|
Rastnivîsîna kîteyan rastnivîsîna vetîkê ye
Mihemed
ELÎ
Lê
hezar mixabin ev yek dûrî rastiya berbiçav e! Nemir Celadet E. Bedirxan
danerê vekîta Latînî ya zimanê Kurdî ye. Camêr mirovekî ji ava zanînê
bi giþtî û zimannasiyê bi taybetî têr vexwaribû, wî bi bêtirî pênc
zimanan, hema bêje, bi rewanî dizanî, zimanên dizanîn jî ji malbatên
cur be cur bûn, ango, Samî (Erebî) Oral-altay(Osmanî- Tirkî) û Hîndo-ewropî(
Fransî, Almanî û li rex zimanê dayîkê Kurdî…). Bedirxan
çaxa ku hewil dabû nivîsîna zimanê Kurdî vegerîne ser tîpên latînî
û þêwazekî li gorî vê alfebayê bafirîne û li zimanê Kurdî bike,
berî her tiþtî dengsaziya Kurdî xistibû hesabê xwe. Kurdî zimanekî Hîndo-ewropî
ye, ew mîna hemû zimanên din ên vê malbatê xwedî dengsaziyeke taybet
e, û ji zimanê ku hingê Kurd ji heqê wî jî derdiketin dûr e, mebest jî
zimanê Osmanî- Tirkî ye. Kurdî
her wisa bi dengsaziya xwe ji zimanê Erebî jî dûr e, lewre çaxa ku
Celadet li nivîsarên Kurdî yên ku wê demê bi tîpên Erebî li holê bûn
dinihêrî didît çiqas neheqî û zînat li dengsaziya Kurdî dibû. Ligel
ku Celadet xwest kurd ji pêla giþtî ya tîpên latînî piþtî ku Tirkan
zimanê xwe vegerand ser wan, dûr nemînin. Wek me li jor jî gotiye ev
mebest li rex dengsaziyê jî bûn sedemên sereke ku alfebayeke latînî ji
zimanê me re derkeve holê… Di
vê kurtenivîsara xwe de ez dixwazim balê bikiþînim ser mijareke zor biçûk,
ew jî pergalê kîteyan di nivîsandina bêjeyan de ye. Wek
em dizanin kîte rolekî sereke di afirandina peyvan de dilîzin, her
peyveke ku mirov bi lêv dike, ji kîteyekê dest pê dike, ango hebûna xwe
tev kîteyek e; heya hin peyv hene digihînin pênc kîteyan: dev
peyveke ku ji kîteyekê pêk tê, didan peyveke
ku ji du kîteyan pêk tê ye û serxwebûn
peyveke ku ji sê kîteyan pêk tê ye… Kîte divê bi kêmanî ji
du tîpan pêk werin, tîpek dengdar û tîpek dengdêr, û reng e kîte ji
du tîpên dengdar û yek dengdêr pêk werin, ema du tîpên dengdêr di kîteyeke
tekane de hew pêkane ku derkevin holê, ji bilî rewþên tewandin,
kiþandin, hoker û rengdêran, ku qertaf li lêker û navdêran li
gorî delameta wan werda (zêde) dibin. Dibistan:
Ev peyv xwedî sê kîteyan e, kîteya yekemîn dengdar(d) û dengdêr(i) e,
kîteya duyemîn dengdar(b), dengdêr(i) û dengdar(s) e, û her wisa kîteya
sêyemîn. Di alfebayeya ku kurmanciya baþûr pê tê nivîsîn de
(modified Arabic), Kurdên Soran- û pir caran Behdînî jî- hin kîteyan
dadiqurtînin, belê ev jî li dijî rêbaza zimanan bi giþtî ye û li dijî
vekîta rasteqîn bi taybetî ye, li vir ew lingê xwe li rênivîsa Erebî
digirin, lê ev rêbaz li gorî Erebî naçe sarî, çima? Ji ber du
sedeman: yek, Erebî zimanekî ku ji mêj ve bûye zimanê zivîsînê,
nemaze bi saya Quranê, û ya duduyê jî ew e ku zimanê Erebî morphology
bi kar tîne, bi rêya þêwandinê ew dengên dengdêr dixin nav dengên
dengdar- wek em dizanin zimanê Erebî bêjeyên xwe ji qurmên dengdar
digire, ev qurm jî bi giþtî sê tîpên dengdar in, wek mînak: ktb
كتب ev
her sê tîp dengdar in lê çaxa ku tên þêwandin bêje ji þêweya qurm
dikeve þêweyê lêker an jî navdêr. كَتَبَ
van þêwazan sê tîpên dengdêr xistin nav sê têpîn dengar û sê
kîteyên vekirî peyda kirin (open syllables). Ji vê þêwaza ku dengê
e’ya Kurdî dide re bi zimanî Erebî jê re FETĤA dibêjin, bi vî
þêweyî lêkerekî di dema borî de derket holê, ew jî tê wateya (Wî
nivîsî)… Her wisa navdêr jî bi þêwandinê derdikevin holê, dîsa ktb
di rewþa nominative de كُتُبٌ
bi
þêwandinê navdêrekî pirhejmar di rewþa nominative de derxist holê bi
wateya Pirtûk- Em vegerin ser Kurmanciya baþûr ku tîpên Erebî ên
“kodkirî” bi kar tine. Di vê alfebayê de vekîtnasên Kurd, hem hin
cure ji Farisî wergirtine û hem jî hinek li gorî pêdiviyên dengsaziya
Kurdî afirandine, lê mixabin ku ev afirandin hem dengekî resen û girîng
dadiqurtîne û hem jî vekîta Kurdî çewt dike, lewre çaxa ku rewþenbîrên
Kurd banga veguhestina tîpên Erebî bi yên latînî li baþûr dikin, ev
bang ne tiþtekî nijadperestî ye, ew tiþtekî pêdivî ye di rêveçûna
tekûzkirina zimanê Kurdî de. Ji bo amajepêkirina min bi daqurtandina tîpa
ku di Soranî de bi saya alfebaya Erebî wenda dibe, ez ê vê mînaka biçûk
bidim: lêkera kirin di soranî de û bi alfebaya Erebî wisa tê nivîsîn دنكر
, çaxa ku hin Soran vê lêkerê bi tîpên latînî dinivîsin ew wisa
dikin krdn!! Hin caran
tenê kîteya yekemîn derdikeve holê- ev jî pir newaz e- û wisa dinivîsin
kirdn, belê wek ku dixuye rêbaza vekîta rasteqîn li vir hatiye þikandin
û kîteya duyemîn bê dengdêr maye! Bi baweriya min têrî nake ku Soran
kurmanciya baþûr vegerînin ser tîpên latînî (heke bû û wisa kirin)
lê divê ew bala xwe bidin, rêbazên vetîkê jî… Sebaret
bi nivîskarên kurmanciya bakur, ên ku niha bi giþtî alfebaya nemir
Celade E. Bedirxan afirandiye bi kar tînin, lê mixabin li gorî rêbazên
wî naçin, tevî ku hin tiþtên nemir C.E.B danîne divê di ber çavan re
derbas bin jî, lê wî di heman demê de tiþtin danîne ku zanistî û hiþmendiyeke
tekûz derpêþ dikin. Mînaka me jî pêþgir û paþgirên ku di
konjugationê de tên ber qurmên lêkeran, nemaze pêþgirên di û bi,
ev pêþgir di di dema niho û borî de û bi di
dema pêþerojê û hekanî de, li gorî ku ez bawer dikin nemir Bedirxan ev
wek þikînerên rêbaza vekîtê didîtin, lewre hewil dabû ku vê pirsgirêkê
li gorî pergala Firansî çareser bike, ango çaxa dengdêra kîteya yekemîn
digihîne dengdêra kîteya duyemîn, dengdêra kîteya yekemîn tê avêjtin
û dengdara mayî jî di kîteya duyemîn de tê çivandin Mînak: afirandin→
Qurm → afirîn conjugation: ji
dêvla ku Ez diafirînim bê nivîsîn û rêbaza vekîtê bê þikandin,
nemir Celadet ew wisa nivîsiye: Ez Dafirînim. Çima? ji ber ku di
þêweyê yekemîn de nesaziyeke kîteyî heye, ango kîteya yekemîn du
dengdêr sitendine û ev yek jî li dijî rêbaza nas a kîteyan e. Reng e
hinek bêjin ku di zimanên Ewropî de jî pir tîpên dengdêr li pey hev tên,
ka çima ji wan re dibe û ji Kurdî re neþayîst e( heram e)! Na ev mijar
ne wisa ye, di zimanên Ewropî de du sê tîpên dengdêr dengekî xweser dafirînin,
belê ev jî mijareke ku ji dabaþa niha li ber destên me dûr e, ji vê
diyardeyê re « phonogram » tê gotin. Di Kurdî de her tîpek
xwedî dengekî taybet e, lewre çaxa ku bêje tên ristin, nemaze ku ew bêtirî
kîteyekê bin pêdivî ye ku rêbazên
kîteyî bên bikaranîn, ango hertim tîpek dengdêr di navbera du tîpên dengar de bê danîn,
çendî ev merc hin caran tê þikandin jî, lê þikandin di destpêka peyvê
de çewtiyeke rênivîsî ye, ango em pir caran tûþî nivîsandina Spas,
slav û stran bi
vî þêweyî dibin, lê ez bawer im, ev yek ne rast e, ya rast divê
ev bêje wek Sipas, Silav û Siratn bên nivîsîn, çima divê
wisa bên nivîsîn jî girêdayî, pesta bilêvkirinê ye(Stress), wek em
dizanin girîngî û reseniya peyvê bingeha xwe ji kîteya ku pest li ser
çêdibe werdigire, û wek dixuye jî, pesta bilêvkirinê di van her sê
peyvên borî de jî li ser kîteya yekemîn e. Hin bêjeyên Kurdî hene ku
kîteya dawiyê bê dengdêr tên nivîsîn, wek kevn, tevn û çemk Di van peyan de jî dixuye ku dema bilêvkirinê giraniya dêng
li ser kîteya yekemîn e, lewre ewqas pêdivî bi dengê kîteya duyemîn nîn
e. Rêbaza
çivandina tîpa duyemîn (dengdêr) ji berlêker di tîpa yekemîn a qurmê
lêker de li ser hemû peyvên ku bi tîpa A dest pê dikin
dimeþe. Ez
daxivim Ez
daþirim Ez
dajom Ez
davêjim ... Bi
hêviya ku ev mijar bibe ajoya gotûbêjeke têr û tijî ji aliyê nivîskar
û xwendevanan ve...
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org