Dewlta
Kor
Xebat Þakir
Van
rojan dewleta tirk bûye wek kesê ku xwîn bi xweve dîtî har û dîn bûye
ji ber van destkeftinên gelê kurd çi li bakur û çi li baþûrê
Kurdistan.Hero yek ji girirekên dewelta tirko radibe û zirt û gefan li
gelê me dixwe. Wer
xweya dike yan rêvebiryeke ku qet haya wê ji pêþketinên diniya yê
tuneye û yan jî piþta xwe bi dewltên hevalbendên xwe xurt dike,bi taybetî jî Amerîka
û Eurupa. Lê
turk jî baþ dizanin ku dinya ne ew dinya berê ye û kurd jî ne ew kurdên
berê ne Ku
tirk wan bera hevbidin. Tucara
mina îro kurd nêzîkî hev nebûne û xwe li dor nirxên xweyî netewî
necivandine. Weke
hunermendekî kurd van hewildanên dewleta tirk û gef xwarna li gelê me û
siyaset medarên me bi tundî þermezar dikim, û
her wiha hêvîdarim ku rayedarên dewleta tirk ji dêvla zend û bendên
xwe mejiyê xwe bi kar bînin û baþ zanbin
ku serokê hêrema kurdistanê birêz
Meshûd berzanî ne
binavê gelê me li baþûrê
kurdistanê tenê di axife
herwiha ew li ser nave gelê kurd bigiþtî diaxife. Her
dest dirêjayek li ser baþûrê welat
dest dirêjayahîa li ser þeref û xîreta her kurdekîye. Divê
dewleta tirko baþ vî tiþtî zanibe ku Gêrilayên welatê me tev birayên
mene zarokên mene þerf û xîreta mene,hêdî îro hemî kurd vîtiþtî
dibînin û dibêjin. Ger
dewleta tirko bixwazê biratiyê kesî wek gelê kurd destê biratiyê dirêj
nekirye û ger bi xwazê þer jî, ez behwer dikim ku kesî mina kurda bi mêranî
þer jî nekirye, îca
ya herî baþ ewe ku evî destê biratiyê yê kurda yê ku ji zu de ber bi
tirka ve dirêj dike bihejîne
û pirsa kurd di rên çareseriya dîmoqratîk re çareser bike yan
naxwe wê wiha bibe wek yê çûyî heyfa bavê qûn jî li ser kir,perçebûna
tirkiyê wê misoker bibe. Bijehrdana
birêz Ocalan û bi zextên li
ser siyasetmedarên kurd li bakurê kurdistanê dewleta tirk benzenê bi
agir dadike û bihevçûneke demdirêj dinavbera kurd û tirkan de dest pê
dike. Ev
jî nîþana têkçûna siyaset û hilweþandina
dewlet tirke.
Xebat Þakir 19.04.2007
Elmanya |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org