|
Selwa
Guli
Neviya
Qazî me û tîrêjþka berxwedanê Temenê
min tenê welatek e Bila bimînim pîroz,
neke porê min li bin solêt Cendirman heram bibît,
bila giyanê min gurg bixwin Neke birayê min çavêt
xwe kor bikit û xwîna min Bi tiliyên wî ve
sor bikît Xwîþka te me kurdo Neviya Riza me Hêviya Þêxê Pîran
im kulîlka berfîn im
li devê sirûda çiyayê Qendîlê serî hildidim Xilas
nabim, bermaya talanêt Eskender û Teymûr Lengî me Her
dê jîm û her dê mînim kurdo Erê
kurdo Keça
babê mezin Barzanî me Dengê
azadiyê me, tevnê dewletekê me Soza
Ehrîmen û Ahûra Mezda me Çawa
du Xweda bûn yek û dîrokek li paþ xwe çand
Were
ez û tu sosa Ahûra
û pênûseke roniyê li dîroka zarokêt xwe çap
bikin, xwîþka te me Bila
têkçûna jiyana me ne bi bahoza neyaran be Nebîn
nalîn û li xopana Imraliyê Wenda
bibe. Bila
nifþê me xewnêt keviran nebînin Bila
xiyanet ji çavêt me þerim bikit Were
kurdo Þoreþa
yekbûnê biparêzin Dereng
e, bila siwarê dîrokê bîn Da
careke din nehêne jibîrkirin Min
bixemilîne Kurdistan im kurdo
Xwîþka
te me Kurdooooooo Selwa
Guli Götenborg Selwa_guli@hotmail.com
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org