Serhildan û rola hunermendan

 

 

 

 Xebat Þakir

 

 

Gelek analize û þîroveyên ramyarî li ser serîhildana gelê me ya vê dawiyê hatin kirin, ez naxwazim derbasî hêla ramyarî, ya vê serîhildanê bibim, ew ne karê min e. ezê wê ji pisporên vê mijarê re bihêlim.

Lê tiþtê ku pir bala min kiþand di vê serhildanê de, stranên koma Awazên Çiya bûn.

Di her meþ û mêtingan de dengê wan bilind dibû, bi rastî ew bûn gula di destê her kurdekî de, awaza li ser zimanê her beþdarekî û bûn arîkarê bilindkirina moralên her ciwanekî dinava serhildanê de.

Gel di vê serhildanê de dîse stranên xwe yên bijartî gotin,

bi wan re keniyan,

bi wan re giriyan,

bi wan re qîriyan,

govend li ber wan stranan geriyan.

Gelê Kurd hunermendê ku êþ û azarên wî tîne ziman, yên ku di þîn û þahiyan de li hestên wî dibin mêvan, yên ku di buhara wî de dibin gul, bi dil germî hembêz dike.

Careke din hat îsbat kirin ku rola stranên þoreþgerî û hunermendên þoreþger hîn neqediyaye û wê hîn demeke dirêj bidome.

Heya ala azadiyê li çiya û baniyên kurdistanê neyê hildan û kevokên aþîtiyê nefirin li asîman, wê ev stran werin gotin û bibin stranên li ser ziman.

Pêwiste di vê dema nazik de, hunermendên welatparêz mîna partiyeke siyasî bi hunera xwe kar û xebatê bikin. Ji ber stranên wan rastexo derbasî dîwana hestan dibin û dibe êzing ji bo tenûra hestên gelê Kurd û koçika hestên gel bi awaz û stranên xwe germdikin.

Hêvîdarim ku her hunermend hewil bide ku ji bo vê serhildanê  stranekê bêje û ji qehremanên serhildêr re bike diyarî.

 

 

Xebat Þakir

04.11.08 Oldenburg/ Elmanya

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org