|
QENDÎL DI DILÊ SALÊ DA Selwa Gulî Li welatên xelkê sal, bi mey û gul û çira dixemilînin, Li welatê min sal bi salgerdên talan Û kovana digerînin.. Li kê pîroz bikim? Vê pîre-salê… Rondikêt kîjan daykê bi lifka lewendiya xwe Ya pertî ziwa bikim? Qêrînêt kîjan çiyayî li xwe û we kom bikim Kîjan zarokê bê xwedî hembêz bikim, Li kê pîroz bikim vê kale-salê? Li Þengalê yan li çiyayê Qendîlê, Min got tene li bihara temenê me, Dikujin û carek din Þîn dibît, Min got,, li payîza em dastanêt zêmrê Bi nalêt hespa dadêxîn, Min got,, li kanuna tenê em çîrok û çîvanokêt serwera guhdar dikîn Û dayik li ber landarê lorîka vedihunin... Lê Bi dudengiya birîna Qndîlê Felek . Xezeba xwe li serê bê welatiya me dibarîne. Nehêla kulikêt adarê Li çiyayê Qendîlê ser helbidît. Nehêlia zaro bi þivaniya karikan Dilxweþ bibe,, Ev çi reng e salê? Ku dihêle zilam giriyê zarokan jê bidize..! Da rondikêt xwe pê biweþînît, Erê Qendîla berxwedanê, Dizanim .. çendî bihêz î.. Bi rojên jan, Min ji te hez kir, Li ber navê te. Hesretên lawa diveþartin, Bi kenê xwe yê çilmisî, min navê te hezar hezaran car Dubarê dikir, Bi rengê te, tenê carek Kirasê sor Min li bejan xwe kiriye . Dizanim bi xavî tu ji bin lingêt Têmûr ling azad bûyî. Te ser hilda. Careke din siwar Fêrî nêçe kirin, Û li himbêza xwe ya germ xwedî kirin Qendîla þevçira min. Nema dikarim vê sersalê bistrêm Xwe ji xewnêt te xlas bikim, Nema dikarim, Vê kale salê li Kesê pîroz bikim Li min bibore Qendîla birînkûr, Ger nikarim te birîn peç bikim Li min bibore dûr im lê Pir nêzîk im Selwa_guli@hotmail.com
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org