Serhildana Qamiþlo

 

 Xebat Þakir, 21.3.04, Elmaniya

 

Serê xwe rakir gelê qehreman

Bi dengê bilind, bi qîr û fîxan

Daketin qada wek piling û þêran

Can kirin gorî bo xaka Kurdistan

 

Dengê xwe hilde Qamiþloka min

Hatin bi  te ve Koban û Efrîn

Bi te re dinale Amûda rengîn

Hewlêr û Mihabad, Amed û Nisêbîn

 

Þanazim bi we wek seydayê Cegerxwîn

Li welatê rojê li wê xaka zêrîn

Nakeve dengê we bilind dibe qîrîn

Hêjaye Kurdistan erzana ji bo xwîn

 

Em natirsin ji we erebê dest bixwîn

Li ser lingane em bi kom û civîn

Ji Dêrik û Tirbespî û heya bi Efrîn

Neviyê kawane em Welîd û Mizgîn

 

Birçîyên Dêrê, þofînîyên har û dîn

Wek hirç û gura bi ser me de anîn

Me natirsînin zindan, ne jî  kuþtin û xwîn

Li ser lingane em kurdên Qamiþlo û Efrîn

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org