|
|
Hevpeyvîn
bi hunermend Ednan Heydo re
Hevpeyvîn:
Xebat Þakir |
Ednan
Heydo dibêje!
Naqosên
Xeterê ji bo çand û hunera Kurdî lê dixin.
Em
ber bi kopîkirineke xerab ve diçin. |
 |
- Ednan Heydo ciwanekî Kurd e ku ji kaniya
hunera kurd ya resen dinoþe, ev du sale ku di amedekirina CD ya
xwe ya bi Navê ``Evîna Qedexe`` de kar û xebatê dike, berî
çend rojan xebatên CD ê bi dawî kirin, min xwest ku di vê
hevpeyvînê de dîtinên hunermend Ednan Heydo di derbarê
çand û hunera kurdî de bi
we xwendevanên hêja re parvekim.
-
- Birêz
Ednan Heydo, tu dikarê xwe bi xwendevanên me bidê naskirin?
-
- Ednan
Heydo: Ez di sala 1978 an de li Rojavayê Kurdistanê, gundê
Dugirê girêdayî bajarê Amûdê
hatime dinê, di nav malbatek xizan de mezin bûm e, ji
ber mercên jiyanê yên dijwar û pêkutiyên dewletê ez mecbûr
mam ku ji welatê xwe koç bikim, di serî de min berê xwe da
Yewnanistanê qasî 6 salan li wir mam paþê min berê xwe da
welatê Alman û ez ana jiyana xwe li vî welatî berdewam dikim
weke piraniya koçberên Kurd.
-
- Birêz
E. Heydo, kengî te dest bi karê hunerî kir? Û sedem çibû
ku tu ber bi derya hunerê ve kiþand?
|
-
Ednan
Heydo: Min di salên 98 û 99 an de dest bi karê hunerê kir di serî de min karê þanogeriyê kir û dure min pêþkêþvaniya
ahengên hunerî kir û dure ez li karê xwe yê bingehîn vegeriyam
ku ew jî stran bêjiye û heya ana berdewam dikim.
- Huner ewe ku mîna zarokekî ji biçûkatiya
merivan de bi wanre mezin dibe, û hestên merivan ji wê kaniyê
avê vedxwe, ez jî mîna her hunermendê Kurd
min ji zarokatiya xwe de xwe di nava vê deryayê de dît
û ji kaniya hunerê hestên xwe ava dan,
- bê goman mercên jiyana gelê Kurd ku
dinava bindestî û koletiyeke dijwar de dijî dihêle ku barê
hunermend hîn çetin tir bibe û berpirsyariyekê davêje ser
milê wî.
- Em li ber dengên dengbêjên Kurd mezin bûn,
ji ber ku tu derfetên me yên hunerî ji bilî dengbêjiyê
tune bûn gelê
kurd hemî rengê jiyana xwe dinava stranan de parast
ji ber vê jî hunera dengbêjiyê
bandora xwe li min kir û bû kaniya ku her hunermend jê
avê vexwe.
- Birêz
E. Heydo tu li kîjan hunermendî Guhdar dikî, û bêhtir xwe nêzî
stîla kîjan hunermendî dibînî?
-
- Ednan
Heydo: Ez li gelek hunermendan guhdar dikim mîna, Gerebêtê
Xaço, Tehsîn Taha, Mihemed Þêxo, Dilgeþ û Xelîl Xemgîn bê
goman heryek ji van hunermenda dibistaneke huneriye û stîleke
cudaye, lê hunermendê ku ez xwe bêhitir nêzîkî stîla wî
dibînim û rojane lê guhdar dikim Xelîl Xemgîn e.
|
 |
-
 |
- Birêz
E. Heydo: Weke tê zanîn, ku te di vê dema dawî de yekemîn
CD ya xwe ya bi navê
- ``Evîna
Qedexe `` tomar kir û gihand ber destên guhdarên xwe, tu kare
hinekî qala CD ya
xwe bikî? ji çend strana pê tê? û ev çende ku tu di kar û
barê amedekariya vê CD ê de kar dikî? Kîjan prodoktsyonê
xwe daye ber belav kirina CD ê? Muzîsyenên ku arîkariya te
kirine kîne? Û heval û dostên ku bi tere bûne arîkar
kîne?
- Ednan
Heydo: Bêgoman min bi keda xwe ev CD ê tomar kiriye, bi
fermî tu prodoktsyonan bi xwe negirtinye
- Lê hinek komeleyên Kurd yên li Almaniya
arîkariya min ji bo belavkirina vê CD ê dikin, weke komela
Çanda mediya ya ku li bajarê Lohne/Almanya ye û federesona
komeleyên Êzîdiyan jî xwe daye ber ku arîkariya min ji bo
belavkirinê bikin.
|
-
- Min li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hisiça bi
arîkarî û erenjeya Mehmûd Xelo û li gel kemanjenê hêja Lazgîn
Xalid û xwediyê tilîkên
zêrîn tembûvanê bi nav û deng Þiyar Agirî ev CD ya xwe amede kir.
- Wek heval û dostên ku arîkariya wan gihaye min
di amedekariya vê CD ê de, Hunermend Zubêr Salih û Helbestvan Xebat
Þakir, dostê hêja hunermend
Cemalê Tîrêj ez sipasiya
hemî heval û dostên xwe dikim ku arîkariya min kirine.
- Xebatên ji bo CD ê Du salan berdewam kirin. CD ê
ji 8 stranan pêk tê piraniya stranan þoreþgerî û Evînîne.
-
- Birêz E.
Heydo, gelo çima meriv bêhtir xemgîniyê di stranên te de dibîne?
gelo sedem çiye?
-
- Ednan Heydo:
Bêgoman bi rewþa gel û welatê me ve girêdaye, em weke Kurd di nava
gelek tirajêdî, komkujî û jenosîdanre derbas bûne, helbet wê
stranên me jî paya xwe ji vê rewþê bigrin, weke ku tu jî dibînî
heya îro jî hîn neyarên me dinav keft û lefta tunekitina Kurdan
dene, ew hemî teknîk û pîlan û pirojeyên qirêj bi kartînin ji bo
vî miletî, vî zimanî, vê çandê
û vê hebûnê tune bikin, gelo ma çi maye ku wan li dijî gelê
Kurd bi karnaniye? Tenê serhildanên me yên ku tên zanîn 28 caran
belixandine, li bakurê Kurdistanê zêdeyî 4000 gund û mezre
valakirine, bi melyonan gelê me ji warên wan koçber kirine, li Eurupa
û Tirkiyê bicihbune, ana jî bi sedan firokan ji bo tunekirina hêviya
kurdan diþînin ser þervanên azadiyê,
wekî din jî teqandinên li Baþurê Kurdistan ku li bajarên
Kerkuk û Þingalê çêbûn û vekirina deriyekî sînor
alternatifê Ibrahîm Xelîl ji bo ku Kurd jê sûdê negrin û
valakirina Herema Þengalê jî tev bi armanca tunekirina gelê Kurde.
-
- Birêz E.
Heydo, li gora vê keft û lefta pêþxistina çand û hunera kurdî, li
gora te, Gelo berê hunera Kurdî bi kurveye?
-
- Ednan Heydo:
Çand û hunera me pir zengîne, Kaniya hunera Kurdî diherike û wê
biherike ji ber yên berî me bingheke dewlemend avakirine, û mînakên
pir baþ û hêja dinav de hene ku hunermendên me ji xwere bikin bingeh
û li ser bimeþin têra bi sedê salan dike ku meriv ji vê kaniyê
binoþe, lê niha em ber bi kopîkirinê ve diçin kopîkirineke xerab,
bê goman ji ber ku gelek hunermendên me hunera rojava kopîdikin, hin
jî ber bi arebiskê ve diçin, bi vê kopîkirinê ew ji qalibê hunera
Kurdî ya resen dur dikievin bi navê mudêrbûnê, ev xetreke mezine ji
bo çand û hunera Kurdî, niha hêdî hêdî naqosên xeterê lêdixin
pêwiste em zutirîn dem li reseniya hunera kurdî vegerin û li ser wê
bingeha zengîn çand û hunera xwe pêþve bibin.
- Weke mînak hunermendê
Kurd gava li Mihemed arifê cizîrî, li Gerebêtê Xaço, li Eyþeþan
û Meyrem xan, li Kewîs Axa û
li Mihemed Þêxo guhdar nekiribe wê
çawa karibe hunereke resen û li ser bingeheke rast bi afrîne, hele
hele ku baþ bi kurdî
nizanibe derfetên afrandinê pir qels dibin.
-
- Hunermendên
me herkes gazina dike li gor te rêya çareseriyê çiye?
-
- Ednan Heydo:
Rêya çareseriyê li gora min, sazîbûne, xebatên kolektifin,
bingehgirtina reseniya hunera kurdiye, famkirina rê û resmên
kurdewariye, xurtkirina zimanê Kurdiye li ba hunermend,
- lêkolînkirina çand û hunera Kurdî bi þêweyekî
zanistî, notekirina hemî stran û destanên Kurdîne û erþîf kirina
wane, ev tev jî li gora min di rêya sazîbûn re derbas dibe.
-
- Hêja Ednan
Heydo gotina te a dawî ji bo xwendevanên me?
-
- Ednan Heydo:
Hêvîdarim ku xwendevanê Kurd baþ hunermendan rexnebikin ji bo
hunermend karibin karên hêja biafînin divê rexnegerî xurt bibe.
- Ji bo azadî û wekhevî li welatê rojê werin
afrandin pêwiste hemî beþên civakê bi erkên xwe rabin û çavdêrbin
li ser hev.
-
- Hêja Ednan
Heydo,ez Spasiya te dikim ji bo vê dema ku te bi mere parvekir û hêvîdarim
di jiyana xwe de her serkeftî be.
-
- Ednan Heydo:
Ez jî we spas dikim ku we ev derfet da min ku ez dîtinên xwe bi
xwendevanên were parvebikim, bi hêviya rojên azad her þad û
bextewer bimînin.
-
-
- Hevpeyvîn
- Xebat Þakir
- 26.08.2008
Oldenburg/ Elmanya
-
-
-
|
|
|