|
BALCAN -
Name -
Xizan Þîlan
Dilbera min, rinda min!
Nîvê þevê saet donzdeh bû. Ez wek her demî hê li ser qoltixê
rûniþtibûm û min li televîzyonê temaþe dikir. Di wê navberê de
dilê min çayek xwestibû. Ez rabûm û çûm aþxanê. Min çaydan bi avê
tijî kir û da ser ocêx. Piþtî demekê av keliya û çaya min amede bû.
Min qedeha xwe bi çayê tijî kir û hêdî hêdî vedixwar. Cixara min jî
her dem di navbera pêçiyên min ên zirav û cirifandî de bû. Min kûr
kûr dikiþand cîgerên xwe. Carnan di navbera kûrahiya ramanan de ji odê
diçûm aþxanê, ji aþxanê jî diçûm balqonê û þunde vedigeriyam oda
televîzyonê.
Wekî ku ez bûbûm mehkûmê girtîgehê, pêþ ve û paþ ve
diçûm û dihatim. Qey tu dibê ez bûbûm çerxa feleka demsalên bedbext
û li derdora xem û xeyalên xwe yên bi canêþ dizivirîm, di navbera
çar dîwarên zîndana odê de. Ez li azadiya xwe, li sewdaya xwe, li
evîndara xwe û li kolanên xeribiyê li bîranînên zaroktiya xwe ya ku
li ber toza laneta demê berba bûyî digeriyam.. Cixara
min û lêvên min mîna du evîndaran ewqas ji hevdu hezkiribûn ku
qet nedixwastin ji hevdu cuda bibin. Piþtî çerxbûna min a bi saetekê
teqet di çokên min de nemabûn, êdî ez westiya bûm. Min çayeke din ji
xwe re tijî kir û cixareke din jî vêxist, ez hatim odê û li ser
qoltixê rûniþtim.
Min serê xwe jî spartibû destê xwe yê çepê û li televîzyonê
temaþe dikir. Her tim min kanal diguhartin.. Carnan li kanalên kurdî,
carnan li kanalên tirka û carnan jî li yên swêdî mêze dikir. Xanima
min jî, xwe li ser qoltixeke din dirêj kiribû û li televîzyonê mêze
dikir. Me qet bi hevdu re xeber nedida.. Wek her demê, dîsa bêdengî di
navbera me de hebû. Bes dengê televîzyonê bêdengiya me ji holê
radikir. Min bi çavên vikûvala li televîzyonê temaþe dikir. Çimkî ez
ketibûm nav xem û xeyal û ramanên kûr, lê ji televîzyonê pir û pir
dûr. Carnan xanima min, bêyî ku rewþa min bipirse, ka ez di çi halî de
me, çi difikirim û çi dinivîsim, digot; “Bes e bes e, cixarê mekþîne! Te perdeya pencera me reþ kir bi
dûmanê cixarê!” Lê, wê nedizanî ku perdeya dil û kezeb û
cîgera min li min reþ dibû, rinda min.. Lê min dizanî tê çi bigota
Dilbera min! Tê
bigota; ”Ji min re helbesteke
evîndarîyê û hesreta dilan bixwîne!” Tê
bigota; ”Tembûra xwe têxe destê xwe,
kilameke dilbiþewat ji kûrahiya dil de ji min re bistrê û bilorîne!”
Bîstûheft sal in ez li hêviya gotineke wisa þîrîn û xweþik im
Dilbera min.
Dîsa tirs û êþ û heyecaneke bi xof xwe dagirtibû ser dil û
cane min û laþê giyanê min rapêçabû. Min ji kûrahiya dil de axîn û
kesereke kûûr kiþandibû. Li navbera hest û ramanên biêþ, hesta
îlhamekê hatibû min û min xwest ku bi saya wê îlhamê helbesteke
evîndariyê ji te re binivisînim rinda min. Mîna ku îlhama min bûbû
çivîkek li ber çavên min, dixwast bifire û here di pencera odeya min ya
vekirî re.. Lê min wisa bi baskên îlhamê girtîbû ku nema dikarî ji
destên min bifilite, bifire û here. Hema ez rabûm ser xwe û min kaxiz û
pênûsek anî û danî ser masê. Min cixareke din jî vêxist û ketibûm
nav ramanên kûr ku, ez ê çawa helbesteke xweþik û nazik ji rinda xwe
re binivisînim! Di
wê navberê de, xanima min deng li min kir û got; ”Xizan” Bêyî
ku serê xwe rakim û lê mêze bikim, min got; ”Çi
dixwazî?” Wê
got; ”Te
bihîsti ye? Li bazara Skärholmenê kiloya balcanan daketiyê pênc kronan.
Em sibê herin wê derê pênc kîlo balcan bikirin!”
Piþtî van gotinên xanima min, ew îlhama ku mêjî û dil û canê
min rapêçandibû, bûbû weke çûka berbangê û firiyabû ber bi
valahiya asîmanan ve.. Ew îlhama jankêþ ji lepên destê qelemê min
filitîbû û çû bû.. Êdî min nema karî tiþtek binivisanda. Ez
hinekê li xanima xwe xeyîdîm û min ji wê re zêfek jî kiribû. Min soz
da wê ku, dê ez ê rojekê helbestekê li ser balcanên wê binivisînim.
Lê pir mixabin min nenivisand. Dewsa
wê, min pêwistî dît ez vê serpêhatiyê ji heval û dostan re qal bikim
û ji te re binivsînim Dilbera min.
Bi hêviya ku rojekê pênc kîlo balcan bikirim bimîne di xêr û
xweþiyê de rinda min, gewra min, sebra mala min. Xizan
Þîlan 2005-05-25 Stockholm
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org