S.Ç.H.R.K Çil mum di bîranîna helbestvanê nemir de pêrxistin

 

 

Xebat Þakir

 

                   

Pir hêsane ger babeta nivîsa meriv mijarek azad be,

lê gava ew mijar bibe keda heftê salî ji bo pêþxistina helbesta Kurdî,

bibe li ser stûnek ji stûnên helbesta kurdî,

bibe jiyana helbestvanekî nemir,

bibe berhevkirina xebata wêjevanekî çalak,

ew kar pir zor û pênûs nekirkêr dibe.

 

Heftê û heft sal ji kêferta di nav pêþxistina çand û hunera Kurdî de,

heftê û heft sal ji tekoþîna zindî hiþtina helbesta Kurdî

heftê û heft sal  ji êþ û azaran di ber çand û hunera Kurdî de

û heftê û heftsal ji çandina peyvên resen di gulîstana wêjeya kurdî de

bê goman wê ne hêsan be bîranîna pênûseke çalak, bîranîna helbestvanekî wêrek wê zor û çetin be.

Lê ev barê giran saziya çand û hunera Rojavayê Kurdistan avêt ser milên xwe  û di çilrojiya strêkeke geþ  ji stêrikên helbesta kurdî de komî serhevkir di bernameyeke bîranîna Yusivê Berazî Bêbûhar de pêþkêþkir.

Bernameyeke birêk û pêk ku hêjayî ji bo pênûseke netebitî li hember êrîþên neyarên çand û hunera gelê kurd hatibû amedekirin.

 

S:Ç.H.R.K  roja 01.03.2009 an li Elmanya bajarê Hanover  Burgerhaus Sechbruch str 20 30629 Hanover- Misburg çilrojiya seydayê nemir Bêbuhar çêkir, gelek hunermend, wêjevan, siyasetmedar û hizkiryên Bêbuhar tevlî bûn.

Komîta amedekar bernameyek birêk û pêk ji bo bîranîna seydayê bêbûhar anmede kiribû.

 

Bernameyê bi Xulek rêzgirtin li ser giyanê þehîdan destpêkir

Serokê saziya çand û hunera Rojavayê Kurdistan bi rêz Zubêr Salih bi xêrhatina mêvanan kir  û axaftineke kurt li ser helbestvanê nemir Yusivê Berazî ( Bêbûhar )kir.

Birêz Zubêr Salih qala pêwistiya xwedî derketina li hunermend û wêjevanên Kurd hîn ku ew di jiyanê dene kir û got saziya çand û hunera Rojavayê Kurdistan  di gulana par de festîvala strana rojava li darxist di bin navê Bêbuhar de û me xwest ger carek be jî rûyê vî helbestvanê hêja bi ken þabikin.

Seydayê bêbuhar pir kêfxweþbû gava me ev festîval binavê wî li darxist û ew bi telefûnê tevlî bernamê kir.

Li ser Kurte jiyana Bêbuhar þanogerê Kurd birêz Kawa Þêxê axifî  û qala tekoþîn û jiyana vî helbestvanê wêrek kir ji çêbûna wî û heya mirina wî  û berhemên wî  yên hatine çapkirin kir.

 

Gelk axaftin û peyam hatin gotin û xwendin:

Tengezarê marînî, Newaf Mîro û Kawa þêxê  her yekî helbestek xwendin

Emîn  Bavê Ronî, Yasir,  heryekî axaftineke kurt di vê munasebetê de kirin.

Li ser navê Partiya yekîtiya Kurd li Surî  rêkxistina Almanya  birêz Ahmed Mustafa

Ferhat Ehmê Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistan

Komisyona çand û herê a Hanover Hunermend Zerdeþt

PDK

Dezgeha Sema Kurd Arif Remezan

Komela Mala Gel a Hanover

Partiya Yekitiya Dimuqrat PYD  birêz Sîpan

Birûskname ji Encûmana Ezîdiyan li Almanya ( EZiD ) Loqman Barþ

Birûskname ji FKÊ Federasyona Êzîdiyan  li Almanya  Cercûr Cemîl

Li ser navê Xelkê Serêkaniyê birêz  Bavê Welat

 

 

Nivîseke kurt hatibû amedekirin ji hêla Arþevê Oskan ve  Xebat Þakir ew nivîs xwend

Mirin aliyê dewem yê jiyanê ye. Heger jiyan tune ba dê mirin jî tune ba. Bi gotinek din, mirin encama jiyan û temenekî þewitî ye.

 Mûm dema ku diþewite, hem temen dibûhirîne hem jî, dora xwe ronî dike. Ew ronahî rûyê tariyê diqetîne û gelek tiþtan ji veþartinê rizgar dike.  Temenê bi rûmet û xweþewitandî jî, heman encamê dide, li gelek aliyên jiyana tarî mikur tê û helwest û ronahiya xwe li hember tarîyê diyar dike. Dibe jî, ku ew helwest bibe destpêka jiyaneke nû a piþtî mirinê. Helwesta ku nameya xwe di jiyanê de bighîne, pîroztirîn helwest e, hem di temenê jîndar de, hem jî di pêvajoya piþtî temen de.

Jiyana kesên ku temenê xwe ji bo xizmeta rizgariya civaka xwe tirxan dikin, helbet dê mirov bi vemirandina mûma wan re, xwe di tariyê de his bike û valahiya þopa wan bipelîne.  Di felsefeya jiyanê de, mirin û jiyan, baþî û xerabî, tarî û ronahî, þer û aþîtî hevdu temam dikin. Ku mirovên baþ û xwedan rol tune bin, civatê têk biçe û heger mirovên xwedan rolên xerab (negativ) jî nebin, tê mirovên baþ nas neke. Loma jî hilbijartina rolekê ji van herdu rolan, kêferata jiyanê saz dike û ji mirov û mirovatiyê re dibe neynika berdewamiyê. Ango herdu alî jî, ji bo berdewamiya dabaþa jiyanê giring û pêwist in.

Yûsivê Berazî (Bêbuhar) yek ji wan kesan bû, ku temenê xwe hemû ji bo aramî û serfiraziya civaka xwe, tirxan kiribû, loma jî îro bi hezaran mirov bi çûna wî re valahiyekê dibînin. Derfetên Berazî ên zanînê bê derî xetimî bûn, sedemên wê xetimandinê jî pir bûn. Bindestî hêza mirovan dadiwervîne û jiyana wan dixe astegiyeke bê hempa. Lê dîsa jî, ew li sînoran ranediwestiya û derî li pêþiya xwe vedikirin. Zanîn, serpêhatî, mêrxasî, mirovatî, rûmet û baweriya xwe ji vê civakê werdigirt û tim jî dûbare dikir, digot: ”Dibistana mezin jiyan û dabaþa wê ye”. Wek min ew nas dikir, ku wî serçimandin li hember dijminan nas nedikir û nikarîbû xwe wek mirovekî bindest bidîta, ne di zindanê de, ne jî li derve. Di hinavên xwe de mirovekî azad û serfiraz bû, loma jî di dema qedexekirina li ser zimanê kurdî, ez bûm þahidê dîwana Cegerxwîn a ”Kîme ez?” li ser maseya dikana wî û wî jî xwe di vî derbarî de mafdar didît.

Þopên ku Yûsivê Berazî (Bêbuhar) ji min re li dûv xwe hiþtin ev bûn; mirovekî dilpak û nefis biçûk, hêsan û henekçî, cansivikiya ku hiþtibûn wek mirov, dûrî keysebazî û dirûtîyê be. Mêrxasiya ku ji baweriya xwe bi doza welatê xwe hilgirtibû, hiþtibû ku bi hestê xwe azad û serbest be. Civat û gelperweriya wî, hiþtibû ku heftê û heft salên xwe bi yek asoyî heta mirinê berdewam bike. Mirov ev yek di mêvanperweriya wî de dipeland. Kengî em lê dibûn mêvan, bê dudilî radihiþt bilûrê û xemên xwe di riya awazan re ji mirov re dihûna. Aliyên afirandina helbestê wek ”dahînan” li cem Bêbuhar hêsan û nizim bû, lê tiþtên ku dinivîsîn, ji keldûmana dilê wî dihatin û bi gotinên xwe re jî pir dilsoz bû. Hêsaniya hevokên wî, dihiþt ku herkes tê bighêje û bi wan re hestiyar bibe. Bi gotineke din, mirov kare bêje ku Berazî heta dawiyê kilasîk dinivîsand û karîbû bi nifþên nû re jî þevbuhêrkên helbestê saz bike û ji helbestên wan hez bike. Ev jî nîþanên dilmezinî û bawermendiya bi guherîna jiyanê bû.

Ez karim bêjim ku Bêbuhar yek ji stûnên helbesta kilasik û wêrekî bû, bi koçkirina wî re, em pir xemgîn in. Rast e, me berê jî zanîbû ku îro nemiriba dê sibê bimraya, lê di her hal de mirina kesên wek wî mirov dêþîne. Ya giringtir, divê mirov mirinê ji jiyanê re bike qurban ne berovajî, ku jiyanê ji mirinê re bike qurban.

Her wiha piþtî vê kurte nivîsê xwendina peyaman berdewam kir.

Birûskname ji bavê Narîn

Hunremend Bengî Agrî du malik ji strana Bêbhar a ku hunermendê Nemir Mihemed Þêxo gotibû  pêþkêþkir.

Hunermeda dengxweþ Narîn Þêxê du malik ji strana Bêbûhar pêþkêþî beþdaran kir.

Hunermed Zubêr Salih strana þêxê min a ku li ser þêx Mahþûqê Xeznewî û Strana li ser 12 avdarê gotin.

 

Komîta amedekar çar helbest ji dengê Bêbuhar  li gel axaftina nemir Bêbuhar amede kiribûn  û Bêbuhar di helbesta dawî de spasiyên xwe pêþkêþ dike û got ez duha ji were dikim hûn jî duha ji minre bikin û xatir di xwaze hemî beþdara li ser linga rawestiyan û bi çebik zêdeyî du xuleke rawestiyayî  man.

Ev herçar helbestên bi dengê wî ji babeteke li ser paltalkê a berî du sala hatibûn girtin.

Ew jî dikare di malpera saziya çand û hunera Rojavayê Kurdistan de li ser vê lînkê were guhdarî kirin  http://www.canduhuner.com/helbest/bebuhar.html 

 

 

 

Xebat Þakir

01.03.2009 Hanover/Almanya

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org