Rêwîyê Þingalê

 

 

 Xebat Þakir

 

 

Stêrkeke geþ

ezmanekî sipî,

hebûneke riç

dîrokeke zindî,

berî didin rojê

kal û zarok û zerî,

bi hêvî û daxwazin ew

çav li rêya azadî,

tê bimîne Þingal,

Þingala Êzîdî (kurdî)

 

Þingala xwînê,

zindana vekirî,

warê þêr û pilingan û romanên zindî,

ji bo te mêrxas û egît dibin xwînî,

li ber dergehê te me ez

dîtina te bo min ma xwezî,

di destê min de baqek gul heye

û ev dil her bo te ye diyarî,

 

 

Þingala min,

li ber dergihê te

ez bûme derwêþ,

nizanim

kî wê bo min bibe

rêber û serkêþ,

destê min û te bi hevde

û ji vî dilî rake êþ,

evîndarê te me ez

ezim yê bo te dilêþ,

ezê her li ber dergihê te bimînim

û bixwînim helbestên bi êþ.

 

Evîndarê te me ez

û dîtina te ma hêvî,

çadir bo min bû mal

cihê ku lê pirin êzîdî,

tev mêrxas û egîtin

ewin bo min dost û heval û xwedî,

li warê mîr û bavê þêx

xizmetkarên Laliþa Nûranî,

çav ma li rêya wê

bo Þingalê dil digrî,

 

dilxweþim bi te Kurdistan

her bijî tu,

û li ba be ev Ala Niþtiman

Kurd tev dilêþên te ne

dewlemend, feqîr û xizan,

tu li dîwana dirûniþtî

qurbana te ye ev dil û can,

gef pirin li ser te,

egal û þifqe bûn tîr û kevan.

 

Dilxweþim bi vê tifaqê

tifaqa kurdan,

bi hev re bûn yek

Kurmanc, Zaza û Soran,

dest bidestin tev

pêþmerge û þervanên çiyan,

qurbana xaka te ne

tevde ji dil û can,

parêzvanên xemla te ne

ranazin keç û xortên ciwan,

sirûda azadîyê dixwînin

li  Amed û Hewlêra ciwan,

her bijî,

û tê her bijî

dayîka min Kurdistan,

her bijî

û tê her bijî bo kurd

Þingala birîndar.

 

         Xebat Þakir

19.10.2007 Dehok /Kurdisatn

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org