Bêhin û rengên Evînê

 

 

Mihemed Hemo

 

   

 

Gelek gotinên Xelîl tên bîra min. Lê gotina wî ya qet ji bîra min  nare ev e: Roja ku Cîhanê dibînim; xwerinê bixwim û nexim wek heve, roja nebînim jî ne xwerin bi min xwerine, ne jî vexwerdin bi min vexwerdin e!!

 Digot: Ji hîngî ez û Cihanê ve ji hev bi dûrketine; ev halê min e!.

Xelîl û Cîhanê neh salan li gund bi hev re di dibistanekê de xwendbûn, xwendina xwe li wir bi dawî anîbûn, di dû re jî xwe li dibistanên bajarê Heleb qeyd kirbûn. Xelîl, xanî li taxa Eþrefîyê* kirê kirbû, Cîhan jî li taxa Siryan* li mala merovekî xwe dima.

Di çûkanîya herduyan de, Evînek zelal di dilê wan de hildabû nikarîn bêyî hev bijîyana, pir bi wan zehmetbûbû ku ji ber bîhna hev bi dûrketibûn. 

Her ku sibe vedihat;  Xelîl ji Eþrefîyê dadiket diçû di Siryan re; di ew kolana mala ku Cîhan lê  dima re dizîvirî dibistana xwe li Eþrefîyê!.

Xelîl hevaltiya me du kesan tenê di dibistanê de dikir. Gavê em ji dibistanê jî bi derdiketin, dîsa ger bi xaþîba yan bi nexweþba; divê wî em yek ji hevalên xwe, bi xwe re bibrana di Siryan re vegerandana, ji bo dîtina Cîhanê, divê heroj Cîhan bi dîta û pirsin pir normal jê bipirsîna û jê re jî bigotana paþê bihata mal.

  Piraniya caran em digihþtin nêzîk mala Cîhan lêye, digot: Em vegerin Cîhan ne li male! Em jê dipirsîn tu çawa dizanî ku ne li male?

 Digot: Bîhna wê nayê, em têra xwe bi wî dikenîn!

Rojekê dîsa ez bi xwe re birêxistim ku min bibe Siryan, gava em ji dibistanê biderketin hinekî meþîn ji min re got: Cîhan li van dernaye, bîhna Cîhanê hildikele û ji xwe jî dipirsî ma malên merovên Cîhanê li van kolanan hebin?

 Em ji kolanekê  ketin ya din, medît Cîhanê ji dikana Fotogirafê banker: Xelîl, Bi Xudê! Min dizanî ez ê te li van deran bibînim û bi germî pêþwazî li hev kirin û hin fotogiraf jî bi hev re girtin.

Min bala xwe baþ da Cîhanê, ew wisa çeleng nebû lê ta merov bêje, mêbazî ji çavên wê dadirivî!.

Carcar Cîhanê jî serdana Xelîl dikir, karê mala wî jî jê re dikir, lê ew mala ku Cîhan lêbû, ji wan serdanan çavteng dibûn.

ez û wê hevalê me yî din rojek înê di cem mala Xelîl  re derbaz dibûn, me dît ew di devê derî de ye. Me jê re got: Xelîl îro çi bi te hatî, tu ne çûye taxa Siryan?

Xelîl kenî got: Derbazbin! Îro ji bo xatirê we, ez naçim Siryan, me bawer nekir, lê em ji wî tê gihîþtin ku Cîhanê di wê rojê de serdana wî kirî.

Ew hevalê me ji Xelîl re got: Xelîl, tu ramûsana ji Cîhanê distînî? Xelîl reng-rengî bû dinya bi serê wî de xerakir, Ez mat mayî mam, te digot qey ji wî re gotî; tu ramûsan ji xwîçka xwe distînî!.

Carekê jî min û Xelîl soz dabû hevdu ku em roja pêncþemê bi hev re biçin Sînemê; filmekî Hindî temaþekin, ew nîvro hat dev min û em bi hev re çûn li pasê siwar bûn, li  westeka sisîyê Xelîl bê hemdê xwe peyabû ez jî bi lez li dû wî peya bûm û pirsîm: Xelîl çi bû ? Ji min re got: Tiþtek bi Cîhanê hat! Min got: Xelîl min nuh bawer kir ku tu merovekî dînî, mal xeranebû! Cîhana çî û bîhna çî, çi pêhatî, ma ne em diçûn Sînemê ? Ji min re got: Wele! Tiþtek bi wê hat, ez ê biçim dev wê bizanibim çî pêhatî. Ez vê re çûm mala cîhan lê, me dît cîran li ber derîyê wan li hev xircilîne gotin: Cîhan bi otîyê  kehrebe bûye, rakirin nexaþxanê.

Em yekser çûn nexweþxana Razî me dît diktor li wê civîne, lê kehrebê sivik lêdabû.

 Min Xelîl li wir hêþt û ez çûm, êdî di rê de li þûna Xelîl; ez bi xwe re dipeyivîm û matmayî dimam, ne min dizanî ku ez dînim, ne jî Xelîl?! Ji ber tiþtên ku min ji wî didîtin, roj û meh jî çûn, ez her bi wê raza(sir) Xelîl û Cîhanê diramîyam.

Jinek gundîya me li gundê wan bi merovekî Cîhanê re þokirbû, rojekê min pirsa Xelîl û Cîhanê ji wê jinê kir.

Got: Tew, tew! Webê tu çîroka wan nizanî?

 Ew ji sêsaliyê de bi hev re ne, vêyî hev deqayekê nikarîn bijîyana ta niha jî kes sira wan nizane.

Ger Xelîl bi çûya dukanê piskotek yan benîþtek ji xwe re bikriya te ew bikuþta bi tenê ne dixwer, ne jî dida xwîçk û birayên xwe, divê Cîhan li kuderê ba xwe pêgîhanda, perçê mezin bi Cîhanê de, yê din jî bi xwe bixwera!

Ger Firingek jî di destê  Cîhanê keta divê bi destê Xelîl bigirta û  bi xwe re bibra duknê bi hev re bikrîna û bi hev re bixwerana û bi hatana. 

Ta mezin jî bûn xelkê we dizanî cêwîyê hevin.

 Wwekî din jî hele bêje, gundîyan Çendîn nav li wan kirbûn?!

Yên jê re digotin Leyla û Mecnon kîbûn, yên digotin Aþiq u Mehþoq kîbûn! Tilîya Cîhanê li kevirekî biketa Xelîl jî vêre didagirî û  ya Xelîl jî eynîbû ta niha jî wisane.

Sala dudiyê ew mala ku Cîhan lêbû; rû nedidan Xelîl û nedixwestin ew û Cîhanê hev bibîne.

 Ji wî re jî gotbûn cîran bi xerapî çêra we dibin, dibêjin ew lawa çîyê Cîhanê ye, her roj tê cem wê. Loma em nikarin derîyê mala xwe ji te re vekin, cîran çêra me dikin.

Xelîl û Cîhanê bi biriyara wê malê, pir di xwe de êþiyabûn û wê biryarê hiþtibû ku nirîna Xelîl di rewþa xwe Cîhanê de hinekî bê gewrandin û ji xwe jî bipirse Cîhan çîya wî ye û wê çawa kanibe ji Cîhanê cida nebe, tenê zewace, lê ta wê hîngê Xelîl ticarî bi zewaciya Cîhanê nefkirîbû. Gava merovekî jê re bigota jî cil ji xwe dikirin, çinkê bi hev re bi hestên xwîþk û bira û hînjê pirtir dijîyan.

 Sala sisîyan, wê mala ku Cîhan lê dima, ew ji Merovekî xwe re xwestin, wî sala çarê li kulîja pijîþkîyê dixwend, çendî Cîhan nerazîbû jî lê hîngî keç û jinên wê malê di serê wê de xwendin û xudiyan jî lê zorkirin, di  þevekê de ew bi razîkirin dan û diwê þevê de jî gistîla xwe vêxistin.

Xelîl rojekê hat dibistnê gelekî ne rihetbû, bi xem û keserên bi þewat ji min re got: Cîhan bi yekî re bi destgirtî bûye.

Dusê roj neçûn êdî Xelîl nehat dibistanê, Em lê pirsîn gotin: Cîhan ji dibistanê bi derxistine, loma Xelîl jî dev ji dibistanê berdaye.

Rojekê dîsa ez rastî ew gundîya me ku bi merovê Cîhnê re þokirî hatim. Ez ji wê pirsîyam: Çima merovên te di vê sala bekeloriya de(lîsê) Cîhan ji dibistanê kirin? Wê ji min re got: Dibêjin Cîhan herþev di xwena xwe de bi Xelîl re dicive û çi vê re  hebe jî dibêje û dibêjin li destgirtîbûna xwe poþman bûye, Birine ser çend þêxan jê re çendîn nivîj û berbend kirine; fêdenekirine, bes  ew bikeve xewê bi Xelîl re ye.

Loma ew birin gund ta ku ew û Xelîl hevdu nebînin, belkî hinekî wî ji bîrbike.Ca dibêjin Xelîl jî niha li gund e! Sibê ta êvarê  ew Cîhanê hevdu di ser hewþê re dibînin û Cîhanê jî bi carekê rû nade destgirtî yê xwe.

Þevekê xwîçka dergistiyê Cîhanê jî hatibû li cem Cîhanê xewkirbû, Cîhanê di xewa xwe de çi ji Xelîl re gotibû xwîçkê jî çûbû ji birayê xwe re gotbû , çend kesên din jî ew gotin ji wî re gotbûn, Cîhanê jî rû ne didayê, rabû wî jî gistîla Cîhanê lê vegerand.

Êdî xudiyên Xelîl ji wî re digotin em ji te re bixwezin, Xelîl her du dilî dibû.    Li bavê Cîhanê jî bûbû rik digot: Mêr li dinyayê nemînin jî êdî ez keça xwe nadim Xelîl.

Xelîl, merovekî bi namûs ba; gava keça me bi destgirtî bûye, gerek ji devê rê ya wê bi derketa? Bext li keça min þikand, ji bo xwe? Ew êdî dixewna xwe de jî keça min nabîne.

Cîhan jî birin mala xalê wê li gundekî dûrî wan, ji bo Xelîl û wê hev nebînin.

Xelîl ji cot digihîþt mal Derktora xwe vedimirand bê xwerin û vexwerin li matasîkêlê siwar dibû û wek: Burîskê berê xwe dida gundê xalê Cîhanê ku çel K.m dûrî gundê wan e, ger xalê Cîhanê li mal neba; keçên wî derfet ji Cîhanê re çêdikirin ku bi Xelîl re rûniþta, lê Xalê wê li mal ba zehemetbû ku karîbana hevdu jinêzîkve bidîtîna. wê hîngê Xelîl di nav gund re dizîvirî  ta ku keys biketa  destê Cîhanê bi derketa serbanê yan di ser hewþê re hevdu ji dûr ve bidîtana, anca Xelîl bikarîba ji gund bi derketa û biçûya. Lê roja Cîhan bi mala Xalê re biçûya bêxçe,  dewleta wan bû ji ber dîndina wan hêsantir dibû ku hevdu bi hêsanî di nav dar de didîtin, lê mixabin Cîhan her roj  bi xwe re dernedikirin bêxçe.

Tiþtê balkêþ roja ku Cîhan li bêxçeba li Xelîl xuyadbû, yekser berê Matorskêlê xwe dida bêxçe û ew roj ji wan re dibû cejina mezin, dikarîn bi hêsanî bi her re bicivîna, ji wê bi þûn de Xelîl dikarî bi dilxweþî vegeriya gundê xwe û anca xwerin û vexwerin bi ber Xelîl de biçûya, yan neçûya! Wê havînê min jî li gund bi bavê xwe re xizmeta bêxçe dikir. Ger hefteyekê ez neçûbama serdana Xelîl divê ew bihata dev min û çêrokên xwe û Cîhanê bi dirêjî ji min re hewal bidana.

Ez rojek înê çûm serdana Xelîl, hin mêvanên wî din jî hatibûn.

 Xelîl muzîkvanekî baþbû jî û gelek alavên wî muzîkê hebûn lê wî pir ji kemançê hezdikir û pir bi kuzûr dijenand, yek eyba wî jî hebû ku gava saz bikira divê kesî diber sazê wî re nestira, ger bistira jî yekser jenîn radiwestand, bi xwe jî ti carî; di ber sasê xwe re nedistira, di got: Ger stiran di ber muzîkê re bû qîmeta muzikê namîne, ew ê xudî hest be divê li peyvên muzikê guhdarbike! Wê rojê hinekî ji me re kemance jenî, mêvanekî wî jî hebû stiran baþ dizanîn, Xelîl her ku sazek dikir, ew mêvanê wî bi xwe ne dikarî di ber kemança Xelîl re distira, Xelîl jî xuldibû di çû sazekî din, dîsa mêvanê wî diber re distira,  Xelîl rihetiya xwe nedî, pir saz nekir.

Xelîl got: Eger? Dilê we û vexwerdina meyê heye, divê em biçin li bêxçe vexin; bavê min razî nabe em di mal de vexin.

Em bi hev re çûn nav baxçê wan, cur bi cur meywe tê de hebûn, me bi destê xwe meywe ya xwe jê kir û li bin darek gûzê, li ber erqa avê me sifra xwe rêzkir û agirê xwe dada hêdî hêdî, mirîþkên xwe biraþtin ta ber destê sibê em li wir mabûn, wisa me dizanî ku em nuh gihîþtine wir! Mêvanên Xelîl xatir xwestin û çûn , Xelîl  destûr neda ku ez jî biçim, ji min re got: Bimîn e! Em biçin ber Ava reþ nêçîra masîyan ta ku tu hin masî bi xwe re bibe mal. Wê rojê jî me bi xewê derbazkir bi þev em ji xewê rabûn, dîsa me þevbiwêrka xwe kir ta ber destê sibê û em rabûn di gel gundîyekî Xelîl li dîrektorê siwar bûn û me berê xwe da ber Ava reþ, hîn dinya morbû; em gihîþtin ber avê, me çengelên xwe avêtin avê û li ber rûniþtin, ta set deha me çar masîyên mezin û heftên bi çûk girtin, me dît çengelê xelîl bi nav avê de dikþe û haya Xelîl jê tune ye, medeng li wî kir ku Xulmaþ bûye! 

 Xelîl ji çih hiþyarbû û got: Em biçin bese?!

Me xwest em li wir du masiyên xwe bibrêjin, me nedizanî çi bi Xelîl hat! Hema digot rabin em biçin û biçin!.

Em rabûn li dîrektorê siwarbûn Xelîl kilît ji gundîyê xwe girt û wî ajot . Em bi ser rê ketin ta ji Xelîl dihat pêlêdikir û bi lez derktor dajot,  her ku me jê re digot yawaþ wî leztir dikir.

Me nedît çawa rêka gund berda û ket rêyek din

Em jê dipirsîn tu kuda dere, digot hûn ê niha bizanibin.

 Me nêzikî li Meydankê kir got: Bîna Cîhanê tê min! Hûn dibên hatibê ber Solavê? Me got: Xelîl vê dînbûn xwe ber de ji bîhna masîya pêva em bîhna tiþtekî nakin de me bigîn ber avê em masîyên xwe çêkin bixwin.

Em gihîþtin ser pira Meydankê dengê guþ-guþa solavê û qerbeliqîya seyranvanan ketibû nav hev kesî ji  kesî ne dibihîst.

Çavên Xelîl li Cîhan û keça xalê ketibûn ku di nav xelkê de dimeþin, me nedît ku çawa got: Cîhan! û xwe ji dîrektorê avêt, Cîhan li xwe vegerî Xelîl gîhîþtê ji eþq û tirsê nezanîn ku çawa hevdu pêþwazî bikin! Hîn em li ser dîrektorê bûn me dît qêrînî ji binîyê solavê hat û me nedît ku çawa Xelîl ji ser pirê de; bi bilindiya þeþ mitran xwe avêt xwerê, me jî xwe ji derektorê avêt ta bizanibin çi heye, me dît Xelîl keçikek dazdehe,sêzdehe salî kiriye bin çengê xwe û ji bin avê dertîne. Çi xelik li wê derê hebû hemî bi hev re bezîn ser wan, em gihîþtin wan ku keçikek File li jêrî solavê qufika tirî daye ber ava solavê ji bo þuþtinê, hêza solavê keçik daye ber xwe, Xelîl serê wê berjêr kir ta hinek av ji devê wê hat, wê çavên xwe vekirin, qêrîya û xwe avêt hebêza dîya xwe.Cîhanê jî xwe   avêt hembêza Xelîl keça xalê ew girt û bir.                l

.Me jî hinek cil ji Xelîl re pêdakirin, çû cilên xwe dan ber tavê û em jî li wir li bin darekê di ber avê de rûniþtin û me xwest em jî masîyên xwe bibjêrin.

Gundîyê Xelîl Masî pak kirin min jî dest bi hûrkirina selete kir.

Xelîl jî her çav li Cîhanê digerand ku carek din karibe; wê bibîne.

Mala bavê Cîhanê jî Xelîl li wir dîbûn, ji ber wê ji Cîhanê Xafil nedîbûn ku hevdu carek din bibînin.

Xelîl got: Xudîyên Cîhanê û mala xalê ve li vir soz dane hev him ji bo seyrana xwe bi hev re bikin û him jî Cîhanê vegerînin mal.

 Moralê Xelîl gelek xweþbûbû ku Cîhan dîtibû, ya din jî ew keça File rizgarkiribû û hîn ji herduya pirtir jî dizanî ku Cîhanê yê dê vegere gund ber nefesa wî.

Me ji Xelîl re got: Ma çi li serê te xist? Te em ji ber Ava reþ gîhandin Meydankê

Xelîl: Di wa Xulmaþbûna min de li ber Ava reþ, Cîhanê ji min re digot were Meydankê. Me dîsa kenê xwe pêkir. Gava me agirê xwe dada xudîyên keçka File hatin dev me gotin: Divê hûn bi me re xwerinê bixwin, em razî nebûn rabû ji me re þûþeyek araqî dîyarî kirin gotin ev araqîya destaye taybete û edrêsa xwe dan me, em dewt kirin ku em serdana mala wan li Helebê bikin û ji bo rizgakirina keça wan gelek spasiya Xelîl kirin.

Xelîl ji dîya keçê re got: Daxwaziyek min bi tenê ji te heye ku keçek li vire tu nameya min bigînîyê.

Xelîl li ser kaxeta pakêtek cigaran ji Cîhanêre nîvsand: Ez dizanim tu yê îro vegere mal, xwe bike pêwendiyên me nemane û bila dîtinên me aþkere ne bin. Tu ji bavê xwe bixwez ku tu xwendia xwe bi serî bike. Gava tu vegere xwendinê; hîngê ez ê jî vegerim , gund tenge; di Heleb de em dikarin zûzû hev bibînin.

Dîya keçkê name ji Xelîl girt, xwerina me jî amdebû, me   piyalên araqîyê dagirtin Xelîl ya xwe venexwer got: Dinya li dor min dizîvire, Em kenîyan me got: Wele Cîhanê Tu serxoþ kir?

Xelîl got: Ne weye, gava ji bo keçikê min xwe avêtî avê, serê min di bin de li zinarekî rasthat, hîngê ne êþî lê niha dêþe! Me xwerin di cih de hiþt: Çima te ji me re negot? Rabe em te bibin Tuxtir got: Na ez ê hinekî xwe li bin vê darê dirêjkim, hûn xwerina xwe bixwin, me du parî nexwerin; Xelîl li ser xwe rûniþt ji me pirsî: Serîyê min mezin bûye? Ez pê hest dibim serîyê min mezin dibe !

Me got: Te venexawerî serê te mezin dibe te vexwra wê çawa biba? Xelîl berkenî bû, dest avêt ser zikê xwe û kela verþê dayê got: Min bibin mal.

Me ji bavê keça file re got: Wî yekser Turbîla xwe fêxist me Xelîl siwar kir û berê xwe da xestexana Efrîn li wir Tuxtir derzîyek lê da û got: Bi lez bigînin Heleb xwîn dadirive ser mêjî yê wî, li vir çara nîne.

Me berê xwe da Heleb li çata Qitimê Xelîl av xwest, em li pêþiya avîngeha Marî rawestîn, me hinek av dayê vexwer got: Þûþeyekî biserê min de kin, gava me bi ser de kir, li dora xwe mêzekir got: Ev avîngeha Marî ye? Cîhanê jimin re gotî divê em dewata xwe li Marî bikin .

Em li turbîlê Siwarbûn hîn em ji hewþa Marî bi derneketibûn serê wî bi ser pîyê min de teqlebû û canda.

Roja din li goristana gund veþartin, gund hemî ketin ser xudiyên Cîhanê ku Cîhan were mistek ax bavêje ser gora Xelîl, xudî razîbûn lê Cîhan razî nebû di got: Xelîl nemrî!.

Piþtî salekê hîn digotin Cîhan di xeybê de Xelîl dibîne.

Ta wê hîngê destgirtî yê Cîhanê yê berê xwendina xwe bi serîkir, bû Tuxtir û dîsa  jî Cîhan ji xwe re xwest, Cîhan dîsa nerazîbû lê  dibin zora xudîyan de razîbû.

Roja dewatê bûk û zêve li têniþta hev bi rûnþtin dabûn, def û zurne lêdiket, dewat gumreh bûbû, xwîçkek Tuxtir hebû jê re digtin: Zekîya bûdele, temenê wê di ser sî salî re bû lê her di nav zarokan de dima, wê þevê ew jî di orta dîlanê de bi zarokan re  ge dîlan dikir, ge lîska xwe dikir.

Zekîya bûdele di orta dîlanê de qêrîya û bangkir: Bûka me çû, bûka me çû.

Gotin: Zekîyê bûka we kuda çû?

Zekîyê: Ma hûn kûrin? Hûn nabînin? Xelîl wê dibe Xelîl!.

Zekîye girtin birin kirin hundirekî derî li ser kilît kirin jî ta nîvê þevê lîlî û kenê zekîyê dihat.

 Sibê Zekîye ji mal bi derket û pir bi dilxaþî berê xwe da mala bavê Xelîl, jinên gund li ber derîyên hewþan rûnþtîbûn gotin: Zekîye! Çima tu êvarî li dewata birê xwe nema?

Zekîye kenîya got: Qîzê ez jî wek we vê aqilim?! Dewata vê bûk ji çi re dibe? We dewata Xelîl û Cîhan bidîta ! Du hespên sipî wek: berfê bi basik û rû li ken erbanak li dû; hûn çiqas reng dixwezin lê hebûn Xelîl û Cîhanê bi kincên bûk û zavan tê de rûniþtibûn, li her alîyekî wan jî Qîzek rûniþtibû û mûm rakirbûn çiqas xandiyên wan hebûn giþt bi kincên sipî wek: Berfê bûn û çiqas bîhnên xweþ hebû bi ser mêvan de dibarîn û pêra-pêra bi ezmên  ketin û çûn nav stêrkan!

Jinan: Qîzê! Zekîye dînê nebêje, Cîhanê di cem tuxtir de ye vê sibê jinan çûn serdan kirin, fistiq û xurêbe xwerin.

Zekîyê: Wey Xudê canê we nebê! Ez ji we re dibêjim Xelîl Cîhan birî, hûn ji min înan nakin? Qîzê ew ya bi Tuxtir re ne Cîhan e, ne! hûn femnakin?

Piþtî salekê min ew gundîya me ku þo bi merovê Cîhanê re kirbû dît.

 Ez li halê Cîhanê pirsîm, ji min re got: Halê wê pir xerape rojê pêde du gotina nake, va keçek wê jî bûye belayek jê re anîye,

her çavekî keçikê ji rengekîye.

Min got: Ê çibûye dayîn Xudê ye .

Got: Mesele ne di wir de ye! Tema çavên xwîçka Xelîl ê rihmetî jî eyne wenane yê rastê reþ yê çepê jî berhiþîniye û wek: wê jî çîle! Niha jî ketine gûmanan dibêjin, ev keça ji kuve li wan hatî? Ne di malbata Cîhanê de çîl hene, ne jî di ya Tuxtir de, Zekîya bûdele jî ji malek gund biderdikeve di keve ya din û dibêje keça Tuxtir ne ji Tuxtire, ji Xelîl e. Min þeva dewatê got: Xelîl bûk bir kesî ji min bawere nekir, herin sêrkin keça tuxtir û xwçka Xelîl, eger we negot herdu sêvekin, kirine du perçe?.

Min Piþtî sal û nîvekê bihîst ku kurekî Cîhanê jî bûye dîmê wî eyne yê Xelîle, ji xudê de wek þûna behîfekê di serê Xelîl de porê sipî hebû, eyne þûna behifek bi çûk hevdeyên sipî di serê zarokê Cîhanê de jî heye!

û min bihîst Tuxtir li cîhekî gotî gavê ku ez bi Cîhanê re xewdikim pir caran navê Xelîl tîne ser ziman û carna bi þaþî ji min re jî dibêje Xelîl?.

 

~~~~~~~~~~~~~~~~~~~~~~

*Eþrefîyê û Siryan: Du tax ji taxên Bajarê Helbêne, piraniya xelkê wan taxan Kurdin.

*Meydankê:Gundê Nivîskarê hêja Can kurd de,gundeke li ser çemê Efrîne, pira ser çemê li wir bû û solavek mezin,niha solav û pirê di bin ava bendê de mane.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org