Gera Baþûrê Kurdistanê xeleka sêyemîn
 
Çiyayê Gara û Qendîl
 
Xebat Þakir
 
 
   

Di nav xewin û xeyalên dîtina kurdistana azad de, me 15 ê meha dehan katijmêr 24:00 ji balefirgeha frankfortê me berê xwe da warê hêviyan,welatê ku melyonên þehîdan canê xwe fedayî xaka wê kirine,welatê 184000 anfaliyan,welatê ku bi hembêzkirina laliþê þadibe, welatê ku dibin bihazaran êrîþ û jênosîdan  re derbasbuye û vaye îro nû çavên xwe li jiyanê vedike,welatê ku dibin xerdelê de biriþtî ma.

Welatê þêr û egîtan,welatê ku mirovatiyê lê çavê xwe vekiye  û dîroka ku di þekefta þanederê de hîn li ser lingaye.

 

Em li nîvê dilê kurdistanê peyabûn li hewlêra payîtext,paytexta hêviyan,ya ku lê ala rengîn li ba dibe,ya ku kurdî lê þîndibe,hewlêra dibin gefên kemaliyan de yên ku bêhna buhara wêkirine û di rûxandina bircên wê de birikin,wan kemalistên ku nehiþtin kurd di ser ezmanê wê re jî bifirin,ewên ku mîna gayê spanya ku ji paçikên sor acizin,ew bikîna wan ga ji rengên kurdî acizin û li herderê êrîþî kurd û kurdîtiyê dikin.

.

Me ji Hewlêrê berê xwe da warê mîrê kor,koy sinceq,mîrê kor yê ku bi êrîþeke kor hat ser çiyayê þingalê,yê ku bû þûrê îslamê li dijî kirasê sipî,em li jora koyî sinceq rawestiyan û min lê nerî û holhola bav û bapîrên me di guhê min de bilind dibû,di dilê min de qîrînek mezin bilin dibû û diqîriya û digot rabe ser xwe û me bibibîne mîro,em neviyên destanên çiyayê þingalê ne û bermayên fermanane û va kurdistan azade tu nemakarê bi min mîro,bi dengekî nazik vî bajarê xweþik û delal digote min  mafê te heye tu hêrs bibî cilsipiyo,lê ji bîrneke ku min jiyan jî li vî gundî afrinad,netenê zilm û zor ji min rijya,her wiha min egîtek da kurdistan ku ala kurdistanê li badike  navê  wî mam celale û ewe yê ku dibin gefan de li bexdayê xîreta kurd diparêze,min ew bo we kir diyarî,mam Celalê mezin,mam Celalê tekoþer,van gotina hinekî dilê min rihet kir û þabûna azadiyê di dilê min de gur û mezintir kir.

 

Me rêya Sîngeserê þopand û berê xwe da hêlîna kurdan ya hezarê salan,dayika ku kurd hembêzkirin û tucara zarokên xwe nedan dest neyar û bêbextan,

ew dayika þervanaye,

dayika lehengaye 

dayika Berzaniyê nemire,

ya qadiyê mezine,

ya þêx sehîdê rûsipiye,

ya pîrê mezin Sehîd Rizaye,

ew cihê ku mihemd þêxo li ser dinaliya,çiyayên kurdistanê ciyayê hêviyan çiyayê berxwedanê,çiyayê Qendilê,

hêlîna mêrxas û Egîtan,

hêlîna buk û zeriyan,

hêlîna bêrîvan û bêrîtanan,

ew çiyayên ku li ser dilê neyaran buye kabûs.

 

Bi dîtina baz horiyên çiyan,dilê min mîna pirpirîka buharê firiya ber bi wan ve û dilkutên dil beziyan û ez di nava xeyalan de hatim hûnan û di nav pirsan de  hatim pêçan,

çiyawo te  çend bêrîvan û te çend Sebrî hembêz kirin?

te çend cara nemir Berzanî di sînga xwe de parast?

û çend hov hatin û çû û ti mayî qendîla kurdan?

tu mayî dayika bêrîtan?.

Ev zarokên tene û hêviyên mene,wan bi dibin mijulkên çavên xwe de biparêze,ji bo kenê terqiyayî ji ser lêvên zarokên amedê vegerînin,ji bo lîstkên zarokên dêrsimê ji bin potînan hovan derxînin,û dayikên mêrdînê di govendên zavan de  bi lîlînin û xort û keçên botanê li ber gora þahê evînê rûnin û ji memê alan û zînêre çîroka evîna xwe bixwînin,wan biparêze çiyayên bilind.

Ew hêviyên mene,ew zarokên mene,ew hebûna mene,ew bira û xuþkên mene,wan biparêze.

 

Bi ken û silava keça efrînê re,ez hiþyar bûm ji xewnên xwe,piþtî silaveke gerim ji destekî nerim ez çûm civata zave û bûkên kurdistanê,bi hinek helbest û hinek stran di þahiya azadiyê de,em bi xwîneke gerim li çiya û baniyên qendîlê geriyan.

 

Ji wir me berê xwe da çiyê Gara ew çiyayên bi dar û ber û rûbar,

ew çiyayê ku di hembêza xwe de zarokên Qamiþlo,Dêrik,serêkaniyê,tirbespiyê kuban û efrînê mezin dike,

ew bazên ku ji bo azadiya me bi stêrikanre þiyar dimînin û bi dar û beran re dikenin,

di nav lat û zinaran de digerin lê qet nawestin,

ewin yên ku ala azadiyê hildidin û turikê hêviyan hildigrin,li benda helbesteke xweþ û straneke xweþ li ser zinarên mezin dimînin,

ewin yên ku di dilên xwe de zarokên binxetê mezin dikin û li þîretên rêberan guhdar dikin,

ewin yên bo me bûn hêvî ,bo me bûn ronî,bo me bûn þahî, þervanên azadiyêne destanên zindî.

 

Ez çiqasî bêjim hindike li ber bejina zarokên binxetê û pênûsa min nikarê pesinê wan bidê,

ew tîrêjin,li dêmên welatê rojê,kehnîne ji bo vê xakê û rêwîne,rêwiyên azadiyê,

rojek wê bê ku ew ji sînga çiyan ber bi me ve werin  û em bi hevre dîlana azadiyê bigerînin û gulan bi destên zarokên berxwedanê diyarî wan bikin,

hûn zarokên binxetêne,                                                                                  

hêviya bavê cûdîne,

rêhevalên fuad û þîlanêne,

hûn zarokên rojêne zarokên binxetê.

 

Ger berdewame…

 

Heta xelekeke din þad û bextewar bimînin

            Xebat Þakir

08.11.2007 Oldenburg / Elmanya

xebatchaker@hotmail.com

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org