Bîrdanka nikirandî û..

Sore birîna þeva min

 

Azad daritaþ

 

Sore birîna þeva min

((çirayê çavên min

Min ji bîrinekire,

Heta li bîr bînim!

Þevek berihavêtî,

Ji payîzeke serberdayî

Ferhenga xûnê dihilmêsa.

Tav surika gundê min,

Xwe ji nifirîna dipêça.

Geha derazînka guhê min

Bizidmbadana rûvîya

Rûnî direvî û av bê deng dibû.

Gundê min..

Gundê min ji kulanên xwe ditirsa

Aþîpkên sor þeva min dixwar

Dapîra min

Bi dengekê bilind,

Yasîn dihejmart

Nut û neh berxiþînkên

Kes ne bînayî,

Dikirine bazbend,

Û li zendê me þidand.

Qadir ji tirsa xwe..

Helawîst bû.

Li nav kurikê nebûnê helîyabû

Li ser pênigava qurçên mirinê

Pîrdbûn.

Gumlekê min yê spî

Gefên spêdê digivaþtin,

Xunav ji çavên 11  nêrgizan vexwar.

Ji lerza lihêfka min direvî,

U tim min dikêþa,

Ew jî nebûna sîbera þeva min,

Pêstirikê çavêt min reqkirin.

Min mijgulên xwe,

Li ser lûlîya tivengê,

Libu libu dihejmartin..

Barutê dengê zaruka

Wekî dêmê xwe lêkiribû

Ji dengê hovên du pê..

Zelam ji mêranîya xwe haþa dibûn,

Dayika birînênin gundî hembêzdkirin?

Kefa destê fatma nebîya diþêlan

Hêdî hêdî

Girî û zêmar pê vedimalîn

Bi lêfika kurtekên xwe birîn û ronidik

Hawîþ dikirin.

Çirayê çavên min:

Ma to bêjî jibîrbkem!?

Ew gewidê heta niha,

Li nav mêjûya mejyê min de

Dilîze. Birînên sava,

Ji keriba qedera nîþankirî

Min jiçavên xwe mêhtin

Ew gumlekê ji rengî gulnexûnê

Êk êk min qulpkên wê hejandin.

Hemaylukên xalî,

Li ser sînga þerê þevê

Çewa bêhn vedabûn!

Qîrîya min ji kinfê eyub

Lexertir lê hatibû..

Kulanên bajêkê min,

Mîna serê sê rîyana çiwar çira,

Deng vedabû..

Xwezî li ser perên xwe yên birîndar þîn dibûn

Li wê spêdîya erutîk

Esmanê gundê min

Sorikirin û çavên xo li me zilkirin

Bi þehmezarîya xwe

Em li hembêza xwe hajutin))

 

Selwa Gulî / siwîd

 

 

Dema min helbesta (sore birîna þeva min) ya helbestvan Selwaya Gulî xwandî, berî ya hertiþtekî min hestkir ku diher risteyekê da helbestvan ya bo me dîrokekê vedigêrît û ya zincîreka rwîdan û bûyeran di risteyên xo da xest dike, her çend e hinek ji wan rûdan û bûyeran ezmûna wê ne weke take kes lê weha li mirovî dike ku ezmûnek giþtî ye û li ser mirovî jî ra burî ye û bi risteyên xo mirovî têkihelî bûyeran dike her wek mirov têda jîyaye. Bi rêka risteyên helbesitî, hestên mirovî digirinjînît û hergavê mirovî berev sentekê dibet bêy pîver û nexþe û pilan mîna kulanên bê endaze digundekê rojihelatî da. Her li dest pêkê, xwîndevanî ber bi þevek payîzî û gundekê Kurdistanê ve dibe, mirovî dadinête hember dîmenekê tijî tirs, hêzên dagîrikaran bi kilturê xo yê biserdagirtin û mergdusitî û reþivekirinê ve, þeveka romansî ya gundekê Kurdistanê yê bê guneh, gundekê xo tafîlkirî ji tev gunehan þêwand..

(þevek berihavêtî,

Ji payîzeke serberdayî

Ferhenga xûnê dihilmêsa.

Tav sorika gundê min,

Xwe ji nifirîna dipêça.

Geha derazînka guhê min

Bizidmbadana rûvîya)

 

Ev hêzên ehirîmenî dihên û wê spehyê û etmusfîrê ciwan û rind têk diden, lê bi zimanek helbesitî, helbestvan evan rûdan û bûyeran vedigêrît.. Dema mirov dixwînît guh tijî dengên postalên serbazên dagîrikaran û qîjî û hewarên pîr û kal û zaroyên gundek aram dibin. Digel dengê teqe û gulleyan difin tijî bêhna mija barud û deynamîtê dibin, çav dîmenek tirajîdî û diltezîn dibînin û tijî hilma xerdel û sîyanîdê dibin. Karwanê xelkê sivîl ber sîngê serbazan tê hajutin ku heta esman jî xo hember wan tawana þermzar dibîmît û bê deng dima. Ev tirajîdîyaye bi dirêjehîya þevek payîzî vedimîne û li wê spêdehî ji batî bi bîte hêmaya nwîbûneva jîyanê û destpêkirina karî û jîyarê beruvajî dibe û dibe têbayek bidirêjahîya jyê xelkê gundî digel wan dimînît û li vir helbestvan dixwaze bibêje ku ew þev ya nikirandî ye di bîrdanka wê da herçend e niha li ewrupa jîyanê dibeteser û ji cihê rûdanê dûr ketî ye lê rwîdan û doza wê ya netewî bi giþtî her di hizir û bîrdanka wê da dilvin û girêdanek mukum digel rojanên wê heye, ta radideyekî ku mirov dikare bibêje ku di hindek gav û þevan da ew têba sera wê didet, lê ji batî bi bîte petayek derûnî û saykî dibîte hokarê pitir vegirêdana wê bi ketiwar û doza wê ve.

(li wê spêdîya erutîk

Esmanê gundê min

Sorikirin û çavên xo li me zilkirin

Bi þehmezarîya xwe

Em li hembêza xwe hajutin)

Me gut helbestvan divê helbestê da, ezmûna xo vedigêre û þeveka nikirandî di bîrdanka xo da zîndî diketeve û li dur mijareka arandî di hiþê wê da dipeyvît û erikek pir qurse helbestvan deqa xo liser vegêranê avabiket yanku rwîdanê vegêrît lê ne bi zimanê sade yê vegêranê belku bi zimanek helbesitî, wê ezmûnê û wan bûyer û rûdana bi risteyên helbesitî tênidarbket û divê bîyavê da, kurtkirinevê rolek giring heye û pey dîtina me wêrekî ya helbestvanî di kurtkirinevê da xoya dibît çunku em liser kilturê têr û teselyê rahatîne. Lî dema helbestvan kumek yadgar û serbur û hestêt cuda cuda bi verêja wanive dêk riste da kurt û xest biket û yê serkeftî be divî karî da, li wî demî þehrezayî û wêrekî ya helbestvanî xoya dibe.

(gundê min ji kulanêt xwe ditirsa

Aþîpkên sor þeva min dixwar

Dapîra min

Bi dengekê bilind,

Yasîn dihejmart)

Divê kupleyê da, helbestvan bi awayekê stêtîkî dîmenek metirsîdar mîna girteyeka sînemayî ya tijî ji sehim û safê û amajeyan nîþa didet û bi yarîyeka zimanevanî dîzayneka hunerî bercestedke.. Kulanên gundî weha dihêne berçavan ku kesek têdanî ye û kulan bi xu ya çaverêy rûdanek metirsî dar e, herçend e mirov niha yê dûr e li cihê rûdanê lê mirov hest diket ku ew cih yê dilve û berev mirovî ve têt û li vêrê hêzdarî ya dirustkirina wênê helbesitî xoya dibe. Divê kupla serî da hind varê bûn hene mîna (dapîra min/ bi dengek bilind/ yasîn dihejmart)

Yasîn bi xu weku soretek quranî tête xwîndin, lê li vêrê helbestvan dibêje ku tirs ya gehiþtî ye lutkê û her tiþt beruvajîkirî ye û dîsan tênek pir mezin daye peyvan û risteyek helbesitî û varêbûn dirust kirî ye û ziman ji zimanê vegêranê û gotinê cuda kirî ye.. Eger helbestvanê gotiba (dapîra min bi dengekê bilind yasîn dixwand), da bite risteyeka sade û ne helbesitî, yan dema dibêjît (gondê min / jikulanên xwe ditirsa) li vêrê tiþtekê bê ruh û neliv, ruhiteber dibe û dipeyve û serihatyên xo bo me vedigêre, helbestvan me dîxîte hundirî lutkeya qeyiranek xwînelu û pirs girîyek Aliz û pir tirs û du dilî, mîna çendîn risteyên dî ku mirov dikare her dixûndina êkê da serihelî wan bi be mîna:

(ji lerza lihêfka min direvî

U tim min dikêþa)

Dihelbestê da, raman dipeyvê da nîne belku di çewanî ya bi karînana risteyê da mîna ew risteyên serî dîyar û divî ristê da:

(rûnî direvî û av bê deng dibû)

Berî ya ev herdu peyve (rûnî), (direvî) divê ristê da bêne bikar înan, her êk jiwana ramana xo ya ferhengî hebûye, lê dema ev herdu peyve dêk riste da gehiþtîne hev, herdûyan ramana xo ya berê ji dest da yan herdu ramana êk girt daku bi hevra ramana sêyan dirust biken û hindek delalatên dî helbgirin. Li pey dîtina me û eger bi zimanek zanisitî þiruvebkin dibêjin ku dinêvbera wan da hevkêþeka kîmîyayî dirust dibît mîna du metirîyalên jihevcuda karlêkê li hevdu bikin û ziman û ferhenga berîn û berfireh ya helbestvanî û kûratîya hizirî û zîndîya aþup û westakarîya wî rol û fakterek xort dibînin, rolê wî weku fakterê harîkar dihevkêþa kîmîyayî da dileyizînin, yan bi gotinek din ev hevgêþe berihemê ziman û ferheng û hizir û aþup û þehrezayê ye û berî ya dirust bûna evê risteyê yan ya dî, dinaxê helbestvanî da ev hevkêþe hebûye û bizav û çelengîya zimanî hatî ye derînan.

Rûnî direvî

Av bê deng dibû

Du cemiser hene (rûnahî/ tarîyatî) û dinîv bera wanda hevirikîyek dijwar û ezelî heye, evê hev rikyê berihev bûna xwe ya hemîþeyî heye dimêþik û eqil û hizirên meda, herjkevin were ew ayînên kurda û mîlletên dî bawerî pê înayin yên ava kirî bûyine li ser vê diwalîzmî ye û jiberiku ayîn bûye biribirey çand û kilturme û piþkek herî berîn dipêkhata me ya hizirî da, metev hizirên xwe li ser vê lujîka diwalîzmî da beþ kirîne, dema rûnî direvît weha digehînît ku hêzîn tarîyatêy serikefit bi dest ve înaye, û risteya (av bê deng dibû) dihêt daku pitir gotina êkan bi selmînî ye, av weku amirazekê pak kirin û þuþtinê û tafîl kirina gunehan, û dema av bê deng debît, eve wê çendê radigehînît ku êdî hemî tiþtên pakij dê toz girtî bin, û êdî hêzên ava kar nikarin bi karê xweyê siruþtî rabibin.

Sore birîna þeva min, taytelê evê helbestê ye ewa em li dor dipeyvîn, dibe nîzîkîyek hebît dinêvbera vî taytlî û taytlê romana romannivîsê turik orihan pamuk (navê min sore) lê taytlê romana han, romannivîsî ji hunerê þêwekarî yê îslamî wergirtî ye, ku rengê sor dwî hunerî da yê zale, lê selwaya Gulî ji tirajîdyên þureþên Kurdistanê û rwîbarên xûnê yên berxudan û berevanîkirinî wergirtî ye û em dizanîn ku rengê sur berihevbûna xo di edeb û çanda kurdî da heye û ev renge yê bûye piþkek berîn û karîger di hiþ û bîrdanka me hemîyan da.

Dîsan ewa tê berçavkirin divê helbestê da, ku cihê serekî û êkane divê helebstê da gunde; herçend e helbestvan eve bo demê çendîn salaye di welatekê pêþkeftî û bajêrekê mudêrin da jîyanê dibeteser, lê weku dîyar gundî hêþta berihevbûna xo ya karîger heye li ser hiþî wê û dibe evê çendê weha lêkibdeyneve weku gerîyanek li dûv reh û rîþalan, li dûv nasnamê û eve di edebê emirîkî da dîyardek berçave û heta niha jî emirîkî weha temaþey ewrupa dikin weku cihê reh û rîþalên wan û hestek sozdar heye li cem wan bo wî cihî.

Me got helbestvan ya vegirêdaye bi gondî ve û heta niha jî dihelbestên wê da dibînim ku tirsek didilê wê da heye û ew jî tirsa dab û nerîtên civakî ye û dibînîn, divê helbestê da neþîyaye bi azadane derbirînê ji dîd û nêrînên xo bike weku jin, li demê rûdanê da ew kiçek sinêle bûye, lê nizanîn dengivedana vê rûdanê li ser naxê wê çi bûye, belku pitir digerdûn û çarçûvê kumê da dijît û hizir dike weku urganê wan dipeyve.. Eve jî êke ji saxletên edebê rojihelatî, dîsan mirov dê karît weha bû bi çît ku helbestvan ya dinêv bera vê diwalîzmyêy da (rojava/ Kurdistan) di dudilî yek mezinda dijît, eve jî dinêv bera rêzan û li piþt ûþeyan da tê bînîn, û dinîv bera van herdû cihên cuda û kiltûrîn cîyawazda, tingjîn û du dilî ya hellbestvanê weha lê diket ku li çi cihekî ya dil aram nebe, belku herdem dihaletê havî bûnê da bijît, ji layekî ve ya ve girê daye bi welatê xwe yê êkan ve (Kurdistan) û diheman demda biha û hizirên zal, û dab û nerêtên civakek dayexisitî ret diketeve, û yan pê qayil nabe û diheman demda naguncyêet digel mîtoda rojavayî, lew ma jî hest diket ku pêdivî ye wê jî welatê xwe hebît, û eger hellbestvan pitir xwe mandî bike vê havî bûna xwe bi awayek zanisitî bi kar bînît, û ezmûna xwe dewlemend, bi berfireh kirina ferhenga xwe, pitir serihelî hizir û edebê cîhanî bibe, dê þêt havî bûna henê bi awayek ber firehtir mifay jê werbigirît û karek ciwan û rend tir bike.

Me got ya dîyar e ku helbestvan ya ve girêdaye bi welatê xwe yê êkan ve, nemaze gundê vî wilatî ve, û dibînîn ku tevaya hêma û kes û cihên divê helbestê da derbirînê ji jîyana gunda dikin û lewma helbesta xo pitir bi hêmayên ayînî û kilturî (nifirîn, yasîn, bazbend, rûvî, hov., eyub, fatma nebîya, gewide.) tênidar û barge dike.

Ji dengê hovên du pê..

Zelam ji mêranîya xwe haþa dibûn,

Dayika birînênin gundî hembêzdkirin?

Kefa destê fatma nebîya diþêlan

Hêdî hêdî

Girî û zêmar pê vedimalîn..

Li vêrê helbestvan Gulî bi dîdeka rexnegirane temaþey têkist û pêkhata civakê kurdî dike, û bi awayek veþartî û hunerî rexna xwe piraktîze dike, weke jin rexnê ji zelamî digirît û jipîruztirîn nirx û bihayên wî didet (mêranî), dema zelam haþatî yî, ji mêranî ya xwe dike, eve mezintirîn milkeçbûne buwe desthelatê yan bigutinek ze lal tir bo hêzîn dagîrikar û bîyanî, lê bêy ku hêriþê bikete ser wî yan dijayetî ya regezê nêr bike, belku her li destpêkê muberra bu wî û wê haþakirinê ve debînît (ji dengê hovên du pê) lê beranber jî jinê weke regezekê hêz dar û xudan helwêst didete berçav kirin û dîyar dike ku didemê tengavîyada jin dikarît rolekê ektîv bibînît, dikare bi dilsuzî û dilovanî ya xwe valatî ya zelamî bi lawazî ya xwe çîkirî pirr biketeve, û hêzên ve þartî ewên dinêva wê da heyin vejînît û derbêxît û bikaribîne, nemaze didemên tengavîyada dema zelam jikar dikevît û kuntirol ji destê wî da nemînît, jin dikarît be amirazên xwe birîna sarêj biket û bikarê berihevkirina neweyek nû rabibe ku ew neweye nwî ya amadebe dirêjehî yê bi pêvajwa jîyan û jîyar û hebûnê bidet, eve jî li pey vexwîndina me dîyardek vegirêdaye bi civakên bawik Salarî ve, ew civakîn di gav û serdemên aramî yê da rolê jinê kêm dibînin yan jî dij berî rulî wê yê civakî dirawestin û çi derfeta bo dabîn naken, lê didemên tengavîyada, dema kuntirola pirosîsa rêvebirinê ji destê zelamî derdikeve, li wî demî dergeh hemberî þîyan û hêza regezî dî têne vekirin çunke êdî civak û zelam û hêzîn desthelatdar neþên sansorên xwe bikar bînin. (dayika

Birînêt gondî hembêzdkirin?)

Divê ristê da helbestvan ev hemî gutinên me û çendên gutinên dî ku dikare helbgire xest kirîne û þîyanek mezin û hêzdar daye peyvê û jin divê ristêda bîra me li romana bi nav û deng ya roman nivîsê rûsî "meksîm gurgî "(dayik) dîne, herçend e dibe dayik (jin) diwê romanêda ya ektîv û karîgertirbît di pirosîsa sîyasî da û pitir ya rêkixisitî be lê jin yan ku dayik divê helbestêda pitir me radikîþît ber becîhana sîng firehî û berxudanek aþtîyane, berxudan ne beramana karînana tund û tîjî û tên dana ruha tolivekirinê, belku bi ramana gerîyan li dîv cîhaneka bê qeyiran û ber bi belavkirin û berpakirina têgeh û nirxên êksanî û mirov dusitî êy weha dayikê dikete kanîyeka zelal û bin nehatî û berihemdar û diferhenga wê da herdem peyvên hîvî û umêd û xobexþ kirin û lêburîn di xort û berîqdarbin, divê helbestêda helbestvan weha dîyardket ku jin pîrozîya dikete amirazek ji bwî bin birikirina dîyardên serdagirtin û tundûtîjyêy, berû vajîya zelamî ku bidirêje hî yadîrokê pîrozî weke amirazekê tundutîjî û hêriþ birin û çewisandin û reþ vekirina layenê dî bikar înaye, jin (dayik, dapîr) têkistên ayînî weke amirazên parastin û berevanî kirinê kar dînîn. Helbestvan du haletên cuda, du cut dijan têkihelî hev du dike, tûnd û tîjî û dil reqîya hêzên dujmnê digel dil nazikî û nermî û dilovanî û sadeya gondîya ku dinaxê jina gondî da ev têgehe pitir berceste kirîne ev herdu halete dinêv êkgirteda buhjandîne, daku em bi pirosîsa berawrdkirinê rabibîn

Ji lerza lihêfka min direvî...

U min tim dikêþa

Li vêrê helbestvan hen xwaze û wêneên mecazî bikar dîne daku pitir dirixistina tirsê bike çunke tevaya vê helbestê li ser haletekê derûnî yê pir tirs û leriz hatî ye ava kirin lewma helbestvan helddet bi peyv û xwaze û wêneyin xwe vê tirsê vegiwêze bo xwêndivanî weha lê bike ku nêzîkî haletê êkan be û diheman geridun da bijî.

Eger carek dî temaþey vê tîkstê bikeyin, dê bînîn tirs û leriz û jen û revîn, bûyine tevnê wê û geþt valatî û buþayên dinêva wê da heyin, hemî bi hevra kar diken ji bûy xulqandina fezayekê metirsî dar, ku mirov biçavan bibîne ew gondê tê wêran kirin, daru barên tên sotin û dîwarên têne herfandin û serekanîyentêne kunkirît kirin, bivî awayî û bi çinîneka bi hevra girêdayî, helbestvan dirêjehî yî bi wê xolqandinê didet, eger hendek caran ji bibînîn ku zêde rewîyekê jî têda diket, zîderewîyek pêdivî ye ji bûy hêzdar kirina avahî ye helbestê, u mebesta wê ew e ku pitir xwîndevanî yan wergirî bêxîte hundirî rûdanê yan ku dimêþkê wîda wêney dirust bikew, yan jî li keristê han bike û ku bibine dîmenekê bîniraw û hest pê kirî, riste li dîv ristê me berev lutkê ve dibet, weha li me diket ku çaverêy encamên dîmahîkê bibîn we nemaze çare nivîsê mirovan weku nirxtirîn sermayedar, yan ku wê divêt bibêje mebesta serekî divan karên wêran karda mirov û îrada wî bûyine.

((li wê spêdîya erutîk

Esmanê gondê min

Surikirin û çavên xo li me zilkirin

Bi þehmezarîya xwe

Em li hembêza xwe hajutin...))

 

Weha dibînim ku ev helbeste, bersiva pirsîyarek arandinkar û belafirutin bûye, dibe kesekî weha tumetbar kiribît ku wê ew karesat û rûdan ewên bi serê gelê wê hatîn jibîrikirîne..

)çirayê çavên min, çirayê çavên min:

Min ji bîrinekire,

Heta li bîr bînim!(

Lê bersiva wê mîna pirsîyarê nebûye belku bersivek nerm û aram bûye û ev saxlete bi dirêjehîya helbestê saxletek berçave û dibînim zimanê hêriþikirinê dihelbestê da nîne belku heta zimanê berevanîkirinê tîda bi awayek rawiste û rast nahête dîtin mîna qîjî û hewar û handan û ku êkin ji saxletên edebê berxudanê ne belku selwa weha helbestê pênasedket ku derbirînek êstatîkî ye bi yarîyek zimanevanî ye ji naxê take kesê dahêner tête efirandin.. Ne wek amirazek ji bo guhirîna civakî û evê çendê jî helbesta wî ya dwîr kirî ji þêwazên rapurtî û rastewxo, herçend e di helbestê da bangewazîyek heye, lê ew bangewazî ya nixaftî yewî di kûrî ya naxê wê da derdikeve,.. Lê her weku me berîya niha jî gotî ku helbestvan ya vegirêdaye bi duzekê ve û diher risteyeka wê da mirov dikare evê êkê vexwîne û riste bo ristê pabendibûn bi wî dozê ve hêzdartir dibe lê ne bi awayek rasterast û rapurtî belku bi rengek nixaftî û bi sitîlek hunerî boçûnên xo têz diket û ev çend e jî li cem gelek helbestvanên nûkarxwaz da tête dîtin û herweha ev dîyarde ye di helbesta nû ya kurdî da wan boçuna mandil diken ewên dibêjin ku helbesta nwî ya kurdî ya dûr kefitî ji doz û pirsgiryên civakî.

Helbestvan divê helbesta xo da ya serkeftî bûye di çewanîya pêkînana risteya helbesitî û bikarînana peyvan bi rengekê aburîkirin dipeyvê da hebît û giringyê bidete çêkirina wêney û birîna her peyveka zêde û ne pêdivî. Eve jî êke ji binemayên bizava Imagisim ewa pitir daxwaz ji helbestvanî kirî ku wêneyê helbesitî dirust biket û aburyê dipeyvan da biket û hêmayên bihêz bikar bîne, pêdivî ye helbestvan kuple û peyvên xwe bi þarezayî kar bîne, xwe dûr bike ji heþu û dûbare kirine vê, û berdewam ber bi kurt kirinevê biçe, û bi tinê wê peyvê bikaribîne ewa dikare rûnahîyek nû û ramanek taze di têkistê da berceste bike, wê riste helbjêre ewa rîtwalek helbesitî dirust bike û zimanê xwe nû biketeve, heta bikare bibîte xudan dengekê cîyawaz û nûgeh û serdem û rulekê hejî dipirossa nû kirina zimanî da bi leyizîne.

 

Kurdistan oktubera 2007  ê

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org