Çalakiya birçîbînê ya Hunermend û Reþenbîrên Kurd li Oldenburg

 

 

Xebat Þakir

24.11.2009 Oldenburg Almanya 
 
 
 
 

 
Komek rewþenbîr û hunermendên Kurd li Almanya bajarê Oldenburgê di bin dîroþemeya ``em bi we re ne girtiyên zindana Edra´´ li hev civiyan û gotin.
Ev 25 rojin girtiyên azadiyê li zindana Edra bi canê xwe þerê rêjima zilmê dikim
Ev 25 rojin kulîkên Kurdistanê di nav çar dîwaran de li ber xwe didin
Ev 25 rojin girtiyên Edra bi berxwedana Diyarbekir þadibin
Ev 25 rojin gelê kurd li kolanan bi wan re li hemberê zilmê diqîrin
Û va îro jî rewþenbîr û hunermendên Kurd li bajarê Oldenburgê bi hestên xwe sirûda azadiyê ji qehremanên Edra re dixwînin.
 
Çalakiya hunermend û reþenbîran roja yekþemê 22.11.2009  katjimêr 08:00 li vê navnîþanê Dede str 2 26135 Oldenburg bi xulek rêzgirtin li ser giyana þehîdên azadiya gelê Kurdistan destpêkir. Di serî de beþdaran di nav xwe de dîwanek hilbijartin dîwan ji helbestvan Hoþeng Biroka, Helbestvan Ezer Osê û helbestvan Hêmen Kurdaxî pêkhat. Di pey re pêþneyaz ji bo diyarkirina rojevê hatin berhev kirin.
Di serî de beþdaran xwe bi hev dan naskirin û piþtir li ser van xalên li jêr munaqeþe hatin kirin.
Ji 12 avdarê û heya niha helwesta hunermend û rewþenbîran û xalên hevbeþ yên xebatê.
Nuqteyên hevbeþ yên kar û xebata Kurd.
Çalakiya girava birçîbûnê li zindana Edra û dengvedana wê û rola piþtgirya rewþenbîr û hunmermendan.
Erkên Rewþenbîr û hunermendên Kurd li hember çalakiya zindana Edra.
Cihê hunermend û rewþenbîran di tekoþîna azadiya gelan de û rola wan.
Û gelek xalên din yên cuda cuda hatin gengeþe kirin.
Ji serî heya dawiyê çalkî bi rihekî berpirsyarî hat meþandin û hemî beþdar tevlî danûstandinê bûn. Li ser navê PYD ê  birêz Dijwar û Newaf Xelîl tevlî çalkiyê bûn û dîtinên partiyê û rewþa hevalên xwe yên di girtîgeha Edra de di giravê birçîbûnê dene dan xweya kirin. 
Kesên beþdarî çalakiyê bûn:
Ezer Osê helbestvan, Hoþeng Biroka lêkolînvan û helbestvan, Hêmen Kurdaxî  helbestvan, Cano Þakir hunermend, Serhed Bucak siyasetmedar û nivîskar, Abdilhemîd Xelîl nivîskar, Welîd Hemza(Yekîtî), Dara Ahmed siyasetmedar Yekîtî, Sîpan Birahîm endamê PYD, Newaf Xelîl rojnemevan (PYD), Dijwar PYD, Anwer bavê Alan nivîskar, Mehmûd Sîno nivîskar (Yekîtî), Rodî Xelîl Þêwekar, Ronîcan Heso hunermend, Zubêr Salih hunermend, Bengî Agrî hunermend, Hadî Þingalî hunermend, Xebat Þakir helbestvan, Mustafa bavê Gîvara nivîskar, Biþar Bacinî hunermend, Fadil Þêxmus nivîskar.
 
Gelek welatparêzên li Oldenburg û derdorên wê çalkiya rewþenbîr û hunermendan ziyart kirin
Mina. Sazkarê Kurd Kamîran Hisên, Sehîd  Karmend, Eyob Kurt Karmend, Ezîz Mehmûd,  Mustafa, Diya þivan û bavê þivan, Mam Hisên Hewran( bavê þehîd Sebrî) û Abduleh.
Bê goman gelek welatparêzên Kurd hatin cihê çalakiyê lê mixabin min navê geleka ji wan nasnekir lê ya herî girîng ew bû ku teva bi hatina xwe diyarkirin ku bi girtiyên xwe re ne û doza wan ji nêz ve diþopînin.
Her wiha jî Serokê PEN a Kurd  birêz Zerdeþt Haco, Þanoger Kawa Þêxê û Nivîskar Fêrgîn Melik Aykoç bi telefûnê piþtgirya xwe ji bo çalakiyê dan xweya kirin.

 
Xebat Þakir
24.11.2009 Oldenburg/ Almanya
 
 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org