Qedexekirina Roj tv
Xebat Þakir
Berî demekê gava ku wezîrê karê hundir yê Almanya bi beryarekê kar û xebatên Roj tv li Almanya qedexe kirin ez matmayî nemam, lê gava ku min li sedemên qedexekirinê nerî, min matmayin jî derbas kir, û got hevqas jî nabe. Gelo kî kîn û nefretê di navbera gelan de çêdike û aramiyê li almanya xera dike? gelo bi rêz wezîrê karê hundir rojname û telfizyonên tirkan diþopîne? Ma ne rojnameyên tirkane yên ku li Almanya derdikevin û dibêjin tirkiya ya tirkane? Mane telfizyonê tirkane ku ji heqaretê û pêve ji bo kurdan tiþtekî din nabêjin? Gelo yek carê bi tenê gotina demuqrasî û aþitiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi lêvkirine? Ez tenê karim gotineke bav û bapîrên Kurdan bînim bîra xwendevanên hêja ku dibêjin ( keçelo navê min li te û kumê min li serê te) Yên ku ji bo aramî û aþtiya dinavbera gelan de dixebitin Kurdin, yên ku bûne parêsvanên demuqrasiyê û ji bo wê tên kuþtin, girtin û nefî kirin Kurdin. Roj tv telfizyona yekemîne ku hemî OL û gelên li Kurdistanê dijin xwe têde dibînin, xweya dike ku birêz wezîrê hundir yê Almanya vê jî ji bo gelê Kurd gelek dibîne.
Ji sebata sala 1999 an de gava ku birêz Ocalan radestî Tirkan kirin û heta berî demekê min li telfizyonên Tirkan temaþe nedikir, ji ber çi gava ku min temaþe dikir ji bilî heqareta ku li Kurdan dikirin û pêve tiþtekî din nebû, ji ber vê yekê min telvizyonênTirka ji mala xwe qewitandin, ji xwe ji bilî nûçe û bernameyên giftugoyan min li telfizyonên wan temaþe nedikir, min got bera ji îro û pêde jehra xwe bipijqînin mejiyên xwe yên genî, hêdî min da dil û min got heta bi vir û bes. Berî demekê zarokan ji min xwest ku ez premmire ji wanre bînim ji bo ku li gokê(Topê) zindî binerin, min premmre ji wanre anî, pêre jî Turk sat min careke din hewand mala xwe, min dît eynî tas û eynî hemame, dinya hatiye guhertin lê siyaseta tirkan û telfizyonên wan nehatine guhertin û ez behwer nakim ku ji îro û pêde jî werin guhertin. Îca niha dixwazin di TRT ê de (Kaniya derewan) ji heftê carekê bi Kurdî bernaman çêkin, mebesta wan jê ewe ku bi zimanê me xeberan bi me bikin, xwedêgiravî li darî dinyayê wê xwe bugherînin û zimanê Kurdî serbest bikin. Ji roja ku Tirk hatine Kurdistanê û heta niha ew tim dek û dolaban li ser serê Kurdan digerînin, û Kurd her dibêjin em birayê hevin, ji xwe ji dema ku komara Tirkiyê hatiye damezrandin û virde, hêdî bi þêweyekî sîstematîk kurdan asîmele dikin, hero yek ji pîlanên wan yên gemarî serav dibe, AKP a ku bi navê olê pîlanên xwe yên gemarî li ser kurdan birêve dibe kurda rastiya wêjî naskir ji ber vê jî qudus buye û hima çi ji destê wê tê li hember kurda dike.
Çeteyên Ergenekon ê niha derxistin pêþ qaþo dixwazin tirkiyê ji çeteya paqij bikin, lê çeteyên herî mezin li Kurdistanê bicih kirine û bi cihdikin yên bi hezaran kes bi destên wan hatine kuþtin, ji xwe ji binî di vê dozê de qala Kurdistanê nakin, diyare ku xwe bi xwe bi hev ketine wey li wî yê din tine bike, lê gava tê ser þerê li dijî kurdan tev dibin yek û yek sirûdê dixwînin ew jî sirûda nijadperstiyê û tunekirina Kurdaye, çep dibe, rast dibe, lîberal dibe, li hember Kurdan tev yekin.
Niha jî dixwazin bi vê dozê re navê tevgera azadiya gelê Kurd û serokê wê reþbikin û bi van çeteyan ve grêbidin, ev durî weye ku hûn bibînin Kurd li dijî rêberê xwe derkevin yan jî baweriya xwe pê neyinin berevajî vê Kurda hîn bêhtir xwe li dora serokê xwe û tevgera xwe kirin xelek û tu hêz nikare van xelekan ji hev veke, hûnê divê hesretê de bimînin heya mirinê, ya baþ ewe ku hûn bi Kurdanre diyalogê çêkin û li rêya çareseriyê bigerin û xwe ji dek û dolaban durbikin.
Ez hêvîdarim rojekê zûtir Almanya jî siyaseta xwe ya ji bo Kurdan di binçavanre derbas bike û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di serî de li bakurê kurdistanê û hemî perçeyên din jî hewldanan bike.
Xebat Þakir 27.07.2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org