Law, ku pênc gotarên destpêkê li ser metelokan nivîsîn, metelok weyneke mezin di nasandina zimanê Kurdî de ji cîhanê re dilîzin “...pêdivî nîn e mirov girîngiya metelokan rave bike, çimkî ew nimûneyên herî diyar ji terzên derbirînê re ne û radeya peresînê ya ziman gihîþtiyê dinimînin, an jî ew alavên xwederbirîna civaka ku rewþa xwe ya heyî bi wan derpêþ dike ne. Ev jî teqez li civaka Kurdî tê, civakeke hîn birêkûpêk nebûye û hemî dîmenên hebûna xwe di van metelokan de dihûnîne… ”
 
Reþîd di gotarên xwe de destnîþan dike ku zimanê ew bi rêya metelokan raber dike, reng e ne ewqas tekûz be jî, lê çawa bibe ew zimanekî resen e “...Çiqas zimanê metelokan lawaz be an jî wateya wan metelokan tenik be, lê li dawiyê ew rastiyeke civakî radixe ber çavên me, ku wan rûdanan hertim cihek ji xwe re di rewîþt û fereziya civakê de girtine. Bi vî þêweyî metelok ê rajeyeke (xizmeteke) bêhempa ji civaknasan re pêþkêþ bikin...”
 
Mirov diþe pir movikan ji vê deqê der bike, berî her tiþtî nivîsar têkiliyên di navbera metelok û zimanê Kurdî de derpêþ dike. Li gorî Reþîd metelok rolekî serwer di çespandina kone û reseniya zimanê kurdî de dilîzin. Reþîd dibêje ku ev metelok xwedî dîrokeke ne diyar in, lewre zimanê ku ew pê hatine vegotin jî wisa xwedî dîrokeke ne diyar e û di encamê de xelkê vî zimanî jî wisa kevin e û ji kûrahiya dîrokê tê… Bi vî teþeyî peresîna kesayetiya dîrokî ya miletê Kurd zeft û pat bi van metelokan ve girêdayî ye, ango çiqas metelok kone û dewlemend bin, ziman jî wisa kone û dewlemend e.
 
Wek akam û serencam, Reþîd dixweze du regezên sereke yên ku gelê Kurd wek gelekî resen û zimanê wî dara û dewlemend biselimîne, ev jî bixwe ji pêdiviyên çespandina fereziya netewî ya li gorî demê diviyabû bihata damezirandin, ta bikarîba sûd û kelkê ji rewþa heyîn werbigire.
 
Reþîd pêþniyar dike ku xebatên der barê metelokan de bûne, divê der barê Mûzîk, fêr, dab, cil, çîrok, efsane û ...hwd bê kirin, çimkî ev hêmanên navborî dê hem asoyên heyîna Kurdî ronîtir bikin û hem jî têkevin rajeya(xizmeta) kesayetiya netewî ya miletê Kurd.
 
Em wisa dibînin ku ziman bi giþtî û metelok bi taybetî bûbûn alav ku rewþenbîrên Kurd hem ji dost û hem jî ji dijminên Kurdan re binimînin, ku Kurd miletekî ji mêj ve xwedî kesayeta netewî ne û ev kesayetî xwedî ged û þanên xweser in û ne girêdayî tu miletên din ên herêmê ne…
 
Piþtî xebatên Reþîd Law, Hilmî Sivereklî dest avêjt rêzeweþana deq û gotarên der barê metelokan. Hilmî xebata Reþîd dipesine û der barê wî wisa dibêje “...rêzegotarên bi navê Metelokên Kurdî, yên ku di beþa wêjeyê ya delala me (Jîn) de hatine weþandin, bêguman bala Kurdan bi giþtî û rewþenbîran bi taybetî kiþandine û ew xistine bextewariyeke bêhempa. Heke mirov li van metelokên xweþ û wateyên razberî yên ku pêþkêþ dikin binihêre, dê teqez mitmane bibe ku metelok û nivîskarê wan gotaran cihê pesin û bejintewînê ne…”
 
Hilmî jî li ser girîngiya metelokan wek pêþnûmeyeke netewî disekine û dibêje “...Metelokên di hemî zaravayên kurdî de girovên pileya firehiya vî zimanî ne, tevî ku ew giþ nehatine komkirin û nivîsîn jî û tevî ku pir rûdan û efsaneyên wan þîrove dikin jî hê jî veþartîne, bizav û dilsoziya komkirin û vedîtina wateyên nepenî yên van metelokan, ên ku bi þêweyekî devkî ji nifþekî derbasî nifþekî din bûne, erkekî netewî radixe ser milê ciwanên Kurd ku di pêþerojê de vê pêþnûmeyê bi serî bikin…”
 
Em carik din dibînin çawa rewþenbîrên Kurd di vê movika hestiyar de hewl didin ku civaka xwe piþtî þerê cîhanê yî yekemîn li ser bingeheke netewî û serdem ava bikin. Di van hewl û bizavan de rewþenbîrên Kurd barê herî giran davêjin ser milên xwe, û peywira vejînkirina neteweya xwe û hêmanên wê wek erkekî pîroz û perest dibînin. Rewþenbîr di vê qonaxê de divyabûn hem siyasetmevan û hem jî folklornas bûna, karê wan wek siyasetmevan ew bû ku doza gelê xwe derxînin rojev û gorepanên biryardanê yên navnetewî, wek foklornas jî wan divyabûn hem ji gelê xwe yê nehiþyar û hem jî ji cîhanê re xuya bikira ku Kurd miletekî kone, bijare û xwedî dîrok û kevneþopiyeke xweser û dewlemend in, ku ji mafê wan jî mîna hemî gelên azad li ser xaka xwe û bi vîna xwe bijîn… Di vê têkoþîna zor û zehmet de, çekên rewþenbîrên Kurd ziman bû, zimanê mirovên asan, mirovên dê bûbûna stûnên welatê daxwaz û hêvîkirî. Ziman hem alav û regezê kesayetiya netewî li hember cîhanê bû û hem jî palpiþtê sereke ji bo dewleta serbixwe bû…
 
Di vê kurtenivîsa xwe de min hewl daye ku ez ji Kurdên ‘serdem’ re xuya bikim çiqas rewþenbîrên me ji rewþa neteweya xwe û alavên wê diparêzin hay bûn, çiqas tova netewî di sîngê wan de dilivî û zîl dabû. Beramberî hemî neteweyên din, Kurd jî bi gelê cîhanê re hemfikir bûn û tu caran ne liþûnmayî bûn û têkoþîna rewþenbîrên Kurd û mijarên ku derxistibûn rojevê angaþta me dipeyitîne. Hingê hemî miletên rojhilata navîn di qonaxeke xwezayî re derbas dibûn û bi bandora belavbûna pêlên netewî li seranserî cîhanê, gelê vê herêmê jî wisa li kesayetiya xwe digerî û hewl dida regezên ku vê kesayetiyê dûpat dikin ji xelkê re derpêþ bikin.
 
Îro piþtî rûxandina sazûmana Sedam Hûsên li Îraqê û guhertinên ku hêdî hêdî li rojhilata Navîn derdikevin holê, bi baweriya min rewþa wê diþibînin heyama piþtî rûxandina Împeretoriya Osmaniyan. Îro dîsa pêla netewî li rojhilar xedar e, wek berî sed salî Kurd dîsa bazneya vê tevgerê ne û pêdiviya wan bi raberkirina çand, dîrok, ziman û kesayetiya cuda û puxte heye, nemaze li bakur, baþûr rojava û rojhilatî Kurdistanê. Îro dîsa nakokiyên hêzên sereke derdikevin holê, egerên ku ev nakokî encamine nû derxin holê pir xurt in… Divê Em bi hemî teþeyan ji vê yekê re amade bin.
 
Pirsa dawî, em çiqas ji vê rewþa nû re amade ne? Tova netewî di sîngê me de gihîþtiye çi astî? Em ji regezên ku kesayetî, çand û ziman di têkoþîna me de dikin çek li kû mane??

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org