|
|
Amed
pêþwaziya lehengê strana Kurdî a resen Aramê Tîgran dike
Xebat Þakir
- 08.08.2009
Oldenburg Almanya
-
-
-
-
- Amedê
Aram di nav mijûlkên çavên xwe de, di nav rehên dilê xwe de,
simbilên jiyana xwe de, di nav hicreyên evîna xwe de veþêre.
Aramê dil tenk bispêre axa ku dilop bi dilop bi xwîna
lehengan sorbuye, bispêra civata pênûsan, civata þoreþgeran. Ji
bo govendên wan bi stran û awazên xwe geþbike.
-
- Aramê
Tîgran stêreke ku qet venamire, kaniyeke ku qet naçike, gulîstaneke
ku qet rewþa xwe winda nake, hunera ku li ber tu lehiya serê xwe
danayîne, straneke ku qet neþazê nasnake, pêþengeheke ji 56 wêneyên
hunera gelê Kurde, peþmerge û gêrilayê hunera Kurdistane, bilbilê
evîna Siyamen û Meme Alaye, dengbêjê destine Kurde.
-
- Aram
ew denge yê ku di guh û dilê me de hêlîna xwe çêkir, ew denge yê
ku digot ey dîlberê û pêre jî diqîriya Newroz û sersala, ew
denge yê ku digot çiyayê Gebaro, Aram deng û qirika binxetiye yê
ku ji zeviyên binxetê îlham digirt û li ber xuþîna çemê Ceqceq
zarokatiya xwe derbas kir, yê ku girêdayî soza ku bi bavê xwe re
dabû ma, Aram orjînala dengê Kurd û kurdistane, Aram mêvanê hemi
dilên azade.
-
- Aramê
Tîgran girêdana dinavbera sênifþê hunera kurdiye, dîrokek bi
sere xweye, qîrîna azadiyê û gula li ber bîna evîndarê Kurde,
Aram ji kaniya hasten xwe zeviyên Kurdistan yên ku mabûn beyar
avdida û ji nûv de jiyan diafirand.
-
- Oxirbe
mamoste Aram oxirbe
- Oxirbe
Gêrila û pêþmergeyê hunera gelê Kurd
- Oxirbe
mêvanê nemir Mehmed Ozun
- Oxirbe
dengê dilê evîndarên Kurd
- Oxirbe
Bilbilê Kurdistana Azad Kurdistana mezin Oxirbe.
-
- Bera
serê malbata Tîgran û hemî gelê Kurd û Ermenî
û dost û hevalê wî saxbe û ji yezdanê dilovan dixwazim ku
cihê wî buheþt be.
-
- Xebat
Þakir
- 08.08.2009
Oldenburg/ Almanya
|
|
|