Dil koçero û 11 salên þewatê

(Ji bo nivîskar û helbestvan Hoþeng Osê)

 

 

 

Nezîr Melle

 

 

 

 

Ez vê sibehê li ser birîna te þiyar bûm.
Û disan birînên te yên axivandî gulek sor nîgar dikin û agirê iþqê te disotîne..

Ey koçberê li pey koçberan,

xwe ragire !!!

Þînê vekirî û derya

11 salên þewatê,

11 salên ku bên,

di gera te de serxweþ dibin

Tiriyê merzone, bîhok û payiz ji te hezdikin

kereng, qinêber û stirîzerk çîroka dilvedana te, koçberiya te, çiyaheziya te, mêrdîndeþta te, deþtbuhara te, buhartiliya te, tilîsinfoniya te, sinfonîhelbesta te, helbestxama te, xamrohniya te dibêjin.

Xwe ragre!!!

ditirsim, bejnrîhaniya te li ber pêlên 11 saliya te xwe negrin

Çima tu barê kezebþewitiyê disbêre dilperitiyo?

Çima disan birînên 11 salî li ber 11saliyê vedikî?

 

Xwe neke zavakî ji berfê,

buka ji xwînê wê te himbêz bike.

Tava buhara xwe bi ser zinaran de neþine!

berê dil cobarên kûr diherikîne.

Derdmendiya te kirasekî sor e,

xwe li þevê dipêçe

Ew çiyayê tu jê hezdikî, dizane bê çawa bahozan kedî bike û çivîkan bifrêxîne

 

Dildest vekiriyo!!

Koçberê li ser koçberan!

Xwe ragre!!!

Gavên te pirtiqalî ne û erda te þîrkî ye

Ezman xewna te dike,

mîna ewrekî xwe li te digre

 

Xwe ragre!

Û van birînan bispêre axa þewitî!

Axa þewitî bibarîne li ser þînê vekirî!

Ev þînê vekirî ye.

Rojê vedgerîne quntara þevê,

derya ezman vedgerîne tozê,

di nava du kevana de dilîze, ezazîl direve û xwedê derdixe ji rê...

Xwe ragre bira û zorê nede birînê....

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org