Gera kurdistanê xeleka pêncemîn

( Kampa Mexmûr )

 

 Xebat Þakir

 

Penaberên ku di bin ala neteweyên yekbûyî de li ser xaka kurdistana azad dimînin,bi hêviya vegera gundên xwe.

ew gundên ku dibin potînên leþkerên tirkan de dimînin,

ew gundên ku bi hezarên sala bav û bapîrên wan ew di hêlana evînê de hejandin,

ew gundên ku ew bi dîlan,çîrok û stranên kurdî mezin kirine,

niha çavên wan zoq sekinî li benda vegerêye.

 

Penaberên ku li kurdistana azad dimînin,ew kurdistana ku îro di nav gefên melayên tehranê  û þifqeyên mirinê yên Anqera û bablîsokên kîna Egalê de li ber xwe dide.

ew kurdistana ku ji bilî kurdan her kes li benda xwendina mirina wêne,

ew kurdistana ku egal û þifqe û þaþik ew bi agirê kînê dorpêçkirine.

Kurdistana ku bo wê bi sedhezaran can bûn diyarî,

Kurdistana ku Mehmûdê êzîdî di dilê xwe de mezin kir û bi xwîna xwe ya zelal avda,

Kurdistana ku ala Mihabadê hildide,

Kurdistana ku mele Mustefa dara azadiya wê bi hestên xwe avda,

Kurdistana ku îro sînga xwe ji pazdeh hezar kurdre vekiriye û li ber gefên kemalistan li ber xwe dide.

 

Penaberên ku heya niha 7 cih guhertine li ser xaka xwe,

penaberên ku bûn armancên êrîþên dijminê hebûna kurda,ji hêlekê ve û ji hêla din ve mar û dûpiþkên bê ewle.

Penaberên ku ji berxwedanê newestin,

penaberên ku ji kaniya xîretê avê vedxun û ala rengîn li þehîdên xwe dipêçin,

ewin yên ku tucara þerê birayê xwe nekirin û ji bo azadiya serokê xwe diqîrin,

ewin yên bi keda xwe dibistanên kurdî avakirin,

ewin yên navê Xeyrî û Mezlûm li zarokên xwe kirin û

di dibistana þoreþê de mezin kirin.

 

Gelo mêvaniya yek þevê wê çiqas karibe mêvanperwerî û dilgermiya wan,êþ û derd û azarên wan,keft û left û berxwedana wan bîne?.

Emê ji zarokên pêþrojê destpêbikin,

ew zarokên ku îro di dibistana berxwedanê de mezin dibin,

yên ku di dibistana kurdiya þêrîn de mezin dibin,

zarokên ku di çavên wan de azadiya kurdistanê dixwîne û belengazî diqîre,

ew zarokên dibistana amedeyîne û li mexmurê dixwînin,

li ber destên mamostên ku tenê ji bo kurdiya þêrîn dijîn,

mamosteyên ku bi rikin di pêþketina sîstema perwerdeya zarokên  mexmurê de,

ewên ku ji ber destên wan bi sedan zarokên mexmurê di zankoyan de mezin dibin.

 

Weqfa Jinê:

Dayikên fedekar,dayikên berxwedanê ,

yên ku dibin gelek zor û zehmetiyan de zarokên xwe mezin dikin û kurdî ya þêrîn diyarî wan dikin û wan bi bi stran û lorîkan,bi çîrok û destanan û bi sema û govendên kurdî mezin dikin.

Dayikên ku di wextê xwe yê vala de,

li weqfa jinê xwedî derdikevin,li weqfa ku gelek karên ku bi destê jina kurd berê dihatin çêkirin,niha li wir çêdikin,

 

 

Bexçeyê zarokan:

Me çend stran û helbest li ber ken û lîstkên zarokên xwînî gotin,

armanca me konsêrteka mezin bû,lê rêveberiya kampê beryarek dabû ku di meha dehan de

tu þahî li kampê nêyên çêkirin,

ji ber vê me nikarîbû ku em konsêrtê li kampê çêkin,lê ji bo zarok û xebatkarên saziya jinanan me çend stran û helbest ji hestên xwe diyarî berxwedana wan kirin,diyarî kenê wan kirin.

 

Saziya þehîdan:

ya ku wêneyên bi sedan þehîdên serxwebûn û azadiya kurdistan bi dîwarên odeyên wê ve hatine dalqandin,navserekî ku du zarokên xwe kirine xelat ji bo kurdistanê,bi mere li odeya wêneyan digeriya,

me hinekî di ber dîmenên wan lehengên kurdistanê re li apê xwe guhdar dikir,li dilsoziya wî bi þehîdên kurdistanê re,

di wî wextê ku me li wêneyên þehîdan dinerî û li apê xwe guhdar dikir ,eletrîk hatbirîn,em mecbûr bûn ku gera xwe nîvco bihêlin û ber bi bexçê serok ve herin û li wan darên gula ku her sal di rojbûna serok de tên çandin binerin,ew bexçe bi destên zarokên mexmurê bi gula hatiya xemlandin.

 

Þaziya çand û hunerê:

saziya ku bi dehan ciwanên mexmurê di dilê xwe de hembêz dike,

saziya ku dîlan,þano û mûzîka kurdî  bi destên ciwanan pêþ dixe,

me berê xwe da ser

Dikê û me li cihên temaþevanan nerî,

yê ku ji bo konsert û þevên hunerî bi kevaran hatiye çêkirin,

mîna tabloykê ji kevirên mexmurê xemilîye,

li ser wê dikê em sekinîn hestekî bilind yê xwendina helbestê li ba min afrand,

ez dinava xeyalên konsêrteke mezin de hûnam,

di wî wextê ku tirkan gef li baþûr û qendîlê di xwendin,

di wî wextê ku hevala dicle û hevalê zubêr diaxifîn bi hestekî bilind min berê xwe da dîwana temaþevanan û min bi dengekî bilind lê bêyî ku tu kes dengê min bibhîze min ev helbesta bi navê qendîla kurdan xwend.

 

Dîse gurên vemirandina qendîla welatê rojê

li ser sînga xaka sor dizûrin,

û di xewnerojakan de

darbesta qendîlê hildidin

ser milên þivqeyên mirinê,

 

ji bo cîhaneke

bê kum û kolos

bê þal û þapik

bê tok û xirqe

bê kofî û xeftan

li her derê gurên bi þivqe dizûrin.

 

Potînên hov û þaþikên mirinê

li ber bircên baþûrê dil

gefên terqîn û yasîna

li ser mirina welatê rojê dixwînin,

lê li ber pirtûka çiyan têkdiçin,

û li hember destanan windadikin

qendîla baþûr wê bimîne pencera ronahiyê

ji bo hersê hêlên dil.

 

Bi hezaran,

qendîl vêdikevin

sirûd bilinddibin

þal û þapik dibin xelekên ji agir

li dor baþûrê dil,

û xecxecokên ku bi xwînê vebûne

li çiyayên bilind,

dibêjin;

hun karin me bikujin

lê hûn nikarin bi serkevin,

li hember berxwedana mezin,

ji ber li ser yek rêtimî

îro çil melyon dil dijenin.

 

Bi dengê hevala hevala dicle re helbesta min bi dawî bû û em ji ser dikê berê xwe da meydana sportê, li wir xort bi topê dilîsti.

Piþtir me berê xwe da avahiya belediyê,

ya ku nû dihat avakirin ji bo xizmeta bajarokê mexmurê.

 

Mêvaniya me li mexmurê mîna xewnekê bû,ne me karîbû baþ bigerin û ne jî zêde kesî bibînin,

êvarî li musafirxanê dayikeke navser rûniþtî bû,meriv tucara ji axaftinên wê têr nedbû,

wê dayikê bi axaftinê xwe dayika min anî bîra min,bi henekên xwe,bi cidiyeta xwe û bi hestên xwe yên pir bilind,ez  dinava xeyalên dîtina dayika xwe de çûm rojavayê kurdistanê gundê girxatunê û li wir di hembêza dayika xwe de rûniþtim.

 

Wextê xewê em çûn malekê û li wir hinek dost û heval li me civiyan bi hinek helbest û stran me þevbuhêrka xwe derbas kir.

Roja din Katjimêr 10 ê sibhê me berê xwe da bajarê Hewlêrê,

Hewlêra ku li benda meye ku berê me bidê xerîbiyê.

   

Êvarî li hewlêrê me berê xweda keliha hewlêrê,

ew keliha ku di nîvê bajarê hewlêrê de mîna þemaleke pêketî dimîne

rewþeke taybet didê  paytexta hêviyan,

li ber dergehê kelihê helbestek hat bîra min ji bo hewlêrê ev helbest xwend.

 

Paytexta gel tuyî stêrka bilind

hibira li ser avesta,zend

nemir berzanî li ser te xwend

can Hewlêr paytexta gelê min.

 

Stêrika li ezmanê bilind

pêþmerge ji bo ronî û find

ji bo kurda tê bibe navend

can Hewlêr paytexta gelê min.

 

Di dilê me de mabû hisret

ti bû awaz û strana binxet

ji bo kurda tu mal û serwet

can Hewlêr paytexta gelê min.

 

 Tu evîna Xec û Siyamend

sirûda azadiyê te xwend

ji bo Kurda tu bû mom û find

can Hewlêr paytexta gelê min.

 

Piþtî gera keliha hewlêrê me berê xwe da utêlê ba bavê ronî û çend xwendevanên rojavayê kurdistanê,nêzîkî du seatan me helbest û stran ji wanre gotin û piþtir me berê xwe da  ba karkerên kurdên rojava û bi wanre me þeva xwe heya dawiyê bi helbest û stran berdewam kir û ji wir me berê xwe da balefiorgeha hewlêrê,

du heftiyê gera me,di dilê me de cihekî xwe yê taybetî çêkir û kurdistana azad li dîwana dil paldayî ma.

 

Heta careke din,

hevdîtineke din,

hewlêra min,kurdistana azad tu bimînê dinav azadî û aramiyê de,

dinav xebat û pêþketinê de,

tu her bimînê li ber þemalên azadiyê,

tu bimînê payîtexta dilê xebat,xebatê vku ji te hizkir û wê hizkiryê te bimîne.

 

heta hevdîtineke din,

Dehoka dasina,

Þêxana mîrekan,

Zaxoka evînê.

Heya careke din bi hêviya ramûsanekê ji dêmên Silêmanî,Kerkûk,û Þingala birîndar,

hûnê di dilê xebat de her bimînin þemal.

Spasiyeke gerim ji bo Xebatkarên bingeha Laliþ ya dehokê û tayên wê.

Sipasiyeke gerim ji bo dostê hunermenda  seydayê Tehsîn kemeklî.

Sipasiyeke gerim ji bo nivîskarê me yê giran buha  Hesen Silîvanî.

Û spasiyeke gerim ji bo Ahmed sîno û hemi kesên ku li kampa muqublê dimînin.

Spasiyeke gerim ji bo dostê hêja Dr.Xeyrî  helbestvanê hest tenik.

Spasiyeke gerim ji bo xebatkarên radyoya dohkê.

Spasiyeke gerim ji bo xebatkarên radio ya Herman ya herema berzan.

Spasiyeke gerim ji bo hemi heval dostên ku arîkarya me kirin di gera kurdsiata azad.

û spasiyeke gerim ji dilekî gerim ji qendîla kurdare û ji wan buk û zaveyên kurdistanê yên ku ji bo azadiya me tekoþînê didin.

Û spasiyeke gerim ji zarokê binxetê re yên ku hêlîna xwe di sînga gara de çêkirine.

Dibe min nave hinek heval û dostan jibîr kiribe bere li min biburînin.

 

 

   Dawiya gera me li Kurdistanê.

 

           Xebat Þakir

13.11.2007 Oldenburg /Elmanya

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org