BÊHNA BÎRANÎNAN

Xizan Þîlan   

ez

ne jiyam

ne jî mir im

di wêraniya zaroktiya xwe de

derbeder im

Cîhan

penihî dilê min

ez

li ser axa welatê xwe

hê penaber im

dem û heyam

di rûyê ciwaniya min de

kal û pîr bûn

pêþeroj

di qilfa gumaneke tehl de

digindire

li nav okyanûsê

giraveke bêkes im

li çolistana giyanê xwe

hesretkêþê

dilopek baranê me

ax û nalîn

bedbextiya min

ji telpa ewran

û tenetiya min

ji dîmenên qelebalixan

bipirsin

ez

rêwiyê herika demê me

di leyistika satrancê de

wezîrê berxwedanê me

li siya jana xerîbiyê

dostan berhev dikim

þev

hêsirên dergûþa dil

di qefesa xwe de

vediþêre

li rojan

xewa xwe

li xilmaþkiya çavên xewê

radizênim

kul û keder

êþ û keser

fotokopiya temenê min in

li reþetariya þevê

siya bijangên xwe

dibînim

ken û þadî

li ser lêvan

qurifîn

li sahneya þanoyê

fîgûranê êþa me

qenciyê

li ser kevirê mermer

û xirabiyê

li tozê dinivîsim

bêhna bîranînên min

yên berba bûyi

ji stran

tembûr

bilûr

mizrab û têlan

bipirsin!!

 

 

         Xizan Þîlan

         2006-11-01

         Stockholm  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org