|
Þêwekarê
êþ û azarên gelê Kurd Kemal
Heraqî dibêje: Xewna
min e ku tabloyeke min derbasî Lovera Parîsê bibe Hevpeyvîn: Xebat
Þakir Dem: 09.10.2008 Celle/ Elmanya xebatchaker@hotmail.com Kemal Heraqî li Baþûrê Kurdistanê
li gundê Mila Çepera
hatiye dinê. Ji zarokatiya xwe de ji þêwekariyê
hizdikir û her hêviya wî ew bû ku rojekê ew bibe þêwekar û êþ û
azarên gelê xwe bi perîka xwe li ber çavên cîhanê rayêxine. Kemal Heraqî di sala 2002an de ji
welatê xwe koçdike û berê xwe dide koçberiyê hêdî ew perîka afrêner
dibe penaber li kolanên Europa û di nava tenatiyê de dijî bi hesreta
welatê rojê û þahî û govendê þêxanê tabloyên pir hêja diafirîne. Kemal Heraqî yê ku ji kaniya
kurdewariyê dinoþe û dil bi evîna welatê rojê û Laliþa nûranî dirêse
û dinava agirê bêrîkirina MilaÇepera de dimîne, tabloyên giranbuha bi
perîka wî dixemilin.
Hêja
Kemal Heraqî, gelo destpêka þêwekariyê li ba te çawa û kengî destpêkir? Di salên heþtêyan de çi tiþtên
ku min didît û di xeyala minre derbas dibû min bi pênûsa xwe li ser
kaxezê radixist, wan salên zarokatiyê bingeha þêwekariyê li ba min
afirand û hiþ û ramanên min di bin bandora þêwekariyê de hiþtin. Gelo
di destpêkê de te çi astengî û pirsgirêk dîtin? Weke ku tê bîra min wê çaxê þer
di navbera Îraq û îranê de hebû bavê
min nedixwest ku ez bibim þêwekar û gava wî ew tabloyên min yên ku min
li ser kaxezê çêdikirin di dîtin ew hêrs dibû û ji minre digot dev ji
vî karî berde û guh bide xwendina xwe, wekî din jî di wan rojên þer
de xizanî jî zor bû, yanî ji hêlekê ve zor û cefayên ku ji ber
xizaniyê û ji hêla din ve malbata ku di xwest ku berê min ji þêwekariyê
bughere û bide xwendineke din ku ew jî pê serê xwe bilind bikin. Lê ev hêdî dereng bû ji bo min,
ji ber ku evîna þêwekariyê biminre afirîbû û roj li pey yadin ez
bêhtir dibûm evîndarê þêwekariyê û min paþeroja xwe di
hundirê afrandinên tabiloyan de didît.
Kak
Kemal te kengî yekemîn tabloya xwe afirand? min
yekemîn tabloya xwe li ser dîwar afirand, di Sala 1988 an de, piþtî wê
hêdî hêdî xelkê jî bi germî li tabloyên min dinerîn, kesên ku ew
tablo dîtin matmayî mabûn ji hêza perîka min û dil xweþiya xwe anîn
ziman, min ew axaftinên wan heya niha di mejiyê xwe de parstin û ji min
re bû destpêkeka zêrîn. Bi
vî þêweyî min berdwam kir heya sala notî wê çaxê min di sala didoyê
navîn de dixwend û pêre jî min amedekariyê pêþengehekê dikir, lê
hinek ramanên dijber bûn asteng li hemberî min ku ez vê hêviya xwe pêkbînim,
min bi vî halî heya sala 1993
ê dewamkir, wê demê min tabloyek çêkir lê hinek li dij min derketin û
þerê min kirin ji bo vê tabloyê.
Ew
çi tablo bû ku þerê te ji bo wê hat kirin? Laliþ
bû û roj û tîrêjên rojê bûn, yanî li ser rewþa êzîdiyan bû. Piþtî
vê dijberiyê min di sala 1993 yan de berê xwe da Kurdistana azad ji ber
þêxan wê demê ne di nav sînorên Kurdistana azad de bû. Ez hatim
Kurdistanê bihêviya azadiyê, bi hêviya ku ez karibim xeyalên xwe bi
azadî li ser tabloyan rayêxim, bi arîkariya Bingeha Laliþ ya Dehokê
min di sala 1998 an de pêþengehek li bexçeyê bingeha Laliþ
vekir, bê goman berî hingî jî min gelek tablo ji bo Bingeha Laliþ çêkirin,
ez spasiya wan dikim ji bo wê arîkariya giran buha, bi rastî wan hêz da
min ji bo berdewamkirina þêwekariyê. hêjayî gotinêye ku ez bêjim wê
demê gelek kesayetên Kurd yên herema Dehokê jî bi minre bûn arîkar ji
bo vekirina yekemîn pêþengeha min. Weke
ku tê bîra min, min di wan salan de hinek tabloyên rexneger li ser rewþa
êzîdiyan afrandin, mîr Tehsîm beg jî (mîrê Ola Êzîdiyan) gelekî ji
min hêrs bû.
Kak
Kemal gelo li gora te rewþa þêwekariya Kurdî di çi astê de ye,
û berê wê li kure? Neghaye
wê asta ku ez hêvî dikim, ji
ber ne gihaye wê asta ku karibe bibe melhemên birînên gel, þêwekariyeke
lewaze ji ber ku nighaye wê asta ku karibe bibe xwediyê rexnegeriyek xurt
li ser civakê û ramyariya kurdî, ew þêwekariya ku nikaribe rastiya
pirsgirêkên gel di tabloyan de rayêxe ber çavan, û þaþiyên rêveberên
Kurd nede ber devên perîkên xwe, ne þêwekariyeke avekara, mirov dikare
bêje þêwekariyeke pasîve, tirsoneke, ji ber vê ez dikarim bêjim ku þêwekariya
Kurdî ne di asta hêviya min deye, lê ev nayê wê wateya tunebûna þêwekariya
Kurdî, þêwekariya Kurdî heye lê hîn bi çarpêka diçe. Kak
kemal tu çi cudahiyê di nabera þêwekarê Akademîk û yê ne Akademîk
de dibînê ji hêla afrêneriyê de? Xwendina
akademîk nikare tu bandorê li ser hêza afrêneriyê li ba þêwekar bike,
yanî kesê ku ne afrênerbe xwendina wî nikare wî dinava refên afrêneran
de bifrîne, ji ber Afrênerî(ibdah) li ba herkesî peyda nabe lê xwendina
akademîk herkes dikare xwe bighîniyê. Xwendin di warê naskirina rengan
û felsefeya þêwekariyê de dikare arîkarbe.
Kak
Kemal tu ji kîjan dibistana hunera þêwekariyê dinoþe? Dibistana
Siyrelî, lê min li ser hemî dibistanên þêwekariyê xwendiye, ya herî
nêzîkî rih û hestên mirovan dibistana siyrelyî ye, tabloyên vê
dibistanê bê destûr li têlên dilê merov dixin û dibin mêvanê hestên
mirov, ev dibstan dibistaneke kevne lê ew ya herî þêrîn dimîne li ba
dilê merov. Gelek
mamostreyên vê dibistanê hene weke silvador dalî ku yek ji gewretirîn
mamosteyê vê dibistanê ye. (þêwekarekî îspanî ye) Çima
te bi teybetî ev dibistan hilbijart û ne yeke din? Ev
dibistan nêzîkî hestên civaka Kurde, herkesê ku lê binere dikare bi hêsanî
têbighêje pêwist nake ku zêde xwe pêre bêþîne ji bo xwe bighîne
wateya tabloyê. Weke mînak ya tecrîdî ez dibêjim hîn zuye ku civaka me
têbighe û karibe ji nerîna van tabloyan zewqê bigre, gelo çend prosent
ji gelê me wê karibe bighêje wateya tabloyeke tecrîdî, ez bigomanim ku
ev hijmar pirbe. Ez
ne li dijî dibistanên dinim û ez rêzê ji dibistanên din jî re digrim,
lê ya nêzîkî hestên min ya Siyreliye, pêwiste þêwekar rastiya hestên
xwe li ber çavan rayêxe. tu
çawa paþeroja þêwekariya Kurdî dibînî? Wê
hinekî din jî bi çarpêka here û nîv nivistî bimîne, pêwistiya me bi
rexnegiriyê heye ji bo þêwekariya Kurdî karibe li ser lingan bimeþe, pêwiste
þêwekarên Kurd wêrek bin di karê xwe de, û azad bin di ramanên xwe
de, bi vî þêweyî emê karibin þêwekariya Kurdî bihêz bikin. Tu
qala rexnegeriyê dikê gelo rexnegerî dinav kurdan de peydebuye? Bi
yek gotinê na. Kak
Kemal sazîbûn ji bo þêwekarên Kurd tê çi wateyê? Pêwistî bi sazîbûnê
heye? Erê
pêwistiya me bi sazîbûnê heye, lê emê çawa destpêbikin? Ev zore, ji
ber ez li Eurupa gelek sazî û komeleyan dibînim mixabin bi erkên xwe
ranabin, min di tabloyeke xwe de ew komele û sazî rexnekirine, ji ber weke
ez wan dibînim nekirkêrin, zêde serê xwe bi pirsgirêkên gelre naêþînin,
ji ber vê her roja ku diçe navbera wan û gel ferhtir dibe. Li van welatên
azad du komeleyên ku karibin bihevre karbikin tunene(Komeleyên Êzîdiyan)
gelo em þêwekar emê çawa karibin saziyekê damezrînin û herkesî aþt
bikin?. Gava ku þêwekarên Kurd karibin Komeleyekê ji bo xwe damezrînin
berî hertiþtî pêwiste li ser armanc û þêweyê rêvebiriyê biaxifin,
û mînakan ji sazî û komeleyên heyî bigrin destên xwe, ji bo karibin
saziyeke birêk û pêk damezrînin.
Kak
Kemal li gora te mercên pêþxistina þêwekariya Kurdî çine? 1.Berî
hertiþtî pêwiste þêwekarê Kurd bi xwere û bi armanca xwere rastbe. 2.Xwedî
hêz û vîneke bilndbe ji bo ku karibe tabloyên wêrek biafrîne. 3.Perîka
di destê þêwekar de pêwiste di gera xwe de azad be û ji filan û bêvanan
netirse. 4-gava
þêwekar tabloyekê biafrîne pêwiste civaka xwe li ber çavan bigre û ji
birînên wanre bibe melhem. Gelo
þêwekar Kemal Heraqî kîjan þêwekarî ji xwere dike mînak? Þêwekarê
Îspanî Silvador Dalî, pêþengek ji pêþengên dibistana Siyreyeli ye. Weke
kurd? Mixabin
Min ew þêwekarê ku mirov karibe ji xwere bike mînak hîn nedîtiye, dibe
ku hebin lê min nedîtine. Kîjan
Sêwekare yê ku Kemal herqî ji Tabloyên wî raziye? Gelek
hene lê yê ku dilê min hênik dike þêwekarê Kurd Dilþad Naif e û ez
dibînim ku paþerojeke bironî li benda wî ye, ew ji xelkê Dehokeye. Mixabin
ev çend salin ku min û kak Dilþad hev nedîtiye. Gelo
Kemal Heraqî wê kengî vegerê Welatê bav û kalan? Yan jî penaberî
qedera wî ye? Bawerke
laþê min li vire û rihê min li Laliþê ye, lê ez dibînim ku ew roja
ku em bê tirs vegrin welatê xwe hîn nehatiye, hîn jî metirsî li ser
civaka êzîdî heye û weke ku hûn jî dibînin roj bi roj cîwarên êzîdiyan
li Kurdistanê vala dibin, ne tenê li Baþûr li perçeyên din jî, ev jî
mixabin û hezar car mixabin hebûna vê Ola kevnar dike nav metirsiyê. Kak
Kemal çi pirojeyên te ji bo paþerojê hene? 1.xewna
mine ku tabloyeka min bighe Lover parîs, ew mezintirî mozyome û tabloyên
gelek hunermendên navdar li wir hene. 2.xewna
duwemîn ewe ku ez panoramekê çêkim û nave wê jî bikim panorama Êzîdiyan. Kak
Kemal di dawiya vê hevpeyvînê de tu dixwazî çi ji xwendevanên mere bêjî? Ez
spasiya we dikim ku we ev derfet da min ku ez dîtinên xwe bighînim
xwendevanên we, û bi taybetî jî hatina te ji bo pêþengeha min, moralekî
mezin daye min, wekî din ez bihêvîme ku li her devera ku Kurd lê hebin
ez pêþengehên xwe li wir vekim, Ger
xwestek hebin ez her dem amedeme ji bo gelê xwe. Dubara
ez spasiya te dikim bo vê hevpeyvînê. Kak
Kemal ez jî spasiya te dikim ku te ev wextê xwe yê giran buha bi mere
parvekir û hêvîdarim ku ew perîka te ji gera li ser tabloyê neweste û
nêzîktrîn dem xewin û xeyalên te pêk werin. Xebat
Þakir 09.10.2008
Celle/ Elmanya xebatchaker@hotmail.com
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org