|
Helbest
Li Êvareke Din Barî
Selwa Gulî
Selwa
Gulî û Fatma Savci bi gul û mûman re, di guhê êvareke cemîdî de, rihê
welatekî perçekirî, dilê jinên ku bi þewq û agir rapêçayî wiha
pispisandin: Koça
min ne belasebeb e, Ne
pey gotina xalxalokê ketim, Ne
Qesîdeyekê ez li ber xwe birim. Çuyin, Di
destê min de Xeydek
ji kulîlka sedefê ye… Þev, Nahwirîneke
dur li valahiya malên Heskîfê, giriyekî
hûrik hûrik, nalîneke
xunav xunav li
payiza helbesta min, û
li ser kêlên destanên bêxwedî
ye… (fatma Savci) ------------------------------------------------------------------------------------- Ez
li welatekî sor ji dayîk bûm. piþtî
rokê çengêt xwe bask kirîn, bûm
egîdek û min þev þopand mam
di qedera spêdê de? çi
zengila li bin guh min nehajot. Li
ser birînêt zox-girtî min lorand, û
kendala li min vedigêra. Xewn
li xemêt min bûn heval. Erê
keça bakur. Min
ne ji mirinê kar kir..! Çar
gezêt cangê spî. Ew
jî ji ber kifnê, mêrxasêt
gûndê me mabû. Erê,
ji ber egîda mabû..! (Selwa
Gulî)
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org