|
Hunermend
Bengî Agrî dibêje: Pêwiste
em hespê afrênerya xwe di meydanên çand û hunera Kurdî de bibezînin, ne
di kopîkirina xelkê de Hevpeyvîn:
Xebat Þakir 12.11.2008
Berlin/ Elmanya Hîn
asîmanê bajarê Amûdê ji keldumana goþtê herijî sayî nebûbû û hîn
qîrîna zarokên sînemê ji
kolanên Amûda bavê Mihemed kernebûbû, Bangî Agirî çavên xwe li
jiyanê vekirin, ji bo; ji agirê sînemê re bibe av û ji taristana þevên
Amûdê re bibê ronahî û ji birînên dayikên kezeb þewitî re bibe
melhem û ji êþa wanre sînfonî.
Hunermendê
deng xweþ Bengî Agrî yê ku li ber hestên wî û hêza tilîkên ku li
ser perdeyên tembûrê bi hosteyî digerin, zarokên Binxeta birîndar hînî
dîlana azadiyê dikin, îro li kolanên xerîbîyê gazina ji jînê dike
û bi tena serê xwe di þevên Berlînê de þeyar li benda stêrika azadiyê
dimîne û gula hêviyên vegerê ji kaniya hestên xwe av dide. Ew
tenûra ku Bengî Agrî bi hestên xwe himhimand û zeviya berxwedanê bi
gotinên wêrek çand, îro ew tenûr bi êzingê þoreþê û reseniya
stranên wî himhimye. Di
buhara Bengî Agrî de reseniya peyv û awaza Kurdî diçêre û gulên wê
li ber pozê evîndarên azadiyê vedibin. Bengî
Agrî Ameda serhildanê di dilê xwe de mezin dike, Hewlêra berxwedanê bi
hestên xwe hembêz dike, sibehên Mehabadê bi stranên xwe dixemilîne û
zeviyên binxetê bi hesreta dilê xwe av dide. Xwendevanên
hêja ez di þeveke payiza Berlînê de, li hunermendê Kurd Bengî Agrî bûm
mêvan bi hêviya ku ez û hûn, hinekî ji rastiya vî deng xweþî
nasbikin û ji tecrîbeya wî ya hunerî sûdê wergirin min çend pirs
arasteyî birêz Agirî kirin û wî jî bi dilxweþî pirsên min
bersivandin. Birêz
Agrî; tu kare xwe bi xwendevanên me bide naskirin? Ez
di sala 1969 an de li Amûdê
hatim dinê û min xwendina xwe ya seratayî li Amûdê xwendiye û ya
bilind jî li Þamê di beþê rewanþinasî (Sosyologî-ilimliþtîmah) de
xwendiye. Min
di gelek komên mûzîkê de cî girtiye û di kovara sorgul ya ku bi zimanê
Erebî li Libnanê weþana xwe dikir xebat
kiriye, ev çend sale ku ez koçber im û dûrî welatê rojê bi fîzîkî
dijim, lê ruh û hestên min tucara ji welat cuda nebûne û heta Bengî
Agrî bijî wê Welatê wî li dîwana dilê wî rûniþtî bimîne û ji bo
azadiya wî biqîre.
Birêz
Agrî te kengî dest bi karê hunerî kir? Destpêka
karê min yê hunerî di 12
saliya min de bû, lê gava cara yekemîn ez derketim ser dikê bi koma Agirî
re di sala 1988 an de bû, bi
strana xwe ya (buhara li ber êvarê) ez derketim pêþberî gelê xwe, ew
stran ji gotinên helbestvan Beþîr mele û awazê Derwîþ Agrî bû.
Birêz
Agrî te qala Koma Agrî kir, ez behwer dikim ku tu endamekî damezrêner yê
koma Agirî,yî? Tu karê hinekî qala
kar û xebatên koma Agirî bikî? Raste
ez yek ji kesên pêþî bûm ji yên ku koma Agrî damezirandin, karê komê
her çiqas ne karekî profesonal bû lê me pir karên hêja avirandin, weke
mînak berhema yekemîn ya bi navê( Heyî lê nazê tu nazî ) bû destpêka
gaveke hunerî li ba me, ew stran giha herderê Kurdistan û gelek
hunermenda ew stran gotin. Berhema
diwemîn yan jî ya sêyemîn nema tê bîra min, ya bi navê mezin Apo vê
berhemê jî bi þêweykî pir balkêþ dengveda û bû strana ser zimanê
her kesî. Ez
dixwazim vê bêjim ku koma Agrî tim li hêla gelê xwe û azadiya wî tekoþîn
dide meþandin,
stranên ku êþ û azarên gel tîne ziman û asoyên berxwedanê li ba wî
fereh dike di afrîne. Koma
Agirî heya niha jî wî karî dike û ez di wê behweriyê de me ku wê
berdewam be di helwesta xwe de heya roja azadiya gelê Kurd hilê, û tîrêjên
wê bighê her bostek ji xaka Kurdistanê.
Birêz
Agrî gelo we çend berhem bi navê koma Agrî tomar kirin heya tu li wir bû? Ez
behwerdikim 11 berhem me tomar kirin û min di hemî berheman de stran
gotin. Koma
Agrî ji bo min bû dibistaneke mezin, û bingeh ji bo karê min yê hunerî.
Xweþ
tê bîra min me carna zêdeyî 12 katjimêran kar dikir û em pê
nedhisiyan bê dem çawa derbas dibû. Karê
hunrî ne wek tu karê dine, karên din tu karê bikê bêyî ku tu jê
hizbikî, lê karê hunerî bê hizkirin nabe, ji ber vê me karê xwe bi evîneke
mezin û bi kêfxweþî dikir.
Birêz
Agrî tu karê navê çend hunermendên endamê koma Agrî ji bo xwendevanên
me bêje? Di
sala 1986 an de me got emê komekê binavê koma Agrî damezrînin, wê çaxê
Bengî Agrî, Peywan Erjîn, Derwîþ Agrî, Hekîm Sefqan, Elî Mensûr, Þiyar
Agrî, Sefqan û xweþnav di nava vî karî de hebûn, vê dawiyê
Xalid, Tariq û hinek hunermendên din jî tevlî komê bûn. Birêz
Agrî te di nava komê de tenê karê Mûzîkê dikir yan te karên din jî
dikirin? Min
karê þano jî 6- heya 7 salan di nava komê de kir, ji wan kara hinek nav
jî li li dû min heya niha jî mane, wek navê Kulî
ku heya niha jî hinek heval û dostên min pê gazî min dikin. Çiqas
karê me zor jî bû lê wî karî roj û bîranînên xweþ li pey me hiþtin. Birêz
Agrî te tenê di nav koma Agrî de stran gotine yan te bi komên din jîre
stran gotine? Bê
goman mebesta te li Welet e? Erê.
Min
di 1995 an de du stran bi koma Hêzil a Tirbespiyê re, û di 1996 an de bi
koma Botan a Qamiþlo re û di 1995 an de bi Koma Cûdî a Dêrikê re stran
gotin e. Birêz
Agrî tu kîjan salê ji welat derketî? Di
sala 1997an de, lê ez di serî de çûm Libnanê û sê salan li wir mam ji
1997- heya meha 11.1999 an li Bêrûdê mam, wê demê min di kovara Sorgul
de kar dikir, û pêre jî çend gotarên min di rojnama Diyara a Libnanî
û rojanama Erebî Alheyat de hatin weþandin çend wergerên min di rojnama
Azadiya welat de hatin weþandin bê goman nivîsên min bi Erebî di kovara
Sorgul de jî dihatin weþandin. Wê
demê me hinek karên hunerî jî kir min û Medya Rênas me koma Welatê
rojê damezirand. Û
bi navê koma Welatê rojê me
çend þev li darxistin, me hinek ji hunermendên navdar vexwendî Libnanê
kirin û bi wanre aheng li darxistin, mîna Ciwan Haco, Aramê Tîkaran,
Beser Þahîn û hinek
hunermendên din. Di
payiza sala 1999 an de ez derbasî Eurupa bûm û ji wê demê û heya niha
ez li Elmanya me. Wê
demê li Eurupa gelek hunermend, kom û sazî hebûn, gelo te xwe gihand
wan? Pirsgirêkên
penaberiyê dest û lingên min li kelepçan dan, min nikarî bû ez zêde
tevgerê bikim û ji xwe rewþa aborî jî ne arîkar bû, ew hêla min a têkiliyan
seqet ma, lê di sala 2002 an de li Berlîn Akadimiya Kurdî hebû min bi
wan re hinek kar kirin, ez û hozan Eyîdin, Gulê û Onder me bi hevre di
nava vê saziyê de kar kir, ana jî em karekî wisa dikin li Berlin. dan
û stendinên min bi koma Berxwedan û hinek hunermendên wê re hebûn wek
Seydxan û Peywan Arjîn. Birêz
Agrî te yekemîn kilîpa xwe li Eurupa çêkir, yên ji vê kilîpê
hizdikin pirin û ez yek ji wanim, çawa ramana çêkirina vê kilîpê bi
tere çêbû? Û çima ew stran bi tayîbetî? Me
di sala 1998 an de ev stran amede kir,
ji gotinên Beþîr Mele û Awazê Elî mensûr,in, lê strana ku ji
hestên gel biaxife tucara kevin nabe, em tev dizanin ku par vî wextî
dewleta Tirkiyê gef li þervanê azadiyê û baþûrê Kurdistanê xwarin
û heya niha jî zirtan dike, îca helwesta min weke hunermendekî wê çibe
gelo? di behweriya min de wê karekî hunerî be ku di asta
piþtgiriya wan qehremanên ku welatê me ji keriyên guran diparêzin
de be, min dît ku strana herî nêzîkî helwesta min ev stran e, min kilîpa
wê jî bi keda xwe çêkir û mesrefa wê jî min ji berîka xwe da, ji xwe
yê ku min nas dikin dizanin ku hatina min tune û carna ez li peydekirina
nanê xwe diheyrim, lê gava ji bo welat be hêsanî dibe,
xizanî jî stuyê welatparêziyê
natewîne. Heta ku ev welat azad nebe
ezê tenura sar û bêdeng bêjim. Birêz
Agrî tu karê çend malikan ji wê stranê ji xwendevanên mere bêjî? Ser
çava: Em
tenûra sar û bê deng, va bi xwînê himhimî Çerx
û dulabê te Kurdo, rabe serxwe zîvirî Dehil
û zevî þîn û zerbûn, sorgenim simbil gihan Nanê
jiyana þehîdan, çi ji bona me pijî. Teyir
û tilûrên mihacir, behsa hêlînan dikin Penpenîk
serbest li agir, li tewafê fitlî Tovê
serbestî we çandî, hûn þehîdê nemirin Tac
û roniya gelane, agrî venamirî. Hêjayî
gotinêye ku ev kilîp bi arîkariya Saziya çand û hunera Rojavayê
Kurdistan û hêja Zubêr Salih û gelek heval û dostên mîna derhênerKawa
Þêxê hatiya çêkirin, û spasiyeke taybet ji bo telfizyona Roj tv û MMC
tv ku wan ev kilîp weþandin, bêyî arîkariya wan tu wateya kilîpê jî
nedima. Birêz
Agrî tu çi cudahiyê di navbera karê hunerî yê li welat û li koçberiyê
de dibînî? Ger
ez rastî bêjim, cudahiyeke mezin heye, ez bi xwe gelkî bi paþketime, ji
ber li vir mirov mîna rebotaye tu sibhê radibî di qotiya postê de sê çar
name hene yan jî karekî din yê bîroqratî heye tu biwan mijûl dibî hew
te dî meh û sal çûn, yanî radara mejî tenê bi pirsgirêkên bîroqratî
ve tê girêdan, ev dihêle mejî hêdî hêdî pûç bibe û kaniya
afrandinê bimiçiqe, kanî ew germiya welat? kanî ew liv û tevger? em
niha li ser bîranînan dijin. Raste
li vir tu dikare ji hêla madî ve, yan jî, wek derfet hertiþtî peydebikî,
lê di warê bi karanîna wan de tê pir zoriyê bikþînî, ji ber vê ez
kesî þîret nakim ku berê xwe bidin Eurupa,
ger afrênerbin li welat derfetên afrêneriyê pirin. Pêþiya
gotiye; dengê daholê ji dûrve xweþ e, ev gotineke bi serê xweye, dengê
Eurupa ji durve pir xweþ dihat guhê me,
lê dîtin û bihîstin ne wek heve. Di
berhemên welat de rih hebû, li vir hertiþt heye lê rih tê de tune. Birêz
Agrî tu paþeroja çand û hunera Kurdî çawa dibînî? Gelo li gora hêviyên
te pêþdikeve? Muzîk
bi xwezayê re hatiye holê, mûzîk jî mîna matematîk, coxrafiya,
biyolociyê ji xwezayê tê û pir pêwiste di jiyana miletan de, her wiha mûzîk
dibe arîkarê gelek nexweþyên mirovan. Ev tê wê wateyê ku mûzîk di
jiyana gelan de cihekî pêwist digre. Em dibînin îro mûzîkên xelkê
pir bi pêþketine ji ber bingeha xwe ji kilasîkên xwe girtine, ew mûzîka
ku kilasîk bingeh bigre wê bi hezarê salan bijî, ême em dibînin Þakiro,
Arifê Cizrawî, Gerbêtê Xaço û Evdalê Zeynikê hêdî hêdî ji nav me
bardikin û di cihê wan de mûzîkên bêjî derdikevin holê,
ne kirasê Kurdî li wan tê û ne tu dikarê kirasekî din ji bo wan
peyda bikî. Ez dikarim bêjim ku hunermendê Kurd ji rihê xwe hêdî hêdî
durdikeve ji wî rihê fentazî û afrandinê dur dikeve û berê xwe didê
KOPÎKIRINÊ, xwezî kopîkirineke bi zanebûn jî ba belkî hevqasî zerar
nedaye hunera Kurdî, lê kopiyeke kore û bê hiþe, berê civaka me ji
reseniyê dughere, bi taybetî berê ciwana ji reseniya hunera Kurdî
dughere ev metirsiyeke mezine li ser çand û hunera Kurdî, cihê daxiyê
ku saziyên me yên raghandinê jî ji vê kopiyêre dibin arîkar bi zanebûn
yan jî ne bi zanebûn ya ku li ber pêlên tunekirinê diçe çand û
hunera Kurdiye. Pêwiste em reseniyê bi pêþêxin resenî nayê wê wateya
ku em neafrînerbin, gereke em hespê afrênerya xwe di meydanên çand û
hunera Kurdî de bibezînin, ne di kopîkirina xelkê de. Niha wilo li me
hatiye ku em dinava bablîsoka ku tenê li dora xwe digere de dimînin, û
hewil nadin ku em xwe ji vê bablîsokê rizgar bikin. Lê
divê ez vê jî bêjim ku hêviyên min di vegera reseniyê de bilindin,
weke ku tê gotin piþtî her tevlî heviyê xweþî
tê, piþtî tariyê ronahî û piþtî þînê þahî tê .ez bihêvîme
ku dolabê reseniya hunera Kurdî dîse bi xurtî bigere û rastî hizkiryê
xwe were.
Birêz
Agrî te got min berê dinvîsand te çima niha dev ji nivîsandinê
berdaye? Ji
wê gava ku ez hatime vî welatî û heya niha hîn serê min ji kaxez û
nameyên vî welatî vala nebûye û nehþtine ku ez bêjim ohyayî bi vê kêlîkê.
Ez bi gelek hêviyên mezin hatim Eurupa lê hêviyên min li ber bablîsoka
pirsgirêkên penaberiyê çûn, dîse jî min hewl da ku ez hunera xwe li
ser lingan bigrim û ger hindik be jî, ez di vê hewil danê bi serketim,
min du berhem tomar kirin û kilîpek, lê nivîsandin bû qurbana
penaberiyê. Birêz
Agrî bajarê Amûdê bi çî xwe tê naskirin? Gava qala Amûdê tê kirin
nenormaliyek tê xweya kirin, gelo ew nenormalî çiye? Amûdî
di her tiþtên xwe de ne normalin, di welatparêziya xwe de, di hunera xwe
de, di xwendina xwe de, mêvanperweriya xwe de, di nivîskariya xwe de, di
fedekariya xwe de û di
hizkirina xwede ew tim di rêza pêþî
û di ser govendê dene, orte li ba Amudiyan tune,
bi ken dibêje, heya dînê Amûdê
jî ne dînê normalin dikene,
ji ber tiþtên digotin û dibêjin bawerbike kesên bi aqil jî nizanin wan
bêjin. Ji ber van taybetmendiyên Amûdê, neyarê gelê Kurd zarokên Amûdê
dan ber agirê kîna xwe, wan rola Amûdiyan di pêþxistina zimanê Kurdî
de û di rizgariya gelê Kurde de famkirin û ji bo xwe metirsî dîtin.
Birêz
Agrî wek tê xweya kirin vê demê sûka ku her baþ dimeþe sûka kilîpaye,
tu Rewþa kilîpên Kurdî çawa dibîne? Em
ana dibînin ku gelek hunermendan berê xwe deye vîdyo kilîpan û gelek jê
jî pê bûne popler, lê behwerbike heya niha kilîpên ku min dîtine û
ya min jî dinav de neghane wê asta ku dilê min hênik bike, kilîpên me
bûne mîna hevîrê Gars (hevîrê
garis tu çiqas bistrê hevnagre) kilîpên
me jî wêne û navrok hev nagrin. Mirov
dikare bêje çend wêneyên xwþikin li ba hev, lê asta hunerî di wan de
ne bilinde, ez dikarim bêjim Kurd hîn jî neghane asta hunera kilîpê,
mirov dikare bêje karên heyî di asta hewildanên avakirina hunera kilîpa
Kurdî dene. Me
berê jî got heya kar neyê kirin karên baþ dernakeve, yên ku kar bike wê
þaþiyan jî bike, lê di dawiyê de karên pir baþ wê derkevin. Birêz
Agrî ez behwerdikim ku berhemeke nû li ber destê te heye,
gelo kengî ev berhema te wê bighe berdestên guhdarên te? Di
2007 an de min berhema xwe ya bi navê (Bi
hesretim) belav kir û di 2008 an de min berhema xwe ya bi navê (Tê
bîra te)bi arîkariya çend hunermendên ku niha li welat dijin
amadekir, mîna hunermend Þiyar Agrî û Lazgîn Xalid û me bi kedeke
mezin ev berhem amedekir, ez bi xwe çûm welat û ez li ser berhema xwe
sekinîm, lê mixabin ev demeke ku ez li benda Mîr mûzîkê me ku bersivekê
bidin min ka wê di rêya xwere vê berhemê belav bikin yan na, heya niha
min tu bersiv ne erê û ne jî na ji wan negirtiye, yê min roj bi roj agir
bi sebera min dikeve. Berêz
Agrî di paþerojê de çi piroje yên te hene? Ji
xwe ev berhema min ya bi navê Tê bîra
te li ber destê mine û ez di hewildanên belavkirina wê de me, û
çêkirina kilîpekê bi navê Gula
di bin topê de û kurte filîmek ji hêla derhêner Kawa Þêxê ve tê
amedekirin ez jî wek lîstikvanekî tê de cih digrim. Wekî
din jî ez û hunermend Gulê em koro a zarokan amededikin bi arîkariya
navenda çanda Kurdî li Berlînê, koro ji 20 zarokan
pêktê, û wekî din jî ez
û hunermend Gulê di karekî diyo de tên ba hev. Birêz
Agrî te qala Kilîpa nû kir gelo wê kengî were weþandin? (kesreke
kûr berdide û dibêje) Mixabin kilîpa min ji hêla roj tv ve hat redkirin,
weke ku hunermend Rotînde ez aghedar kirim û got kilîp nayê weþandin ji
ber zêde wêneyên gêrila têde hene û di deng de jî neþazî heye, ana
ku bêje wêneyê gêrila tê de zêdene tê bejrandin ji ber ji navê stranê
jî tê xweya kirin ku kilîp li ser welat û berxedana vî miletî ye,
normale ku wêneyên gêrila têde zêdebin, tu derfetên min tunene ku ez
herim ba þervanên azadiyê û wêneyên xwe biwanre bigrim yan jî
amedekariyên kilîpê li wir bikim, min jî serî li tiþtên heyî da li
gora derfetên xwe. Lê tiþtê ku nehatfamkirin ku dibêje neþazî di dengê
te de heye, weke gotina bav û kala dibêje, dibê yek çû keça yekî
bixwaze gava xwest bavê keçikê nebidilê wî bû ku keça xwe bide wan,
îca ji wanre got ez keça xwe nadim ji ber kurê we dîne,
îca qurbana teme kekê Rotînde hûn naweþînin nebêj neþazî di dengê
te de heye, dîse jî ez dilê xwe nagrim derfetên min ev bûn, min dixwest
guleke din jî diyarî gel û þervanên azadiyê bikim çênebû. Kekê
Xebat ez behwerdikim ku dem buye dema ku mirov çend qîzika bi teqala
xweyxe û kilîpan çêke. Ji
bo gel û tekoþîna vî gelî çi erkên ku bikeve ser milên min ezê
bi dilxweþî bikim û di meþ û mêtingan de ezê hertim dinava gelê xwe
debim û girêdayî þehîdên serxwebûn û azadiya vî gelî bim, kekê
Xebat ma berê kilîp hebûn? yan jî telfizyon hebûn? Na lê dîse jî em
ev bûn û me karê xwe dikir emê ji vir û ha de jî bi dil xweþî bikin. Min
ev tev gotin ji bo çi tu zanî? Dibêjin devera meriv hêviyan jê neke
meriv gazinan jî jê nake.
Birêz
Agrî di dawiyê de tu dixwazê çi ji xwendevanên mere bêjî? Ez
di serî de spasiya te dikim ku tu vî karê hêja dikî ji bo piþtgirya
hunermendan, bê goman îro hertiþt buye madî lê ez dibînim bêyî ku
tu, tu sûdên madî ji vî karê
xwe wergirî tu bi hemî hêza xwe piþtgiriya hunermendê Kurd dikî, ev jî
ji bo min þanaziye ku hîn yên weke te hene. Wekî
din jî ez hêvîdarim ji hemî hunermendên Kurd ku xwe dûrî kopîkirinê
bikin û stranên li ser serpêhatî û jiyana gelê xwe biafrînin, ji
stranên li ser xelkê bêhtir em qala êþ û azarên gelê xwe bikin, qala
xwezaya welatê xwe bikin. Di dawiyê de jî ez rêz û hurmetên xwe ji bo
hemî gelê Kurd dibêjim, bi hêviya rojên azad her þad û bextewer bimînin.
Ez
jî bi navê xwe û binavê hemî xwendevanan spasiya te dikim ku
te îro ev wextê xwe yê giran buha bi mere parvekir. Xebat
Þakir Berlîn/
Elmanya
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org