|
Hunermend
Selah Osê: Em ê destkeftiyên gelê xwe bi stran û helbestên xwe biparêzin
Hevpeyvîn:
Xebat Þakir
Kekê Selah Ez bi xêrhatina te
dikin û bi hêvîne ku tu serkeftî û kêfxweþ li welatê bav û kalan
vegerî. Kekê Selah bi destura te be ez ê çend pirsan ji te bikin? Ser cava kekê xebat ez bo vê
derfeta ku we da min spasya we dikim û serkeftinê ji karê we re dixwazim.
Selah Osê:
Sî sal di nav asoyê hunerê de, Sî sal di nava afrandinê de, sî sal di
nav hembêzkirina amûra bizqê, ev sî sale Selah Osê bi dengê
xweyî nerim li perdeyê dilê evîndarên strana Kurdî dixe û ji bo
hunereke resen, hunereke bi armanc tekoþînê dike. Gundê
Tilþihîrê: Gundê çem û kaniyan, dar û kulîlkan,
Hunemend û nivîsakaran, gundê ku xemla xwe ji simbilê jiyanê digre buye
qunaxa welatparêz, perwer û pênûsên xwînî, ev gundê ku seydayê
Cegerxwîn, mele Ahmedê Namî, þêx Brahîmê Heqî û gelek zana, rûsipî
û Siyasetmedarên Kurd lê mane û lê bûne mêvan li rojavayê Kurdistanê
xwedî cihekî taybete. Bakurê wê li têlên rêsayî yên
bebext dinere, rojhilatê wê çavên xwe bi Tirbespiya mêrxas û egîtan
kil dike, rojavayê wê bi Qamiþloka evînê buka Rojavayê Kurdistanê re
dikene, û qubletê wê deþta binxeta birîndar binxeta 12 ê avdarê hembêz
dike. Tilþihîr hîn di salên pêncihî
de rola zanyariyê di nav gelê Kurd de dilîst, di wê demê de du dibistan
lê hebûn dibistana keçan û ya lawan û dibistana olî. Selah
Osê: di sala 1955 an de li Rojavayê Kurdistan gundê Tilþihîr ê ku di keve navbera Qamiþlo û Tirbespiyê çavên xwe
li jiyanê vekirine û niha niþtecihê beytexta Surî bajarê Dîmeþq(Þam)
ê ye û li wir rêwîtiya hunerî berdewam dike. Wî di sala 1975 an de dest bi karê
hunerî kiriye heya niha 7 berhemên muzîkê avirandine. Berhemên
Selah Osê: 1983, 1988, 1991, 1995, 1997, 2002 û ya herî dawî jî di
2005 an de hatiye belav kirin. Yekemîn berhema Selah Osê di sala
1983 an de tomar bû, di nav wê berhemê de strana wî a ku pê hatiye
naskirin Silavên te gihane min
hebû, û berhema wî ya herî
dawî di sala 2005 an de hatiye tomarkirin. Hemî stranên Selah Osê bijartîne,
lê ew bi strana Silavên te gihane min hatiye naskirin. Kekê
Selah ger meriv demên berê û niha bide ber hev Pêþketina hunera Kurdî
çawa tê dîtin? Li gora berê niha derfetên mezin
ketine destên hunermendê Kurd, lê mixabin pêþketin ne li gora van
derfetane, ew stranên ku meriv lê guhdar bike û jê zoq bigre pir kêmbune,
ev jî cihê daxêye. Pêwiste hunermend wateya wê nameya
hunerî a ku hilgirtiye ser milê xwe baþ bizanibe û bi diristî bighîne
ber destê gel, ji ber ew xîtabî hestên gel dike pêwiste rast û
diristbe bi huner û gelê xwe re, liv û tevgera wî li gora xwesteka gel
be, yan na meriv nikare bêje ev hunermend xwedî nameyeke huneriye. Divê hunermendên Kurd êþ û azarên gelê xwe bîne ziman
û bibe kenkî nazik, baweþîneke hênik di havîna gelê xwe de. Piþtgiriya
Çepemaniya Kurd bi hunermend re di çi astê deye? Hunermendê Kurd pêwiste piþtgirya
çepemanya ku êþ û azarên gelê xwe li ber çavên cîhanê radixe bike
û her wiha çepemanî jî piþtgirya hunermendê ku êþ û azarên gelê
xwe tîne ziman û hunera wî pêþ dixe û diparêze bike. Em miletkî hîn
di pêyvajoya azdiya xwe dene û hîn jî bi destên neyarên xwe diperçiqin,
hîn jî li ser serên me dek û dolab tên gerandinn û em tune tên
hesibandin ji ber vê pêwiste hemî alavên azadiya vî gelî hev temam
bikin. Ez hemî endamên çepemaniya Kurd
silav dikim û di salvegera çepemaniya Kurd de wan pîroz dikim û
serkeftinê ji wan re dixwazim.
Tu
telfizyonên Kurdî çawa dibînî? Ji kenalê Kurdî teva hizdikim û
bi hurmet nêzî tevan dibim, lê hertim çirûska pêþî giringa di jiyana
mirovan û ya miletan de, cihê Roj tv cihekî taybeta li ba min û ez ji
temaþevanê wê me. Bi hêvî me ku hemî hunermendên
Kurd piþtgirya vê kenalê bikin û hewldanên neyarên gelê Kurd di
girtina vê kenalê de vala derxin. Di
jiyana te ya hunerî de çi astengî hatine pêþberî te? Ez ji malbateke oldar têm bê goman
ev hinekî ji min re bû asteng, ji ber ez kesê yekemîn bûm di malbatê
de ku dest bi hunerê dikir, li gora Seqeyên Olî ev neþaziyeke bû di
malbatê de, ji ber vê reyaksyon li hember min pir bûn. Bêgoman astengiyên ji hêla
neyaran ve nayên hijmartin, ji ber her hunermendê ku ji bo pêþxistina çand
û hunera gelê xwe xebatê bike dibe
armanca neyaran, ew siyasî be ya ne siyasî be bese ku ew bi Kurdî strana
dibêje. Wekî din jî, ji hêla aborî
dest û lingê hunermend li qeyîda dixe û gavên wî qels dike. Weke
tê zanîn hunermend xwedî serpêhatîne gelo çi serpêhatiyên te hene? Gelek serpêhatî hene lê ezê du
serpêhatiyên xwe ji we re bêjim: Min tenka ku di nav dîwarê hewþa
maleka gundiyan de bû derxist û ji xwe re kir tembûr, roja din gotin diz
ketina mala filankes lê piþtir min ji wan re got ku min ew teneke birye û
kiriye tembûr. Dawetên berê
sê çar þev bûn û hunermend pir diwestiyan, rojekê em li dawetê
bûn serê sibê hatin ji me re gotin werin emê zave bibin ber kaniyê biþon
me got êêêê û emê werin
çi? Gotin werin ji me re li temburê xin
heya em wî biþon. Piþtir
hatin gotin werin emê cilê zavê lêkin me got herin cilê wî lê kin emê
werin çi? Gotin
werin ji me re li temburêxin ji bo em cilê wî lêkin, em bi qehr, dîse
çûn. cara
sêyemîn hatin ber derî berî ku biaxifin bi hêrs min ji wan pirsî vêcarê
çi heye? Gotin werin xwarinê bixwin. Strana
Silavên te gihane min? Ev
gotina devê her evîndarekî, her yar û yarekêye, ev stran, wergera hastên
evîndaraye di asoyên hunerê
de, nameyeke evîndariye di navbera wan de. Ev stran
min di 83 an de tomar kir , lê afrandina wê ez bawer dikim di sala 81 ê
de bû. Stran bi
vî rengîye. Ew mektûba
te min xwendî, min rengê te têre dîtî Bê te ez
ê bimrim bê xwedî, lê dilê min maye bi te ve Silavên
te gihane min, li ser sera û herdo çava. Heta ku
min tu nas kirî, nîvê emrê min buhrî Canê xwe
ji ter bikim gorî, sûnda min bi wan herdo cava. Silavên
te gihane min, li ser sera û herdo çava. Evîndarê
te me rindê, þêrîn û kevoka gundê Li ser
dara evîna me, ez ê bikolim herdo nava Silavên
te gihane min, li ser sera û herdo çava. Gotin
û awaz Selah Osê
Kekê
Selah Ev hersê nav ji bo te tên çi wateyê? Dawet? Cihê ku hunermend bi þahiya gelê
xwe re dibe yek û parastina folklora kurdiye. Konsert? Cihê ku hunermend asta xwe ya hunerî
nîþanî guhdarê xwe bike û xwe tê de îfade ke. Telfizyon? Neynika gele û bêjinga hunerê ye,
ji bo hunermend jî ava jiyanê ye. Ji
bilî karê hunerî tu çi karî din dikî? Ez niha li Þamê di cihê çêkirina
alavên muzîkê de ya çêkerên Uda Fewzî Nehar de kardikim, û di
hewildana pêþkeftina alava bizqê de dixebitim. Min bizqek çêkiriye bê
kod pir bi hêsanî û rihetî meriv dikarê bikar bîne yek weke mînak jî
min bi xwe re aniye Eurupa. Ez ji berê de evîndarê çêkirina
vê alava mûzîkê bûm ji ber ez li bizqê dixim ez zanim bê hunermend çi
ji ve alavê dixwaze, ji ber vê ez tim di lêgerîna çêkirina wê de bûm. Çima
Selah Osê bêdeng e? Bêdengî çêtire ji karê ku tu
feydeya wî neghe çand û hunera Kurdî, gava ez berhemekê pêþkêþî
guhdarê xwe bikim, pêwiste dengvedana wê demke dirêj di guhê guhdarên
min de û bi dîwarê çand û hunera Kurdî ve tabloyeke hêja bimîne. Ne pêwiste meriv hersal yan jî her
dusal karekî pêþkêþ bike, ya pêwist ewe ku ew karê te hêja be û cihê
xwe bigre, ew nameya te bighe hucreyên pêþketina çand û hunera Kurdî. Çi
berhemên Nû hene? Du stran li ber destê min hene nêzîk
ez ê wan weke kilîp belav bikim, bi hêvî me ku cihê razîbûna gel be. Destkeftên
gelê Kurd bo te tên çi wateyê? Hunermend
mîna Perperîkê, ye ronahiyek li kur be xwe lê digre, napirse ev baþûre
yan bakure yan rojavaye yan jî rojhilate, li kur gulek vebe hunermend bi
hestên xwe avdide li kur alek bilind bibe di gotina sirûda wê de amede
dibe, li kur destkeftek biafre hunermend wê hembêz dike û diparêze. Xaka
welatê me yeke û destkeftiyên wê yê hemî kurdane 99 þaredarî li
bakur ew yên hemî Kurdane û destkeftiyên me li baþûr ew jî yên hemî
Kurdane, em hunermend emê bi stran û helbestên xwe wan destkeftiyan biparêzin.
Gotina dawî? Ez
dixwazim vê bêjim ji herkesê di nava hunerê de, karê ku ne yê te be
neke û kirasê ku ne ji tere hatibe dirûtin li xwe neke. Bere
huner li te bigre xwe lê neke bar, hunerê ji wateya hunerê dernexe. Di jiyanê
de tiþtên baþ û yên xerab hene gava meriv yên xerab nebîne yên baþ
jî nasnake, rêz û
hurmeta min ji hemî hunermendê me re heye û di kar û jiyana wan de
serkeftinê hêvîdikim. Her wiha silaveke tayîbet bo guhdar û hizkiryên
strana Kurdî û bo gelê me yên qehreman yê ku bi xwîna xwe hebûna xwe
diparêze, spas ji bo te jî kekê Xebat Þakir û bo vê hevpeyvîna hêja
û vê derfeta ku te da min. Xebat Þakir 17.04.2009
Belcîka/ Bruksel
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org