FKÊ: Bi lez þêx Silêman (Bavê Cemîl) azad bikin

 

Þêxê êzdiyan Silêman Cemîl Cafer ji 15ê Nîsanê ve ji aliyê rayedarên dewleta Sûrî ve hatiye girtin û heta îro agahî jê nîn in. Þêx Silêman, ku bi navê “Bavê Cemîl” tê naskirin, bi destûra rayedarên dewletê  pîrozbahiyên cejna Çarþema Sor ogranîze kiribû. Rayedaran piþtî pîrozbahiyên bi girseyî pêk hatin, Bavê Cemîl li ser riya Qîbarê girtibûn û biribûn Helebê.

Dewleta Sûrî heta niha sebeba girtina þêx eþkere nekiriye û ew nernexistiye mahkemeyê. Lewma weke Federasyona Komeleyên Êzdiyan em ji bo jiyana þêxê êzdiyan bi fikar in. Weke herkes dizane ku þêx rêberê me yê olî ne û divê rêz ji bo wan bê girtin. Em girtina wî ya piþtî pîrozbahiyên cejna Çarþema Sor weke qedexekirina cejnên xwe ji aliyê dewletê ve dinirxînin û vê yekê þermezar dikin. Divê dewleta Sûrî qebûl bike, ku weke welatiyan mafê êzdiyan jî bi qasî þîe û suniyan heye ku cejnên xwe bi rê û rismên xwe  pîroz bikin.

Em bang li rayedarên dewleta Sûrî dikin ku tavilê Þêx Silêman berdin. Herweha em bang li tevahiya kurdan û raya giþtî ya navnetewî dikin ku ji bo azadkirina Bavê Cemîl bikevin nava hewldanan.

 

 

Meclîsa Federasyona Komeleyên Êzdiyan

28.04.2009

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org