Þamî
Þerîf *
Mihemed
Hemo Carcar
dibêjin hiþê rojhilatîyan di serê wan de nîne! Di
serê wan de nebe, wê di kuder wan de be? Em
bêjin û nebêjin, kiriyarên merov hiþê merov nîþan didin! Ebo
Ebdo di dibistanên bajarê Heleb de mamosteyê
ayîna Îslamî bû û komonîstekî çalak bû jî. Di
salekê de giropekî ji hevalê Ebo Ebdo, li zankoyên Sofyetê xwendina xwe
bi serîkirbûn û vegerîyabûn bajarê xwe Heleb*. Rêxistina
wan ya bajarê Helebê, di þevekê de li ser þerefa wan hevalan dewetek
çêkirin. Di
dewetê de; piþtî xwerin û vexwerinê serên wan giran bûn û perdeyên
þermê ji ser rûyê wan rabûn. Bê perde ketin nav têkilî û serpêhatiyên
xwe yên sêksî (sex)î bi keçên Sofyetan re û bê hemdê xwe, ji hevalên
xwe yî Heleb re axifîn. Ebo
Ebdo û hevalên xwe yên Helebê, bi eþiq guhên xwe dan ser axaftinên
wan û dev bi bostekê vekirî man, xazî bi devên wan ket, xwerin û
vexwerin ji bîra wan çû, cigare bi cigarê vêxistin û serî di ber re
hezandin, nedixwastin ew þeva derbas be, çinkê tiþtê wê þevê
ji hevalên xwe dibîstin, di filmên sêksî de jî nedîbûn,
hemiyan hêvî dikirin ku wê þevê li Sofyetê bûna. Þevbêrka
wan berdewam bû ta ber destê sibê. Paþê herkes çû mala xwe. Ebo
Ebdo gihîþt mal, cilên xwe guhêrîn, berve textê xwe çû ku bixewe,
jin li ber çavan bû marekî reþ, li ber masa xwe rûniþt, tenê wêneyên
keçên porzer wek: Filman di ber çavên wî re diçûn û dihatin û xew
li çavên wî nedibû mêvan. Di
dilê xwe de diaxfî: Ax.. ax, ez çi serker bûm lo! Min
neçû xwendina xwe li Sofyetê nekir? Ez ê jî ketibama kêf û xweþiyê
di gel wan keçikên Sofyetê û li vê dinyayê têketama nav qelfên horîyan.
Min çi xwelî bi serê xwe de kir ku min jin hanî? Ax.. ax! Ez çend
nezan bûm? Gilî û gazinc derda derman nakin, divê ez dermankî ji derdê
xwe re bibînim. Ez ê çawa xwe bigînim welatê Sofyetê, ta bikevim nav
xweþiya wan keçikên porçîl? Tenê ew dermanê derdê min e. Weha min
dizanî; em jî di gel jinên xwe sêksê (sex)ê dikin, em li kuderê û sêksa
me li kuderê!? Hîn
jinên me cilên xwe li ber me ji xwe nakin lo! Ew tiþtên ku hevalan îþev
digotin wê çawa bi me re bikin? Na wele em ê bimirin û wê xweþiya
hevalên me dîtine, em nabînin! Ile eger em komonîst bibin serdarê vî
welatî, hingê; em ê karibin vê zîndanîya rojhilatî ji nav þeqa
rizgar bikin û bi ber ronahîyê xînin! Ji
xwe jî dipirsî: Tu dibêjî, em ê karibin gewrandinê di vî walatî de
bikin? Bi baweriya min qet we nabe, hema ez ji xwe de dest pêbikim; keçek
yan xwîþkek yan dotmamek min biçe bi xortekî re kêfke, ez ê çend
çavteng bibim? Erê wele!
Hema aqýlê me hemî rojhilatîyan wisa ye, em tim ji serdarîyê hezdikin. Loma
em nikarin bibin merovin dîmuqrat. Ew tiþtê ez dibêjim xewne, Xwedê
bike nesîb ku ez biçim Sofyetê, ew ya raste. Lê
ka em ê çawa karibin biçin? Tiþtek
tê bîra min, eger ez bêjim çavên min xerap bûne û ez nikarim pê
belavokan bixwînim û binîvsînim? Wê hîngê partiya me mecbûre ku min
biþîne Sofyetê, ji ber careseriya çavên min. Berê jî çendîn
heval ji bo nexwaþiya çavan þandine. Civata
wan ya mehane bû, Ebo Ebdo bê raport çû civata xwe, cara yekê bû ku
Ebo Ebdo bê raport diçe çivata xwe. Gava hevalan pirsa raporta wî kirin,
got: Îro hûn raportekê ji min re binîvsînin, rewþa min gelek xerape,
çend rojin roniya çavên min kêm bûye, ne karim binivsîn ne jî bixwînim,
ez çûm dev çend diktoran jî çare nebû ji min re gotine dermanê te
tineye, ile; li welatê Sofyetê! Diktorên wir zîrekin. Loma divê em
raportekê ji serkirdayetiyê re rakin ta ew min biþînin Sofyetê. Dilên
wan hevalan jî pê êþîyan, di wê civatê de raportek ji serkirdayetiya
xwe re nivîsîn û daxwezî lê kirin ku Ebo Ebdo biþînin Sofyetê, ji bo
nexweþiya çavên wî. Piþtî
demek kurt; biryar ji partiya wî de hat ku razîbûne ew biçe Sofyetê. Gava
Ebo Ebdo bihîst ku partiya wî li ser þandina wî biryar daye, ji þabûna
re sersim ket û ji kêfa re nizanî çi bikira. Jina wî got: divê ez jî
bi te re biçim, Ebo Ebdo: Tu yê bi min re biçe çî qîzê!? Li wir ji
bilî goþtê Berazan xwerinek din nîne, tê li wir ji
nêza re bimire, di dilê xwe de jî digot: Ez waqas Ehmaqim te bi
xwe re bibim? Dike min bike wek yê ku Sendwîþ bi xwe re birî Xaringehê(methem)!
Ma kîjan ehmaqa heye ku sendwîþa xwe bi xwe re bibe xaringehê?
Gava agehdariya wî kirin û roja geþtiya wî dîyarkirin, wî hazir
dêxûna xwe sist kir û berê xwe da paytextê Sofyetê Mosko!. Þandek
ji wezareta tenduristî li balefirxana Mosko pêþwazî li wî kirin û
yekser ew birin li nexaþxana çavan bi cihkirin. Dîtina
Mosko ji wî re xewin bû, lê yê çawa xewna xwe yî mezin bi cih bîne?
Ew xewin jî rizgarkirina ew zîndanîyê
di nav þeqên wî de bû ku yê çawa wî di destên keçên Rûsan de
rizgar bike!. Di
hundir de tebatî nehat Sebra Ebo Ebdo, derket ser þaneþênê (balkon) û
li derdora xwe sêrkir, dît ku di koþkekê de ye, li nîvê gulistanek miþt
ji gul û kulîlkên rengîn, di nav re
keçkên nîvrûtî yek ji yekê þêrîntir û ciwantir diçin
û tên. Ebo Ebdo hîn ji ramanên olî rizgar nebûbû, we dizanî li bihuþtê
ye. Destên xwe vegirtin û got: Þikir Xudê! Te bê pirsên Nekir û
Nukur, bê sual û cewab; ez kirim bihuþta xwe, belê te gotî: Ji her
merovekî bihêþtî re heftê horiye, ez bawer nakim ku her me yekî heftê
bi dest keve, ez bala xwe didimê ew li gora me kêmin, çawa dibe? Du
keçên ciwan bi cilên sipî berfînî bi rûkenî derbazî oda wî bûn,
yekê piyala doþava meywê jê re pêþkêþ kir ya din jî cilên wî jê
kirin û cilên nexaþxanê li wî kirin, bi wî re peyivîn, ew ji wan tê
nedigihîþt, ew jî bi wan re diaxvî, ew jî ji wî tênedigihîþtin. Ebo
Ebdo matmayî ma got: Xuda! Çawa te gotî zimanê bihuþtê Erebî ye? Va
du Firîþteyên te li dev min in, peyvek erebî çî ye nizanin bipeyivin! Ez
çi bikim? Ew keç ji oda wî biderketin, ew jî derket çû nav gulstanê,
ket nav keçkan û we dizanî ew horîyên wî ne ji wan re jî bi erebî
axivî, kes ji wî tênedigîþt, ji xwe re digot: Wele! Ev
biuhuþta Muslimanan nîne. Ez bi þaþî anîme vir, hebê ev bihuþta Fila
ye, yan ya Cihoya ye? Ne
Horî heftê ne, ne jî ziman Erebî ye! Çê
xerap Ebo Ebdo bi Îngilîzî dizanî, Înglîziya xwe bikaranî ji çend
horiyan daxwaz kir ku vê re bixewin, wê þevê stuyê xwe li ber dihan
xwarkir û daxwaza sêksê li wan kir, hemîyan jê re digotin: Hevalê min
heye, em xiyanetê li hevalê xwe nakin. Ebo
Ebdo: Ev çi bexte? Dikeve serê merov ku yarkên horîyan jî hebin? Carek
din diyarbû ku ev Bihuþta Muslimana nîne! Çawa dibe! Horî û yarik?
Xuyaye ez ê bibim teresê wan di vir de!. Ebo
Ebdo ta berdestê sibê nexewî, nikarî horiyek li ser textê xwe bikira mêvan.
Ji xey de re xwe avêt ser textê xwe û bi yanberiyê ket xewê. Sibê
mumerîdeyek hat ser karê xwe, di ber oda Ebo Ebdo re derbaz bû, dît
nexweþekî nuh ketiye wê odê û bi ne rihetî xewkirî, wê çû ew
rastkir û betaniya wî kiþand ser. Vê re Ebo Ebdo þiyarbû, sêrkir
horiyek cihê wî xweþ dike. Ew di cîh de li ser xwe rûniþt û ji wê
pirsî; ma hevalê te jî heye? Wê got: Na, dilê wî mezin bû di sîngê
wî hilnedihat! We dizanî ku gihîþt armanca xwe, di dilê xwe de digot:
Ji vê horiyê de ez ê dest pê bikim. Bi lez çenteyê xwe vekir û hin
sabûna Helebê ji çentê xwe bi derxist û diyarî wê keçê kir. Keçê
ew sabûn jê girt, bir mal û ji xudiyên xwe re got: Nexweþekî ji Dûmeþqê
ketiye nexweþxanê, ev sabûn diyarî min kir. Bavê wê
ji cîh li ser xwe rawestî got: Qîzê Dûmeþq yanê Þamî þerîfe,
tu zanî? Eger ev sabûn; sabûna Þama þerîf be? Zanibe Xudê xêr û bêr
bi ser me de barandîye! Sabûn ji destê keça xwe girt û hilîna, ji keça
xwe re got: Divê sibê tu ji wî merovî pirsiyar bikî, eger ji Þama þerîf
be? Divê bi çi rêyê be em wî bînin mala xwe û xizmeta wî bikin û
bizanibin çi li vê sabûna pîroz bikin? Roja
din sibê zû keçê gulek diyarî Ebo Ebdo kir. Ebo
Ebdo ji aliyekî ve dilxweþ bû, ji aliyekî va jî dil li keçê xerap bû
û ket bîr û þikan. Keçikê ji Ebo Ebdo pirsiyar kir: Ma Dûmeþq; Þama
þerîf e? Ebo
Ebdo: Belê em ji Þamê re dibêjn; Dûmeþiq. Keçik dilxweþ bû û qedrê
wî pirtir girt û ji wî re got: Tu dikarî roja yekþemê bibe mêvanê
min? Ebo Ebdo bi lez erê kir. Keçê xatir jê xwest, wî jî roj jimartin
ku çend roj mane ta yekþemê, gava zanî hîn çar pênc roj mane, bêhin
lê teng bû ew çar pênc rojan; pê bûn çar pênc sal. Êvarê
keçê ji bavê xwe re got: Raste ew nexweþê ku sabûn dîyarî min kirî
ji Þama Þerîfe, ji ber wê min jê xwest roja yekþemê bibe mêvanê me. Bavê
wê got: Ma ew ê bê mala me? Keçê:
Belê ew ê dê roja yekþemê bibe mêvanê me. Dilxweþiyek
ket dilê bavê, yekser ew sabûn derxist û bêhin kir, bêhin kir û xist
cihê wê! Rabû telefûn ji birayê xwe yî Azerbîjanê re vekir, jê re
got: Roja yekþemê merovekî ji Þama Þerîf wê bibe mêvanê min. Tu
dost û hevalan agehdar bike yê hezbike wî bibîne; bila roja yekþemê li
mala me amade bibe ta ew bi çavên xwe vê merovê pîroz bibînin. Birayê
wî li Azerbîjanê ji hemî dost û hevalan re got: Roja yekþemê merovekî
ji Þama Þerîf; wê bibe mêvanê birayê min î li Mosko. Gelek ji wan bi
wî hewalî kêfxwaþ bûn, ew ê perê wî hebûn û tinbûn; xwe bi riya
Moskoyê xistin ji bo dîtina merovekî Þamî. Roja din berbangê hemî
çûn li Tirênê siwarbûn û berê xwe dan Moskoyê. Ta bi bajarê Mosko yê
gihînin, sê roj û sê þev pêwîstin. Ebo
Ebdo jî li nexweþxanê saet û deqan dêjmêre ku çawa roja yekþemê yê
bê? Ta ew û keçkê bi hev re têkevin kêf û suhbeta sêksî (sex). Ebo
Ebdo pir mujûl dibû ku, bizanibe çima wê keçê jivana xwe kirî roja
yekþemê? Li dawiyê bi dilê xwe re gihîþt encamê, ku bawer kir ew cihê
lê bihuþta Fila ye. Ji xwe re digot: Ev ne ti cihe, diyare ev tenê roja
yekþemê sêksê (sex) dikin?. Þeva
yekþemê xew hat çavên dêndaran û nehat çavên Ebo Ebdo. Ew her li
benda sibê bû ku ew keç were, vê re jî diket xeyalan; wê çawa bi wê
keçê re bixewe û ew keç yê wî çend rojan bike mêvanê canê xwe yî
nazdar û xwînþêrîn. Li
berdestê sibê li deriyê mala keçê ket ku, derî vebû deh panzdeh merovên
Azerî bi rî û rîþ xwe ji welatê Azerbîjanê hilgirtine hatine ta ku wê
merovê Þamî yê pîroz bibînin û pê tewaf bibin. Bavê
keçê bi dilxweþiyek gerim pêþwazî li wan kir û bi sibê zû re keça
xwe bi rê kir nexweþxanê ta mêvanê wan bîne. Keçik
gihîþt cem Ebo Ebdo, dît ew li ber derî rawestiye û çaverêya wê
dike, silav li hev kirin û berê xwe dan mala keçê. Carek
din Ebo Ebdo di rê de diket xem û xeyalan û ji xwe dipirsî; wê çawa bi
wî qelafetî bi wê keça nazik re sêksê (sex) bike û ji xwe dipirsî;
tu dibêjî ev hîn keç be? Meþa vê ya keça ye, Ma tu dibêjî: sêksa
van jî wek sêksa (sex) me be? Hîn di nav wan nîgaþ û xeyalan de bû,
gihîþtin avahîya mala keçê, ketin asensêrê ku bi serkevin, kirin û
nekirin ku asensêr bi serkeve bi ser neket. Mala keçê jî li qatê þanzdehan
bû, keçê xwest telefûna hoste bike, Ebo Ebdo bawer nedikir ku çawa bi
ser keve, ji keçê re got: Dê were emê di nêrdewanan re bi serkevin. Keçê,
Ebo Ebdo da ber xwe û di nêrdewanan re bi serdiketin, keçik bi bedena xwe
ya sivik û sporî wek: Pempulûkan bi serdiket, Ebo Ebdo jî bi qelafetê
xwe yî giran ji eþqa keçê re her gavekê dudiyan di pêþiya wê de bi
ser diket. Ta gihîþtin ber deriyê malê, henase(nefes) nedan xwe ji ber wê
ta gihîþtin qatê mala keçê bêhna wî çikiya, singê wî bû kûrika
hesinkaran, ku keçê zengilê derî lê da deh bi hev re bezîn derî û
vekirin, yekî li dû yekî xwe avêt dev û rûyên Ebo Ebdo û bang
dikirin: Le îleh île La, Þamî þerîffff, Þamî þerîffff û li xwe
dixistin vê re jî dest bi zikrê kirin nehêþtin Ebo Ebdo bêhna xwe jî
derke. Ebo
Ebdo ket nav wan û nedizanî ku çi lê qewimî. Piþtî zikra xwe bi serî
kirin, sindoqek entîke anîn li ber wî danîn û bi girî ji Ebo Ebdo re
gotin: Þamîyê Þerîf! Em hezdikin ev sindoqa pîroz bi destên teyî pîroz
vebe ta ku tu wê Qurana pîroz tê de ji me re biderîne û bixwîne, ev
Quran ji roja ku em ketine ber destê rijêma komonîst ve, bavê me veþartiye. Ebo
Ebdo ji neçarî ew sindoq vekir ku kitabek quranê êdî rizyayî tê de
ye, bi vekirina sindoqê re ew ê bang dikir, yê lavêj digotin, yê dest
hatibû ser.. bû hêlbertiya wan û mal bû gola req û beqan, ji vir û wê
de jî xwe li Ebo Ebdo dihêþtin û bang dikirin: Þamîyê þerîf em di
bextê te de ne! Ji me re çend ayetan ji vê qurana pîroz bixwîne. Ebo
Ebdo Qurana wan vekir û bi dilekî þewat û bi dengekî bilind bangkir: Ey
xuda ev çi bexte te daye min, çima bextê min reþe?? Ez li vir jî ketim
nav bê hiþan, ez kuda herim ey Xuda?! Ji
wan e ku Ebo Ebdo ji Qurana wan dixwîne, carek din hêlbertî ket nav wan
û bû hup-hupa wan, Ebo Ebdo jî ji xeyda re bi dest û lepan bi ser dev û
rûyê xwe ket, dîsa bang,kir: Ey Xuda! Ev çi bexte te daye min? Va ez li
Moskoyê me, ez li mekê û medînê nînim te ji min xêre?! Ji wane jî ku
ji hêrsa Qurana wan re, dest hatî ser Ebo Ebdo, carek din hêlbertî ket
nav wan, yê digriya, yê li xwe dida, yê zikir dikir û bang li Þama Þerîf
dikir. Ebo
Ebdo nizanî ku çawa xwe ji wê belê rizgar bike, gava xwest biçe yekser
bavê keçê ew Sabûna ku Ebo Ebdo dabû keçkê bi derxist û ji wî ra
got: Ev sabûna te daye me geleke, em ne bi qaserî wê meqamî ne, ji
kerema xwe bi destên xwe yî pîroz bibre û her mêvanekî perçeyekî
bidiyê ta xêr û bereketa Þama Þerîf bikeve mala wan hemiyan. Ebo
Ebdo ket ber wê sabûnê jî, bi kêrê ew sabûn hemî qet qetî kir û
her yekî ji wan perçeyek dayê, we dizanîn malê dinyayê daye wan, destûr
nedan Ebo Ebdo ku ew biçê, ta nîvê þevê xwarin û þerbeta mûjan
didanê. Gava destûr dan Ebo Ebdo ew ji mala wan bi derket, li pêþiya derî
sêrkir ta çavê wî didîtin bajar di çireyên rengîn da xemilî bû ta
Meydana Sor û koþka Kerimlîn jî xuyabû, Ebo Ebdo baþ sêrkir û bi
keserek kûr got: Merheba Moskoyê, merheba Komonîstê!. Ebo
Ebdo li Moskoyê jî negihîþt armanca xwe,
ji wir jî bejî vegerî. Gava
Ebo Ebdo vegerî Sûriyê bi þev li balefirxana Þamê peyabû, çû hotêlekê
ta xewa xwe biþkîne û sibê zû biçe bajarê xwe Helebê, ta sibê keçek
diçû yek dihat û deriyê wî dikutan û daxwaza sêksê (sex) jê
dikirin, ta ber destê sibê hal di Ebo Ebdo de nehiþtin, Ebo Ebdo ya talîyê
suxrekî kir, îþê xwe zû bi serîkir û derpiyê xwe hilkiþand xwe û
xwe avêt ser textê xwe ku bixewe, deng bi bang meleyan ket,
xew dîsa ji çavên Ebo Ebdo revadin, ew derket ser balkonê ji
banga melan bajar dihejiya, dor çêrme xemla qube û minarên mizgeftan di
ser bajêr re xuyan dikirin, li xar sêrkir bi banga melan re bi qelfan;
qehpe ji hotêlan tên der. Ebo
Ebdo got: Merheba Þamê, merheba þerîfê!. ------------------------------------------------------------------- *
Muslimanên dinyayê bajarê Dumeþqê bi Þama þerîf dinasin û pir bi
bajarekî Pîroz
dizanin, ji ber ku piþtî xelîfeyên pêxmberê Muslimanan Umewîyan Þam
kiribûn paytexta Dewleta Îslamî û di dû re jî Selehdîn Eleyobî dîsa
Þam kirîbû Paytexta dewleta Eyobîya, hukumekî Adil lê meþand û Selîbî
ji welatê Þamê û ji rojhilata navîn derkirin. Loma
Muslimanên ne Ereb ta niha jî Dumeþiqê bi Þama þerîf dizanin û ew
Muslimanên ji hinderan ger diçûn Hecê divê serî li Þama þerîf jî
bidana. *Heleb:
Bajarek li bakur û rojava yî Sûriyê ye xelkê wî bajarî ji sedî 35
kurd e.
~~~~~~~~~~~~~
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org