Parzemîna kederan

Mihemed ELÎ

efrin2612@hotmail.com

 

 

 

 

Eger ez tava kederên xwe biþînim

ser zeviyên dilê te yî req

gelo pêkan e dergehên

bêdadiya te xwe li ber

 

lehiya hêsirên min ragire…?

Ewrên ji tîna zînata te

li ser jiyana min kom bûne

hemî reng û wateyên

ronî û hêviyê berbend kirine!

Li hemû qadên rojgarê

bûhar wek bûkeke nazenîn

her sê heyvan li deriyê

dilekî  bendewar dide

û lidar dixin tev govendên evînê!

 

tenê ez,

di bin tariya ewrên te de

dihûnim tejên mirina xwe ya yekreng

rengê ku zînata te nihartî

qada min a tenant li gerdûnê!

 

Gelo, tu tê kengî fermana rizgariya

fîxanên min bidî

da vebîne cîhan parzemîna te

ji xwe re di dilê min de

kiriya paytexta kederan…?

08.04.2010

Bern

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org