|
ÇÛKA
BERBANGÊ Xizan Þîlan
Ji salên ku li ber pêlên
çemên dîn û har têkçûyî demsaleke payîzê bû. Xemgîniya þeveke
ji þevên bêxewiya xopan dil û kezeba min parçe parçe kiribûn bi xençereke
devtûj. Di navbera çar dîwarên mîrata quncikên odeyê de, giyanê
bedena min di bin barê keser û axînan de diperpitî. Li nav ramanên jankêþ
û bîranînên westiyayî nema xew ketibû qalpaxên roniya çavên min yên
qerimî. Min bi kûr kûr kiþandina hilma cixara xwe re li balqonê, li rûyê
asîmanê temaþe dikir bi awirên vik û vala, piþtxûz mîna pîr û
kala. Mij û dûmanekî reþ xwe dagirtibû ser daran. Pelên þaxên daran
ji tirsan bi xwe de ketibûn. Li ser þaxên darê çûkeke xerîb û bêkes
venîþtibû. Ji alikî de zikê asîmanê qeliþti bû. Wekî ku hêrs û
nefreta tofanên serdeman xwe li qirika ewrên bixof pêçabû, barana tirsê
dibarî bi dijwarî û dixuþiya mîna maran. Lê çûka li ser þaxên
daran, ji serman diricifî û can lê dilerizî, mîna keç û bûka kezî
ku ji ber fediyan dibezî û xwe vediþart bi dizî. Bi dengê brûskek
erjeng re ji niþka ve veciniqîm. Wekî ku di xweziya xwe de bifetisim sergêj
û sermest li derdora bizdonekiya laþê giyanê xwe dizivirîm.
Çûkê! Ez jî îro mîna te bêzar im, gula baxê dilê min çilmisandin,
bêcîh û bêwar im. Ji min re dibêjin
tu çavînî bûyî, ev nezer in! Nizanim çima
zimanê min li hev digeriya û peyvên min bi ser hev de werdigeriya?
Rondikên tirsa dil, êþ
û keser, bedbextî û tenetî, sewdaserî, xem
û xeyal, axîn û nalîna xewa þevên wêran hevalcêwiyên
min in. Ez þevger, tu þeveder..
Ez dilbikeder, tu derbeder.. Ez
evîndar û dilbirîndar, tu
stûxwar li ser dara spîndar.. Dengê qîjqîja
te mîna dengê xweþhevpeyvîna
dayikên bermalî.
Li nav baxçe û çîçekên xemilî
û ji kezebê kûr kûr dinalî. Te stranên
xeribiyê yên dilbiþewat bi awazên kul û kovanan
dilorand li çar alî. Te mîna dengê bilûrvanê
keserkêþ, tembûrvanê
hesretkêþ berê xwe dida çol û beyaran, wek derwêþê gerok diyar diyar
digeriyayî. Ji awaza nalînên gewriya te kaniya hunerê diherikî nava derûniya
giyanê helbestvan, wênevan û dengbêjan. Di êþa qêrîn û lorîna
henasa te de kulîlkên gulîstana bihuþta lal û bêdeng ji nû ve bi rengên
kesk û sor dixemilîn, dikemilîn û geþ dibûn.
Çûkê! Tu çima ji kûrahiya kerba dilê xwe dinalî û te dîsa wîçe
wîçe? Wek feylezofê Alman Friedrich Nietzsche, min jî di ber xwe de niçe
niçe, lê nizanim hiþê min ku de diçe? Wekî ku ez porê serê xwe yê
spî, ji ber êþa birîna kulan û evîna dilan li xwe birûçkînim, te jî
bi qêrîn û hawara xwe bêdengiya serê sibê diçirand û refên
hechecikan li xwe dicivand.
Çûkê! Derdê te çi ye? Ma zikê çêlikên te birçî
ye? Ma tu jî mîna min bêwelat î? Ma tu jî wek min li
jiyana xwe sûvêhat î? Jiyana kolanên
welatê xerîbiyê pir zor e. Yê
ku nejî nankor e, yê ku nebîne çavkor e.
Bêyî ku tu sînoran binasî,
te li ser çiyayê Toros, Zagros,
Cûdî û Qendîlê dîlana þadî û serbestiyê digerand li asîmanê û
li meydanan. Tu bi dilekî þa û azad li taxa bajar û gundan, li havîn û
zivistanan, li nav bax û bostanan, li nav daristan û goristanan, li ser pêlên
derya û oqyanûsan, di navbera
Parzemînan de û li ser axa Cîhanê welat bi welat difiriyayî.
Çûkê! Te jî mîna Bazê
hêlîna xwe li asta herî bilind, li ser Zinaran di tenetiyê de avakiri bû
ji qirþ û qalþan. Ji min re bêje çûkê! Li quncikê sûkê, ma hêlîna
te jî wêrane kiribûn mîna mala bûkê? Ez jî mîna te perþikestî û
serþikestî me, dilþikestî û milþikestî me. Xêrnexwezan stûna piþta
hestên min qeliþandin û hêviyên pêþerojê di talana demê de þerpeze
kirin. Ma
kê coþ û aramiya te di þewqa asoya berbangan de revandiye? Ma kê
ronahiya çira hêlîna çêlikên te di xezeba xwe de tefandiye? Ma kê
jiyana te li nav xwîna þerê demên rûreþ herimandiye? Ma kê ev tîr û
þûrê zengarî di sîngê te de daçikandiye? Ma kê gora te di lîtava dîroka
genî de kola ye û laþê te li xiyaneta serdeman bi kefenekî reþ pêça
ye? Ma
kê…? Ma
kê…?
Xizan Þîlan
2009-02-14
Stockholm
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org