Nêrîtên hevbeþ girovên reseniya gelan in

 

Mihemed ELÎ, efrin2612@hotmail.com 

 

 

 

Di dirêjahiya hezarsala sêyemîn de, Somerî serpereþtên tekane yên  Mezopotamyayê bûn. Bêyî em li ser resenê wan têkevin gengeþiyan, ew gelê herî xurt bû ku desthilatdariya xwe berî zayînê bi 3500 salan, heke ne berî vê dîrokê be jî, li wê herêmê dupat kiribû.

 Someriyan xwe bi navê K-en-gir dinavandin, ji zimanê xwe re jî digot E-me-gir, nijada xwe jî wek Sag-gi-ga, dinavand, ew jî tê wateya ‘kesên xwedî seriyên reþ’. Gotina Somer ji navandina Babiliyan ji baþûr Mezopotamiyê (Shumerum) re hatiye dariþtin. Zimanê Someriyan ne Samî ye, an jî ta roja îro têkelî tu zimanên din e -bi kêmasî ji hêla rêzimanî û bastûrî ve- ji bilî çend gotinên ku di hin zimanên nûjen de tên dîtin, wek nejar (dartiraþ) kursî, û wek paþdaçeka datîv di Kurdî de (re), ev jî girov e ku Somerî ne wek hin xelekên derzanist dibêjin, teqez ji ser rûyê zemîn hatine birandin! Girîmana herî xurt  ew e ku piþtî serweriya Someriyan têk çû, Somerî di nav gelên ew dagir kirine de heliyane, lê belê bandora çanda wan berbiçav e, ango ew ji hêla ramyarî ve heliyane lê ji hêla þaristanî ve demek dirêj di nav gelên din de berdewam kirine û bandoreke xurt li ser hin civakan ta roja îro hîþtine.

Someriyan bi sedan efsane û destanên, ku îro bûne giroveke zîrekiya mirovantiyê bi giþtî û Someriyan bi taybetî, ji nifþên paþerojê re hîþtin. Di van efsane û destanan de mirov hemû quncikên ku însan dixwaze têbigihêje dibîne, ji mirinê bigir heya pergala avabûna gerdûnê...

Yek ji efsaneyên navdar û miþtî wêje û bîrnasî, efsaneya mirina damezrînerê bineçeya (soleleta) sêyemîn ya Urê, Urnamu ye. Ji vê serdemê re, ku sitêrka Urnamu tê de birûsî, serdema vejînbûna Someriyan jî tê gotin.

Piþtî dused sal ku serperþtiya Someriyan tê de ketibû bin siya dagîrkeriya Akadiyan û piþtre ya Gûtiyan, mîrekî Somerî bi navê Utu-Khingal li bajarê Uruk serê xwe dora sala 2120an B.Z li dijî Gûtiyan hilda û welatê Someriyan li baþûrê Îraqa îron rizgar kir. Piþtî hin peresînên siyasî, serleþkerekî Utu-Khingal bi navê Urnamu li bajarê Ur serê xwe li dijî salarê xwe hilda û serdemek nû li tevahiya Meyopotamiya dest pê kir. Di serdema desthilatdariya Urnamu de(2013-2095) ne tenê ramyarî, lê hemû biwarên jiyanê li Meyopotamiya ji nû ve pêþ ketin û serbilindiya Someriyan vegerî demên berê. Urnamu bi dehan xebat û avahiyên nemir peyda dikirin, li rex ku bû yek ji mezintirîn kesayetiyên Someriyan di serdema bineçeya sêyemîn de. Hêjayî gotinê ye ku yekemîn zagona birêkûpêk li cîhanê ji aliyê Urnamu - ne Hammurabî ve wek ku tê bawerkirin - hatiye berhevkirin û weþandin.

Wek nîþan ji mezinbûn û jêhatîbûna Urnamu re, piþtî ku mir tu kesî nikarîbû valahiya ku mirina wî hîþtibû dagirta, wisa jî tevahiya împaratoriya Someriyan piþtî heþtdeh salan ji desthilatdariya Urnamu têkçû.

Ji ber ku mirina Urnamu hem nûþkev û hem jî ziyaneke mezin bû, hemû miletê Somerî rondik li ser barandin û efsaneya herî nemir sebaret bi mirina wî li ser kilaveyên kîlî hat nivîsandin.

Efsaneya mirina Urnamu û daketina wî ya zêrzemîn, salixa mirina Urnamu û bûyerên ku vê re û piþtre derketine holê bi zimanekî felsefî û wêjeyî dide. Gotinên zimanê hatiye bikaranîn û hûnandina wêjeyî destnîþan dikin çiqas hingê çand di askeke payebilind de bû, û çiqas nivîskarê efsaneyê ji paþeyê xwe û ji welatê xwe hez dikir!

Efsane bi basîn û lomeyan dest pê dike. Tevî ku Urnamu pir perestgeh û avahî ji xwedawendan re ava kiribûn jî, lê van xwedawendan dîsa zînat û neheqî li wî kir! Ew di kêlîkek derwext de mir û bêyî xwedawend li ser qencî û rajeyên wî bisekinin, dawî li jiyana wî anî. Vê helwesta xwedawendan hîþt nivîskarê efsaneyê têkeve nav îz û gumanan ku xwedawend ne dadwer in, ev wêne jî diyardeyeke nû di civaka Someriyan de derpêþ dike, çimkî anþans e ku ew civakek oldar û ji hêla têgîna olî ve paþverû bû. Piþtre efsane rê-ûresmên binaxkirina Urnamu nîgar dike, bi þêweyekî ku hemî dab û nêrîtên olî ku li Somer peyda bûn raber dibin.

Heft xêzên destpêkê ji efsaneyê, heyama erjengî û sawa ku bi mirina Urnamu re derketibûn holê tîne ziman.[1]

Hemî  zemîn mat û segeþte ma. Qonaq û avahî hatin hilweþandin, baredoxeke tirs û sawê li nav xwediyên seriyên reþ belav bû. Þivanê dilsoz mir, Orîm hîþt þivanê dilsoz bimire...

Li gorî xêzên 8-16 ji efsaneyê ev betara ku bi ser ser Somer de hatiye, sedema guhartina çarenûsa Urnamu ji hêla An û Anlîl ve ye, li raberî helwesta van herdu xwedawendan, xwedawendên jî din wek Nînax, Ankî, Nana û Utu nikarîbûn tiþtekî ji bilî girî û lorandinê bikin.

Ji ber ku An gotinên xwe yên pesert yekcar guhartibûn, ew bûbû kesekî vala û xaponek. Anlîl bext û çarenûsa ku bi xwe nivîsandibû guhart. Nînax dest bi nalîn û lorandinê kir, deriyên mezin î bajarê Êrîdû hat girtin. An û Utu li ezman xuya nebûn, tav miþtî êþ û xemgînî bû...

Xêzên 17-30 ji efsaneyê li ser hiþkahî û xelaya bi mirina Urnamu re li Ur derket holê, disekinin.

Ji ber çarenûsa kirêt ku ji bo Urnamu jatibû biryarkirin, þivanê rasteqîn hat kuþtin, xelk û giya kes nema radize, hemî rojên xwe di lorandinêde de ji bo þivanê dilsoz, ku dîl e derbas dikirin. Col û xendekên avdanê bi mîl û heriyê hatin xetimandin. Dexil û tene nema zîl didin, xak ji tovan ve hat hilkirin, zeviyên çandî wenda bûn, çêl bizir bûn...

Piþtî salixandina rewþ û dareta Ur di pey mirina Urnamu re, xêzên 31-42 li ser nîr û sedemên mirina wî disekinin, lê mixabin ne bi teþeyekî penî û diyar. Digel vê yekî jî, ji nav xêzan dixuye ku Urnamu di þerekî dijwar de birîndar bûye û piþtre miriye û berve goristana Ur hatiye nihartin.

Þivanê perest, di þer û pevçûneke dijwar de... padîþahê Somer... salar, padîþah bêmar ket... hat kilkirin. Þivanê rasteqîn, þûrê Somer î gewre, Urnamu padîþahê gewre yî zemîn, berve Ur ket ser milan, hate nihartin...

Efsane di xêzên 43-51an de li ser karwana darbesta Urnamu radiweste, çawa ku li seraya wî tê danîn bo hevmal û xweþdiviyên wî cara dawîn lê bimeyizînin.

Seriyê mezin li seraya xwe hat danîn, Urnamuyê hezkirî ji hêla xwedan û leþkerên xwe ve serî hilneda...salar di hêminiyeke tekûz de dirêjkirî ye, hemî li teniþt wî rawestîne...bêdeng, rûþikestî... bedbîn û dilþikestî... bermala wek bayê baþûr têkçûyî, pêrgî wî bû... li teniþtê ramedî...

Di xêzên 63-72an de, efsane li ser geþta karwana darbest berve jêrzemîn disekine. Ew sawîr dike ku darbest li ser kelekekî ye, ku dinuqume û parepar dibe.

Nînson bi hemî nazdarî û bijîna xwe li rex wî ye, rondikên wî tevle ronkên kesên ligel wî diçin dibin. Kelek nuqumî warekî nediyar... gamêþ ligel wî bûn...

Piþtî ku Urnamu bi galîska xwe digihîne jêrzemîn, ew dest bi pêþkêþkirina diyariyan ji heft xwedawendên jêrzemîn re dike. Ew hejmarek mezin ji gamêþ û berxan serjê dike û sifreyeke mezin ji bo wan radixe. Ev tiþt di xêzên 73-82an de tê nimandin.

Galîsk nixumandî gihîþt wir...ew bi werîseke mukum girêdayî bû... Padîþahê min diyarî ji xwdawendên jêrzemîn re pêþkêþ kirin... wî pir berx û gamêþ serjê kirin... xwedawend li ser maseyeke mezin rûniþtin...

Piþtî kutabûna xwarinê, Urnamu ji her xwedawendekî jêrzemîn re diyariyeke guncav pêþkêþ dike. Xêzên 83-85an.

Padîþahê bijare bi dilê xwe xwedawendên jêrzemîn nas dikirin... diyarî wek qurban ji wan re raber kirin...

Di xêzên 86-90 efsane navê Nîrgal ku wek ‘ Enlîlê jêrzemîn’ jî aþnas e, tîne ziman. Urnam Gamêþên zindî, berxên biçûk, hin mîh û çekan û þûþeyekî avê ji çerm jê re pêþkêþ dike.

Gamêþên sax, berxên baþ, mîhên qelew...çewgan, kevanekî mezin, rext, tîr û kêreke baþ kêrtkirî (qîtkirî)... þûþeyekî rengîn...Urnamuyê þivan di qonaqa Nîrgalê jêrzemîn de diyarî pêþkêþ kirin...

Piþtre Urnamu hin diyariyan ji bo padîþahê jêrzemîn, Gilagamêþ pêþkêþ dike, herweha ji bo Ereškigal dayîka Nînazo guldandkekê û hin cil û bergên qiraltiyê pêþkêþ kirin. Ji bo Dîmozî jî berxek û çewganekî zêrkirî pêþkêþ kirin. Ji bo Namtar jî, ku biryara çarenûsan dide hin cilên bijare, gustîlek û kelekek kirin diyarî.

Di xêzên 144-193 an de, efsane ji nû ve vedigere ser kul, xemgînî û lorandina xelkê li ser wendabûna Urnamu, ku kiryarên nemir ji gelê xwe re pêþkêþ kiribûn. Efsane her wiha têborîna xwedawendên, ku Urnamu bi sedan raje û xizmet ji wan kiribûn dinimîne! Lê xêzên 194-210an tîþkên hêviyê ku ji nûþka ve li nik Urnamu peyda dibin raber dike, çimkî ne hemû xwedawend, wek ku Urnamu girîman dikir di wî diborin; çawa ku Inanna ji zînat û neheqiya li Urnamu bûbû hay dibe... lê mixabin kilaveyên kîlî ku destan li ser hatibû nivîsandin di wir þikestî ne, ji lewre em nikarin çarenûsa Urnamu piþtî ku Inanna piþgiriya xwe jê re dabû xuyakirin bizanin!

Ji xwedan û salixandina kitekitên efsaneyê mirov dikare firehî û adaniya pindara mirovê Somrî bibîne, her wiha sexbêrî û ramîna mirov bi mijarên girêdayî jiyan, mirin, jêrzemîn û baweriya wî pir di vê efsaneyê de pir balkêþ in! Li dawiyê çiqas bi kurtî be jî, ez dixwazim vê mijarê di hin quncikên wê de beramber têgînên mirovê kurd bikim, bo wek girov derkeve pêþberî xwendevanan ku mirov Somerî sêser nebûye, lê çanada xwe bi gelên derdorê re parve kiriye û nemaze gelê Kurd... Bi baweriya min girovên reseniya gelan di nêrît û gerdîþên ku bi wan re ji nifþekî derbasî nifþekî dibin in. Reng e hinek bêjin ku ne tenê kurd, lê pir gelên din jî dikarin nêrîtên Someriyan werbigirin, lê gelo ta roja îro kîjan gel li rojhilata navîn ji bilî Kurdan girêdayî mijarên ku somerî ji hingê ve li ser rawestîbûn, nemaze mijarên girêdayî lome û kalînan ji xwedê, ku ta roja îro, heke werin ser ziman, dibin mijara lêdan û kuþtinê di nav civakên wek Ereb, Tirk û Faris de...

Di destana Siyamend û Xecê de, Siyamend kevanê xwe radike û berê xwe dide sin û lûtekiyên çiyan ku li konê felekê bigere û heyf û tola dildaran jê vede, dildarên ku her û her ji bêbextiya vî konî nagihînin bext û mirazên xwe. Gelo heke mirov sexbêr bibe, dê nizabine konê felekê çi ye, ma ew ne tac û memleketa xwedê bi xwe ye? Helwesta Siyamend heke bi helwesta Gilgamêþ were bemarberkirin, em dibîn helwesta wî li dijî xwedê hêj tundtir e, ew bi heter diçe þerê xwedê ku þerê konê felekê bike û heyfa dê, bav û camêrên xelkê hilîne, berevajî Gilgamê ku diçe xelasiya kesayetiya xwe bike, ango giyayê hermanê ji bo xwe bîne... Heke ev helwest li gorî serdema nûjen jî bi helwesta netewyên derdorî Kurdan re were birawerdekirin, xuya ye helwesta van neteweyan ji xwedê berve serîtewandinê diçe, li raber helwesta Kurdan hêj tundtir dibe, ango mijarên girêdayê rexneya xwedê di nav Kurdan de her ku diçe firehtir û piraltir dibin...

Di sitrana Zeynebê de jî em rastî vî motîfî di gotinên Elî Tico te tên, çaxa ku negihîþtina bextê dildar bi Zeynebê re dispêre dexesiya xwedê. Gelo ev ne heman mebesta nivîskarê destana mirina Urnamu ye, çaxa ku lome û kalînan ji xwedawenadan dike, gelo xwedawend jî ji mezinbûn û serkeftina Urnamu nedidexisîn? Ev in þopên derbasbûna bandora çanda Someriyan, gelo miletekî din vê gotinê di sitranên xwe de bêje çi dê bi serê dengbêj were?

Ev in pelên dîroka gelê me, ku dijmin her û her bizav dike wan veþêre an jî bispêre xwe. Ev in rastiyên ku Îran, Îraq, Tirkiyê û Sûriyê bizav dikin ku ji serê gelê Kurd bavêjin û çanda xwe ya qelp bisepînin. Gelo ji bo çi zimanê kurdî tê qedexekirin, gundên Kurdan ji bo çi tên þewitandin, zimanên dagîrkeran çima bi darê zorê li nav kurdan tên belavkirin? Çima komkirin û parastina folklor û zargotina gelê Kurd ji bo dijmin cihê saw û tirsê ye...

Bern

30.01.2009

 

 

 



[1] xwendina Latînî ya kilaveya destanê ji malpera http://etcsl.orinst.ox.ac.uk hatiye gitin.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org