|
REQA
Û Newroz
Xebat Þakir
Heyyyy zarokên tirsê, û þûfikên di pêsîra hovan de
xwedî kirî, qatilên þêx Mehþûq, Îsa Xelîl,
Mihemdên Qamiþlokê û kujerên Kenê Mediya û Mihemed. kelepçeya destên biratiyê û kujerên kenê zarokên rojê, ma hûn ji van û pêde çi dizanin,
hey kujerên mirovatiyê û parçemokên
xwînê? Ma
we ji destên biratiyê fedî nekir, we
kirasê sipî bi xwîna zarokan þiþt? we
ji pêlên ava feratê fedî nekir, we
kenê Mediya û Muhemed di nava xwînê de hiþt? Ma
we ji buharê fedî nekir we
keska wê di nava lehiya xwînê de hiþt? Heyyyy
Zarokên zilmê. Reqa,
tê bimîne birîna vekirî di pêsîra mirovatiyê de, guleya
bêbext di sînga biratiyê de û
kuyînêra hilgirtî di gewriya demuqrasiyê de. Zarokên
rojê, xwazgîniyên azadiyê di
hembêza te de, ber bi xelatkirina buharê ve dimeþiyan qîz û xortên evîndar mina perperîkan bi
xêrhatina Nûroja welatê rojê dikirin, û
xwezayê ruyê xwe ji miska evîndaran þil kiribû? û
sînga xwe ya hevrîþemin ji evîndar û
hiskiriyên xemla xwe re vekiribû? Lêê Guleyên
bêbext û egalên Efleqan dafkên
xwe li ber kenê Mediya û Mihemed vedabûn nehiþtin
ew û xweza bi hev þabibin nehiþtin
ramûsanekê ji dêmên Buharê bidizin nehiþtin
Newroza me Kesik û Sipî bimîne û
li ber dengê Def û Zirnê guvenda
azadiyê li ser sînga Buharê bigere. Heyî Egalên zilmê û destkujên bê
însaf em zarokên deþta Beraziya ne þagirtiyên
rê heval Fûad û Þîlan in me
ji nanê berxwedana rê heval Mezlûm xwariye û
ji ava serhildana 12 ê Avdarê vexwariye. Ne Egal Ne Gule Ne beryar û ne kuþtin û zindanên we dibin dîwar li ber meþa me ya ber bi azadiyê ve. Em hevalên çiyê ne û lêgerê rastî û biratiyê ne, Em tîrêja rojê û vîna giravê
ne û dengê serkeftina welatê rojê
ne, va
em dibêjin û
emê her û her bêjin, hole di cenga berxwedanê û meþa ber bi
azdiyê ve hola
di cenga demoqrasî û biratiyê de û hola di gera rastiya ber bi paþerojeke
azad ve, holaaaaaaa û hola. Xebat Þakir 25.03.2010 Oldenburg/ Almanya
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org