|
Ka em têkoþîna ji bo Kurdî têxin piratîkê û zargotina xwe bi zimanê dayîkê kom bikin
Mihemed ELÎ, efrin2612@hotmail.com
Ev
zargotin beþeke sereke û bingehîn ji kesayetî û rewîþta te wek mirov
bi giþtî û wek Kurd bi taybetî tê hesibandin. Îro heke ji te re Kurd tê
gotin, ligel zimanê ku tu pê daxivî ev hêmanên navborî jî vê
navandina te tekûz dikin û diselimînin, ew di heman demê de sitûnên
heyîna te ya îroyîn in. Lê ji ber ku tu ji pir tiþtên li jor hatine rêzkirin,
yan bi hemdê xwe û yan jî bê hemdê xwe bi dûr ketiye, tu her wiha ji bûnewerî
û kesayetiya xwe ya tekûz jî bi dûr ketiye. Lewre heke tu bixawzî
kurdayetiya te hertim tekûz be û navê te cihê xwe miþt kiribe, divê tu
li van regezên ku kurdayetiya te dihûnin û kesayetiya te tekûz dikin û
diparêzin xwedî derkevî. divê tu sitûnên hebûna xwe ji helandin û
wendabûnê biparêzî. Di
mercên ku civaka te tê re derbas dibe de û bi heterbûna(îsrara) dagîrker
ku hemû regezên cudayetî û dewlemendiya te diçespînin bipelixîne, ev
kitekitên ku taybetiyên resenî û dewlemendiyê didin kesayetiya te ya
netewî, her ku diçin bi mirin û helandinê re rû bi rû dimînin, heke
wisa jî biçe, ev taybetmendî dê wenda bibin û di encamê de bûneweriya
te wek KURD dê ji hev biþele û tu dê wek pir miletên cîhanê sêser
bibî(ji rojeva gelên li ser rûyê zemîn rabî). Di
rewþeke wisan de çi ji te tê xwestin, an jî divê tu çi bikî? Ji te tê
xwestin tu hêmanên hebûna xwe biparêzî bo tu hem jiyaneke kurdewarî
bijî û hem jî tu vê jiyanê derbasî nifþên paþerojê bikî… Bi
kurtasî divê tu heyber û cureyên folklora Kurdî kom bikî û ji bo
parastin, vekolîn, dahûrandin û baþnaskirina kesayetiya Kurdî wan raxînî
ber destê pispor û lêkolînerên Kurd û navnetewî. Bizanibe xebata te
çiqas biçûk be, dê sûdeke bêhempa ji parastina Kurdayetiyê re pêþkêþ
bike û tu dê bi serbilindî bibî yek ji parêzerên Kurd û Kurdistanê
û pasvanên gencîneya neteweya xwe. Me
got divê tu heyberên folklorî kom bikî. Divê tu bipirsî gelo ez ê çi
û çawa kom bikim?! Hemû
movikên jiyana tu tê de dijî folklor e, her tiþtê tu li ber bisekinî
û bala te bikêþe folklor e. Dibe bavê te an jî diya te gotinekê bêje
ku bi salan e li ser ziman negeriye, lê ji kûrahiya zimanê Kurdî tê,
dibe bavê te ligel cînarê we rûniþtî be û di nav gotinên wan re biwêjek
derbas bibe û yek ji wan gotina xwe pê xurt bike, reng e ev biwêj ji guhê
te biyan be, bavêje baxçika xwe! Dibe rojekê tu li diya xwe temaþe bikî
ku doranê ji þerpa xwe re çêdike an jî rîs, teþî û tevnê çêdike.
Dibe tu li þevbuhêrkekê amade bî û yek ji hazirên þêvbuhêrkê sazekê
an jî çîrokekê bêje miþtî dîrok, serpêhatî û zimanê rengîn e.
Heke tu keç bî, dibe jinên gund li mala we an jî li ser çîmekî biharê
rûniþtine û salix û çîrokan di ber tentene, zirx û rîs re vedibêjin,
bala xwe baþ bide kiryar û gotinên wan, jina Kurd stûna folklora Kurdî
ye. Lîstikên zarokan jibîr neke, dibe tu li kolanekê dimeþî û tu tûþî
komek zarok bibî ku lîstikên cur bi cur dilîzin, bala xwe dibe gotin û
tevgera wan, nîþan û biwêjên ku di lîstikan de bi kar tînin. Bizanibe
tu jî rojekê zarok bû û çi qas lîstikan îro bandor li kesayetiya te
kirine… Ev tiþtên li jor mînakeke biçûk ji jiyana fireh ku tu her roj
vê re rû bi rû dimînî, daneyên tu ji van dîmenan werdigirî puxte ne,
çi hat ber guh û çavên te, tu bi çi têkildar bû, hewl bide tu wan kom
bikî, nesekine tu tûþî tiþtekî bibî, bila bizav ji te de jî dest pê
bike, bigere, sorax bike û li ser kaxez û kasêtan bicivîne… tiþtê tu
îro dibînî an jî dibihîsî dibe carik din dubare nebe! Parastina
gotinekê ji te sitûnekî li hîmên avakirina welatê te zêde dike. Tu
dê heyberên folklorîk bi rêbazeke zanist çawa kom bikî ? Bo
heyberên folklorîk bi þêweyekî rast û durist bên komkirin, divê ew
li ser bingehên zanistî bên komkirin. Di komkirina van heyberan de mirov
diþe di sê rewþan de tevbigere 1-
heyberan wek çavdêr kom bike 2-
heyberan wek beþdarvan kom bike 3-
Sêwiranker be (pilankê ji xwe re deyne ku biçe cihekî û heybereke
folklorîk kom bike) I.
Wek Çavdêr Heke
mirov di komkirina heyberan de çavdêr be, dê teqez daneyên puxte bi dest
bixe. Di vê rewþê de ew dizane çi dixwaze û xwe baþ ji peywira mebest
re amade dike. Di vê rewþê de mirov herikîna qewimîna bûyerê naherimîne,
ango bûyer di navrêza (konteksta) xwe ya xwezayî de birêve diçe, danhev
û berhevkar tenê çavdêriyê dike û dînema pêþberî xwe tomar dike.
Heyberên bi vî teþeyî dibe dawet û kevneþopiyên wê bin an jî
destekarî bin, mîna teþî, tevin, nanpêjî, cotajotin… Heke berhevkar
di vê rewþê de keç
an jî jin be, ew dikare kevneþopiyên, zewaca keçikan, rihel, têr,
derxistina bûkê, hevalok, avisbûn, wexta zayînê û kevneþopiyên wê
û hwd, kom bike. Her wisa jî xort dikare heman tiþtî li aliyê din an jî
xebatên girêdayî mêran bike. Ew dikare ahenga dawet û zemawendê wek
nimûne bibe. Di dawetê de hemû bûyer li pêþberî wî diqewimin û wî
jî xwe baþ ji vê yekê re amade kiriye. Ew dê amadekariyên dawetê
tomar bike, çi xemil, mêvan û pêþwaziya wan, xêrhatina xwendiyan (mêvanên
dawetê), dîlan, awazên def û zirnê, awayên hilperînê, çi di dîlanê
de û çi li navenda dîlanê… Heman tiþt li ser ahengên cur bi cur dimeþe,
ango ew di van rewþan de dizane çi dixwaze, lewre divê komkirina wî bêhempa
û her weha asan be. II.
Wek Beþdarvan Ji
bîr neke tu jî yek ji bikarhênerên folklor û heyberên wê yî. Bila
xebata komkirina folklor nehêle tu hîs bikî ku tu ji ew kesên folklor bi
kar tînin cuda yî, bala xwe baþ bide tevger, gotin û kiryarên xwe yên
rojane, ew tiþtên ku jixweser ji hêla te ve jî derdikevin
heyberine folklorîk in. Heke tu ji xwe de dest pê bikî û berî
heyberên ku li cem te peyda ne kom bikî, karê te bi ew kesên li hember
re dê hêsantir û
serkeftîtir be. Çimkî kêlîka tu ji xwe têbigihêjî, tu dê bikarbî
ji ew kesên li pêþberî xwe jî bigihêjî, ew çawa diponijin û çawa
dikarin baþtir heyberên li nik xwe vebêjin. Tu çi xort bî an jî keç bî,
çaxa tu tûþî kesekî dibî û dixwazî heybereke folklorîk jê werbigirî,
tu dê bibînî tu li pêþ deryayeke ji daneyên folklorîk î, lewre divê
tu hiþ û sêwirana xwe baþ saz bikî ku hengame û tevlihevî di karê te
de çênebe û tu bala xwe li ser komkirina mijarekê biçespînî. Dema tu
wek beþdarvan tevilî komkirina mijara folklorîk dibî hewl bide tu her
tim di dewsa mijarekê de pêþve biçî, ev kar hem ew kesê li pêþberî
te hedan û aramtir dike û hem jî derfetê dide te ku tu jî bêtir bi
mijarê ve bê girêdan û tiþtine nû wek dane û wek pirs bên bala te. III.
Wek Sêwiranker Ev
þêweyê dawîn ê te wek pisporekî ku li ser bingehineke akademîk
dixebite derpêþ bike. Ji lewre divê tu xwe bi hemû alavên pêwîst
teyar û amade bikî, nemaze kamêra, navgîna tomarkirinê (çi deng û çi
video) û helbet lênûskek baþ û çend pênûsan jî ji bîr neke, heke pênûsên
te ji bêtirî rengekî bin jî pir baþ e, ew ji bo nîþeyên bijare pir sûdbar
in! Piþtre divê tu hinda mebest bêlî bikî. Renge tu ji xwe bipirsî,
gelo ez ê ji bo komkirina heybereke folklorîk herim kûderê û ez ê bi kê
re hevdîtinê pîk bînim? Cih û kesê ku te biryar daye biçî cem sirûþta
mijara mebest çarçewe dike! Em
girîman (îftîrad bikin) bikin tu dixwazî biçî cihê bêriyê ku tu
hevdîtinê bi bêrîvanekê re çêbikî, an jî tu dê biçî ba
palevanan. Gelo pirsên te dê çibin (gerdîþên amadekariyê ji bo hatine
paleyê, sitranên di ber paleyê, navên ko pêvajoya paleyên jê pêk tê,
kom, komik, þelek… Heke tu keç an jî jin bî, tu dikarî bi jineke
navsal re hevdîtinê derbarê karûbarên jin û keçan berî pêcî an jî
sed salî çêbikî (ji bo komkirina zargotina têkildarî jinan, jina
berhevkar regezekî pir girîng û sûdbar e). Tiþtê herî girîng ew e ku
tu bikaribî rêzepirsên xwe bi pergal bikî, ku ne pirs dirêj û bêkêr
bin û ne jî vebêjerê li hember te hosan û bêhnteng bibeç (rêzgirtinê
ji vegotina vebêjer re di her kêlîkeke hevdêtinê de ji bîr neke, ken,
hebek, vebirîna herikîna vegotina wî/ê ev giþ vebêjer bêcoþ û zivêr
dikin) heya ji te tê ji vebêjer re binimîne tu meraq û pûteyê bi her
gotinekê dikî. Mezinahiya mijarê ne bi qasî navaroka wê girîng e, girîngiya
zargotinê di mofirkên razberî de ye, ji lewre divê tu wek berhevkar pir
miqat bî ku bi baldarî li ser hevokên gong û razberî rawestî. Li
dawiyê divê tu bizanibî ku delameta berhevkarê folklor ew e, ku heyberê
bi ewlehî û dilsozî kom bikî, ji ber ku ev pêngava yekemîn e di vekolîna
zargotinê de. Piþtre ev heyber dê li ber destê dahûrîner û þîrovekarên
akademîk bibe daringên xavî ji bo lêkolînê. Min
bi vê gotarê re forma
komkirinê verêkiriye, ku rêberiya te ji bo berhevkirineke saz û
akademîk bike.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org