DENGVEDANA BÊDENGIYÊ

 

Xizan Þîlan

di cihêrengiya min û we de

hêsirên çavên me

wek hev dirijin

dewlemendiya diravên we

di qultek ava gewriya xwe de

dibînim

ez

li gerdûnê

nependiyekî

neferisandî me

encamê diviyatiya xwezaya xwe me

di hebûna giyanê xwe de

dijberê rastiya xwe me

li asoya çolistanan

pijiqîna ava kaniya bêbinî me

li tenhatiya þikeftan

dengvedana bêdengiya zinara me

azadî

henasa jiyana min e

li asîmanê hinavên xwe

wizîna tofanên har im

serpêhatiyên min

sîtavka navxweyiya min in

min

di çirisandina rojê de

siya xwe wenda kir

ji pêsîra êþan

meya serxweþiyê

dimijim

di qirpandina awirên lal de

qalikê tenetiyê

diþkênim

jehra dîroka rûreþ

ji salnameyan

dipale

dilê siruþtê

xwîn vediriþe

xêrnexwazî

di xweperestiya xwe de

dixeniqe

ez

pîneyên heyama veçiriyayî

bi tevnepîrkê

dihûnim

êdî min

rik û nefret

di goristana genî de veþart

xweþbinî

bexþandin

û hezkirin

li þanên xwîna xwe

çandin

 

 

 

             Xizan Þîlan

             2006-12-17

             Stockholm

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org