Êzîdî  Ber Bi Kur Ve Diçin

 

 

Xebat Þakir

07.05.2009 Oldenburg Elmanya 
 
 

 

 
Berî çend rojan civata ruhanî ya êzîdiyan çû Þingalê û next li wir anî 75 xiram zêr li gorî perê îraqê. Berî niha jî anîbû 50 xiram zêr, lê kesî guhneda vê beryarê dîse her yekî li gora xwe qelend da û stend. Berî niha li Sûrî/ Rojavayê Kurdistan jî mîrê Êzîdiyan Tehsîm beg, qelend li Cerhê anî 2200 lêre û li Xerbiya 4000 lêre yê Surî, lê piþtî çend mehan dîse ji berê bêhtir bû û bû dehqet, ez behwer dikim ku li bakurê Kurdistanê jî mîr tiþtekî bi vî rengî kiribû.
Êzîdî nema li mezin û rêberên xwe jî  guhdar dikin , bi rastî rewþa êzîdiya ji kambaxiyê jî mezintire, baþûr vala dibe û Laliþ dibe mîrate, êzîdiyên rojavayê Kurdistanê koç dikin, yên Sovyêta berê gelek ji wan ber bi ola yahova ve diçin, ji xwe bakur vala buye belkî 500 kes têde nemaye yên ku cih û warên xwe berdidin berê xwe didin Eurupa, lê li Eurupa jî kirasê xwe avêtine û kirasê Eurupiyan jî li wan nayê. Pirs ewe êzîdî ber bi kur ve diçin?
 
Gotinek êzîdiya heye dibêjin `` Golikekî viroker garankê diherimîne``
yekî ku di bingiha xwe de li dijî tifaqê ye û tifaqa êzîdiyan ji xwe re  bingeh nagre, radibe qelend zêde dike û yên mayî tev didin peyî, bi vî þêweyî kes guhnade kesî û qelend jî dibe dehqet, yê li ber linga diçe feqîr û belengazê vî gelîne.
 
Weke tê zanîn êzîdî vê dema dawî bûne mîna pezê bê þivan her kes dikare nexta keça xwe li gora xwe deyne û kes tiþtekî  jêre nabêje û nikare bêje.
 
Êzîdî li benda tifaqê ne.
 
Mala êzîdiyan ya Oldenburg berî salekê çend mal li dora xwe dan hev û got min encûmana bilind ya êzîdiya Ezidiche Zenralrat in Deutschland avakir û ji îro û pêde berpirsyarê êzîdiyan li Elmaniya em in, heya niha tu deng ji wan dernekt û me tu karê berbiçav yê vê saziyê nedît.
 
Wekî din jî, berî þeþ meha bi arîkariya mala êzîdiyên Celê hijmareke mezin ji malên êzîdiyan,
yên Bakur, Baþûr û Rojavayê Kurdistan û kesayetên serbixwe yên êzîdî û êzîdiyên sovyêta berê li hev civiyan û Eziden Zenralrat in Deutschland (Encumena Navendî ya Êzdiyan li Almanya EZiD)avakirin.
bi rastî jî hêviyeke mezin da êzîdiyan, ji ber hijmareke mezin ji malên êzîdiyan beþdarî vê encûmanê bûn û gelek kesayetên serbixwe jî tevlî bûn, ev nêzîkî þeþ meha tu deng jê nehatiye ji bilî sazkirina civînekê. Gelo çi bi serê van saziya hat?
 
Gava merv li rewþa êzîdiyan dinere ev çend pirs di serê merivan de digerin.
Gelo rêvebiryeke rast û durst û xwedî bereyar hebuye wê halê Êzîdiyan ne ev buye?
Gelo rêkxistinek rast û durist ji bo kar û barên êzîdiyan hebuye wê halê me ev buye?
Gelo dinav êzîdiyan de rewþenbîriyeke azad û xwedî berpirsyarî hebuye wê halê me ev halbuye?
Bi sedan pirsên bi vî rengî hene û bi sedan pirsgirêkên Êzîdiyan hene li benda çareseriyêne, lê bi vî halî Êzîdî wê çawa van pirsgirêkan çareser bikin ji ber ku em Êzîdî  tev mîna mîr li xwe dinerin, îca ka kê vê pirsgirêkê çareser bike ez nizanim?
 
Êzîdî li benda karê piratîkin ne li benda civîn, axaftin û beryarên li ser kaxezana.
 
Êzîdî dikarin di nav xwe de komitakê avabikin û kesî ku ji beryarên vê komîtê û heyta ruhanî derkeve û bi serê xwe tevbigere, pêwiste ew Komîte wî hem li ba kurdan bi giþtî teþhîr bike û li welatê ku lê dimîne jî bi rêya Zagonan dozê lê veke û ceza bike.
Weke em tev jî dizanin ku zagonên Eurupa ji bo dozeke bi vî rengî arîkarin.
Ev bi tenê dikare pêþî li standina Qelend bigre wekî din qurban û heyran nema feyîde dike û êzîdî bi þêwe û nêzîkatiya berê berdewam bikin wê bihezaran xort û keçên xwe winda bikin û kes nema dikare pêþî li çûna qîz û xortên bigre.
 
Îro ji hemî rewþenbîr, Ronakbîr, Hunermend, kesayet û civaknasên kurd û bi taybetî yên êzîdî tê xwestin ku bi erkên xwe rabin. Ji ber hebûna saziyekê ku êzîdiyan tevî temsîl bike di vî wextî de giringiyeke û pêwiste xwedî bext bi vî karî rabin û bikin.
 

                                                 

 

 

  

    

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org