Hunermend Îmad Selîm dibêje ``Dinya û Evîn``
 
Xebat Þakir

 

Îmad Selîm xortê nûhatî, xwediyê tilîkên zêrin, dengê ku evîndaran di nav hestan de dirêse, di demeke gelekî kîn de bi kar û xebata xwe, di esîmanê Muzîka Kurdî de bû stêrikeke geþ û li ber ronahiya vê stêrikê gelek xort û qîzên Kurd bûne derwêþê evînê, ev xortê ku li rojavayê Kurdistanê, Herema Amûdê û Gundê Xirbê Feqîran çavê xwe li jiyanê vekirye, ji zarokatiya xwe de buye evîndarê amûra Tembûrê, piþtî ku li gel malbata xwe di salên notî de koçberî Eurupa dibe, li ber destê hosteyê Tembura Kurdî Xelefê pîr Nehroz hînî Tembûrê dibe, li gora ku Îmad Selîm dibêje ku rojane wî zêdeyî 12-16 katijmêran li Tembûrê dixist û nedwestiya, niha jî piþtî ku ji dawetan vedgere mal bi tenha xwe bi dengê tembura xwere li Feqîr Xidir, Qepal û pîr miço dibe mîvan, wan tilîkên xwe yên ku qet ji gera li ser perdeyên tembûrê nawestin di bêdengiya þevê de li ser perdeyan digerîne.
 
Hunermendê deng xweþ Îmad Selîm, her hefte li ber awazên Tembûra wî, bi sedan xort û qîz govendê digerînin û Qîz û Xortên evîndar sozên evînê ji hevre didin.
Îmad Selîm di berhema xwe ya bi navê ``Dinya û Evîn`` de yekemîn cara ku bi berhemeke profosonal derdikeve pêþberî guhdarên xwe.
Cd ya hunermend Îmad Selîm ji 10 staranan pêktê. Hunermendê dengxweþ, Carna li kolanên Girizêr û Sîba Þêxidir de dengê wî bi giriyê dayikên dil þewitîre dibe yek, û carna evîn wî dinav agirê xwe de dirêse û li ber bablîsokên bîrîkirina yarê û lehya hêstirên wê diçe.

 

 
Navên strana:
 
 
1-Dinya û evîn                  6 Ne wek teye 
2-Bes bigrî                       7-Teyrê li ser darê 
3-Por zerê                        8- Here xayin 
4-Yarê                             9- Çarþemba Sor  
5-Were Dîlber                10- Fermana.
 
 
Cd ya Îmad Selîm ji Produksiyona dmp-Hannover,Tanjn Duman  derket.
 
Muzisynên ku di Cd yê de xebitîne evin:
 
Dibin rêvebirya: Tanju Duman CD hatiye amadekirin
 
Ernjer: Mustafa Araooglu, Tanju Duman
 
Kompozisyon:Kemal Aropoglu
 
Akustik E.Gitar:Ayhan Gunyl (Paco)
 
Bas Gitar. Eyup Hamis
 
Ney û Zirne: Murteze Kalir
 
Qanûn: Turgut
 
Koma Baxlemê: Fatih Doganer, Motor Alî
 
Elktro Solo Baxleme: Kemal
 
Percussion: Ercüment Sönmez
 
Koma Kemanê: Îlker Tekyayigil, Ferit Tekyayigil, Said Büyükcnar, Samî Büyükcner, Ceyhan Donacil, Guneyt Cokuner, Gorkan Topal.
 
Viola: Metin Kobaci Cello, Murad Süngü.
 
Produkyiyon: DMP-Hannover, Tanju Duman.
Wer tê xweya kirin ku Îmad Selîm bi kedeke pir mezin ev CD ê amedekirye.
 
Hûn dikarin CD ê ji hunermend Îmad Selîm bixwazin.
 
 
Xebat Þakir
25.09.2008 Oldenburg/ Elmanya
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org