|
Hunermend
Zubêr Salih: Kirasê Eþqê li xwe kir
Xebat Þakir Zubêr Salih stêrek ji stêrê
hunera Kurdiye û li asîmanê Binxetê þewiq veda û li Kurdistanê tevî
geþbû, Zubêr Salih ji kaniya hunera Kurdî av vexwariye û li ser pelên
gula Dirbêsiyê nav xwe nivîsandiye. Zubêr Salih ev zêdeyî sî sale ku
di derya hunera Kurdî de avjeniyê dike û ji kaniya welatparêziyê
vedxwe, îro bi berhemeke nû derdikeve pêþberî guhdarên xwe.
Berhama hunermend Zûbêr Salih ya
bi navê ``Kirasê Eþqê`` ji deh stranan pêk tê
û ji hestên gelek helbestvanên Kurd dinoþe, mîna Kawa Þêxê,
Kerîm Ahmed, Mizgîn Bengo, û Hevraz Hesko lê hunermend Zubêr salih awaz
û helbestên xwe jî dibêje mîna helbesta te soz daye.
Min gelek CD yên Hunermend Zubêr
Salih guhdar kirine, lê ev CD ya ku bi dengê helbestvana Kurd xwediya pênûsa
nûjen Xelat Ahmed dewlemendiyeke pir hêja li CD
yê zêdekiriye, ew dengê
nerim yê helbestane bê destûr derbasî dilê guhdar dibe, û gava ku Zubêr
bi tembura xwere dinala meriv nikara ji guhdar kirina CD yê durkeve û her
meriv di xweþiya guhdarkirina stranên wî de dimîne. Bê goman hunermend Zubêr Salih di
hilbijartina helbestên xwe de hostakî pir jîreke gava ku bi wî dengê
xweyî nazik dibêje: Ji
bêhna misik û gulavê Ji
rengê tîrêjê tavê Bihijmara
ax û avê Tînim
ji Amedêre silav Ji
dîroka tere silav Ji
þehîdên tere silav Ji
girtiyên tere silav Û
silav û hezar silav. Ji
Qamiþlo me bi xwere anî Gurzek
gulê erdewanî Û
evînek Kurdistanî Ji xelkê Amedêre silav Ji
dîroka tere silav Ji
þehîdên tere silav Ji
girtiyên tere silav Û
silav û hezar silav. Ev
gotinên ku hesten welatparêziyê
li ba her kurdekî bilind dikin û Kurdistaneke mizin di dilê wî/wê de
çêdikin, bi hosteyî hatine avakirin, ev ji gotinên Kawa þêxê ne ku bi
dengê Zubêre li têlê dilê guhdar dixe û govenda azadiyê li ber digerînin.
Gava
ku Zubêr Salih gazinan ji jînê dike û dibêje, erê jînê bi van gotinên
xweþ yên helbestvana hêja Xelat Ahmed destpêdike. Kêfa zaroktiyê dibin balgihê þevê
de Diya
min bêhna cejnê distre. Di
pey re Zûbêr bi tembûra xwere digrî û dibêje; erê
jînê ez bê jînim bêyî te, erê
jînê ez ne Memim bêyî te erê
jînê ez ne Memim dûrî te. Gava ku Zubêr van gotinan dibêje
bi wê tembûra ku bi dengê wîre digrî, dihêle ku hêstir yeko yeko ji
çavan bibarin û li ser dêmên evîndaran biherikin. Di helbesteke din de Xelat Ahmed bi
Tembûra Zûbêre dibêje: Hilke hilka þevêye li ser sînga
te Were ez stêrkekê ji devê te
bigrim Û dudowan ji gerdena te Û pêde diçe Xelat bi dengê xwe yê
nazik û li dîwana helbestê dengekî din zêdedike. Hunermend Zubêr Salih ji deriya
Helbestvanê Kurd Kerîm Ahmed tasek ava zelal vedxwe û di goveda evînê
de kirasê Eþqê li xwe dike û
dibêje: Hinaran kulîk vekirin Cana min rabû ji xew Kirasê Eþqê li xwe kir Çav xezal û meþ mêkew. Dil xeþîm û biçûk bûm Ket nav xefka evînê Paþîyêtê de hînbûm Ma dinê keç periyê. Di vê stranê de em Zubêr bi þêweykî
din li pêþberî xwe dibînim hem rengê stranê û hem jî awaza wê û
hem þêweyê gotina Zubêr tev nûne. Gava ku Zûbêr Salih derbasî nav
zeviya bîranîn dibe û dikeve xewn û xeyalên evîna berî bîst sala bi
nalîna kemana Lazgîn Xaldre dinale û dibêje: Tê bîra min berî bîst sal tê bîra
min Ez û te herdo biçûk bûn tê bîra
min Bi kul û derd ez û tebûn tê bîra
min Berî bîst ez û te bûn tê bîra
min. Tê bîra min lê þêrînê tê bîra
min Ew rojên xweþ yê evînê tê bîra
min Navê te li bîra min dînê tê bîra
min Berî bîst sal erê dînê tê bîra
min. Ev helbesta xweþ ya hunermendê hêja
Hevras Heskoye. Gava ku min di destpêkê de got ku
Hunermendê me yê deng xweþ bi hosteyî helbestên stranên xwe hildbjêre
belkî we gotibe ev dil xwaziye ji xebat. Lê ez di wê behweriyê deme gava
ku hûn li CD ya Hunermernd Zubêr
Salih guhdar bikin hûnê bibînin ku min di vê nivîsa xwe de qet mafê vê
CD yê nedayayê û hîn gelk gotin hebûn ku min karîbû li ser vê
berhema hunermend Zubêr binvîsim. Hunermeda hêja Leyla û Bêrivan bûne
mîna hermonî bi dengê zubêre bi dengê wanre tama guhdarkirinê hîn xweþtir
dibe. Lê hunermenda me ya ku nû daketiye
stadyoma hunerê Bêrîvan Zubêr Salih bi stranekê ji stranên Zubêr
salih di vê berhemê de cî digre gava dibêje ezê ji te bixeydim û nema
bi tere li hev têm.
Xebat Þakir 10.11.2008 Oldenburg/ Elmanya
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org