Festîvala Bêbuhar ya Strana Rojavayê Kurdistan

 

 Xebat Þakir

 

 

Saziya Çand û Hunera Rojavayê Kurdistan yekemîn festîvala strana rojavayê Kurdistanê

Li Almanya bajarê Honnover ê di 04.05.2008 an de li salona Arî li darxist, di bin dîroþemeya piþtgirî bi þehîdên Newroza 2008 an de.

Gelek hunermend û rewþenbîrên rojavayê Kurdistanê di festîvalê de amede bûn û gelek hunermend û rewþenbîran jî piþtgiriya xwe ji bo festîvalê diyar kirin.

Bi coþeke mezin hunermend û gelê rojavayê Kurdistanyên mina pêlên çemê feratê ber bi salona festîvalê ve herikîn, armanca tevan ew bû ku li þehîd û nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin û li reseniya starana Kurdî guhdar bikin û her wiha bi neyarên xwe bidin zanîn ku

ne kuþtin, ne girtin, û ne jî terora dewletê nikare kurdan ji doza azadiya Kurdistan dûr bike û di dilê wan de evîna Kurdistanê tune bike.

 

Hemî hunermend di nav kulîkên aþîtiyê de (koma ciwanên þerfedîn)ya ku girêdayî komela ciwanên þerfedîn e, bi çepik û tilîliyan,  bi desmal û hibryan derketin ser dikê, yeko yeko hunermendan stranên xwe bi rengekî prefeswonal pêþkêþ kirin, hemî bihevre bûn wêneyekî  hevgirtna rojavayê Kurdistan û her wiha  coþeke mezin li ba beþdarn afirandin.

Xalid Sofî bi zelaliya dengê Kûbana Beraziyan, Ebas Ahmed, Hevras Hesko, Ekrem Reþo û Nazdar Xerîbo bi dengê ku ji kurahiya dilê Tirbespiyê tê û bi xwiþîna ava çemê Cerihê re dibû yek, Semîr Alî û Evîna Welat bi reseniya dengê Efrîna rengîn dengê ku bi zeytunên Efrînê zelal dibe, Zubêr Salih û Ronîcan Hiso bi dengê ku weke nalîna kemanê dibûn mêvanê hestên beþdaran,  hemî bi hevre derbasî dîwana hastên beþdara dibûn, deng xweþên binxetê wêneyekî binxetî afirandin û guleke erdawanî pêþkêþî þehîdên Newroza 2008 an kirin.

 

Bengî Agrî, Narîn Þêxê, Xesan Eshed, bi dengên xwe yên ku bi qîrîna zarokên Amûdêre bilind dibe û hênkaya bayê Bagokê re zelal dibe, Dilovan, Omîd Silêman, Zuhêr Cemîl û Nîzar tev bi hevre dibûn bilbilên welatê birîndar, gulên Newroza îsal û meqamên tembura binxeta berxwedanê.

 

Miço Kendeþ ev dengê ku reseniya kurd dinava xwe de hembêz dike, ev dengê ku li têla dilê her kurdekî dixe û li dîwana hastên evîndarên strana kurdiya resen rudine salona festîvalê di nav coþeke mezin de rist.

 

Birader Musikî, dengê qerar bê destûr derbasî hestan dibe, dengê ku bi gotina þehîdekî bênav re dibû yek, bi dengê tembura xwere li herçar perçeyên Kurdistanê digeriya.

Bêrîvan û Diyarî Salih her do xeçxecokên binxetê, simbilên beriya dirbêsiyê û awazên kewkebê, yên ku bi hunera binxetê re mezin dibin û bi dengê Uda Kubanêre dinalin, digotin xwezka hêvî pêkbahatana û ew rojên xweþ vegeriyana,

ew herdo kulîlk di dilê her beþdarekî de rûniþtin.

 

Yekîtiya ku seyaseta Kurd nikarîbû bi afirîn e, hunermenda di salona festîvalê de afirandin

Dan xweya kirin ku hunermend ji siyasetê bêhtir di karin di hevgitina netewî de  xwedî bandorbin û dikarin bibin mînakên balkêþ ji bo hevgirtina netewî.

Di dawiya festîvalê de hemî hunermend, mêvan û kesên ku ked ji bo amedekirina festîvalê dane xelat girtin, her wiha rewþenbîr û hunermendên ku hatin ji bo serkeftina festîvala bêbuhar dengê xwe bi dengê  hevalên xwe yên hunermend re bikin yek, ji hêla komîta rêvebir ve spas nameyek, bo beþdarbûna wan hat pêþkêþkirin.

 

Xebat Þakir

13.05.2008 Elmanya

xebatchaker@hotmail.com

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org